qirêja rûyê wan hate dîtin
Dîrok: ÇáÎãíÓ 24 äæİãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



Kamran Simo Hedilî

 ‘‘Min nikarî li peşberî vir û hîleyên we biserkevim. Ev ji min re bû dert.
Lê min jî bejna xwe li ber we netewand. Bila ev jî ji we re bibe dert.’’
                                Seyîd Riza

Pîrê min, me vê carê maskaya li ser rûyên Kemalîstên nîjadperest û ya li ser rûyên melayên sextekar baştir naskiriye. Êdî hew dikarin rûyên xwe yên biqirêj bi maskayên cude veşêrin.
Ji ber wê mîna gurên devbixwîn bi awayekî sîstematîk êrîşî ser hemû rayên jiyana kurdan dikin. Her ku diçe êrîş û zextên wan mîna êrîşên dema we dijwar dibin.


Êrîşên îro ji êrîşên serdema cumayên eskerî pir û dijwartir in. Lê mixabin dengên ku van êrîş û zextan protesto dikin weke dema we gelekî kêm in, Pîrê min.
Êrîşên li ser jin û zarokên kurdan sinorê mirovahiyê derbaskirin e. Biqasî ku di dema van melayên sextekar de zarokên kurdan hatine kuştin, tû deman nehatibûne kuştin.
Bi qasî ku di dema van sextekarên miselmanî û demokrasiyê de zarokên kurdan hatine girtin, tû deman nehatibûn girtin. Li hemberê vê hovîtiyê deng ne weke pêwîst ji nav tirkiyê û ne jî ji dinyay ku xwe berpirsa parastina mafê jin û zarokan dibînê derdikeve, Pîrê min.
Biqasî ku di dema vê hukumetê de rêhberê gelê kurd birêz Ocalan tecrît bû, di tû deman de wisa tecrît nebûbû. Bi êrîşa îro dixwazin ji gele kurd re bêjin Ocalan jibîrbike û em çawa bixwazin, em dikarin wisa bikin. Tenê di vê êrîşa faşîzane de zêdeyî 50 parêzvanên birêz Ocalan hatine girtin. Bi wan re zêdeyî sed parêzvan, rojnamevan, siyasetvan û ronekbîrên kurd hatine girtin. Dixwazin gelê kurd bêdeng û bêparêzvan bihêlin, Pîrê min.  
Êrîşên vê hukumeta faşîst, êrîşên Almaniya Nazîst yên li dijî cuhuyan tînê bîra mirov. Wan jî hero komek mirovên ku ji xwe re xeter didîtin digirtin û civaka Almaniya fêrî wê rewşê dikirin. Hukumeta tirk jî bi van girtinan civaka tirkiyê fêrî girtina kurdan dike. Çapemeniya tirk ji zû ve ji vê perwerdê re amadebû û hero nûçeyên ku van girtinan weke tiştekî ku divê bibin nîşan didin. Kesên ku dixwazin dengê xwe derxin jî, dengê wan tê fetisandin û zêde dengê wan naye bihîstin, Pîrê min.

Berê jî gelek caran êrîşên hovan li dijî gerîlayên kurdan pêk hatibûn û sekinî bûn. Lê ev çend mehin ku bi her awayî bombebaran dom dikin û di van bombebaranan de çekên kîmyewî yên ku li cîhanê qedexe ne bikar tînin. Xwazeya Kurdistan û hemû zindiyên Kurdistanê bûne armanca çekên wan yên kîmyawî. Pîrê min, ev çek li dijî we jî bikar anîbûn.

Li ser partiya kurdan ya siyasî BDP zextên curbicur berdewam in. Parlementerên wê, şaredarên wê, endamên rêvbirên meclîsên bajarên wê û endamên wê heroj têne girtin.

Bi van êrîşan zêdeyî heşt hezar kadro û rêvebirên kurdan ên ku karê siyasî dikin hatine girtin. Heta ji wan tê nahêlin kurdên xwedî vîn (îrade) û yên ku li derveyî sîstema wan e, siyasetê bikin.

Bi kurtî li ser hebûna kurdan êrîşeke gîştî heye û herkesî çav û guhên xwe ji nedîtin û nebihîstina van êrîşan re girtiye, Pîrê min.

Erdogan û aqilmendên wî hesap dikirin ku ew ê kurdan bi zimanekî xapînok, bi çend tiştên arzan, bi hin gavên ne ji dil, bi riyên olî (dîn) û bi vekirina kanalekî Tv bi zimanê kurdî, kurdan bixapînin û kurdan ji vîna wan dûr bikin.

Bi navê melayên olê bi hezaran endamên sîxuriya xwe MÎT ê şandine kurdistanê. Lê kurd êdî ne kurdên berê bûn û zû ev leyîstokên dewlata tirk aşkere kirin.

Kurdan bi limêjên bi zimanê xwe bersiva melayên ku ji bo asîmîlasyonê hatibûn dan. Bi hezaran miselmanên kurd neçûne mizgeftên ku bi tirkî wazdidan û li meydanan limêjên xwe bi zimanê xwe kirin, Pîrê min.

Bi hemû şêweyên xapandinê di hilbijartinê de li hemberî kurdan kar kirin. Bi navê demokrasiyê, bi navê olê, bi balevkirina pere ji bo dengê kurdan bikirin, bi sedan zengînkirina hevalbendên xwe, bi MÎT, polîs û eskerên xwe û bi hemû partiyên xwe yê din ji bo ku kurd bi sernekevin kar kirin.

Lê di hilbijartinan de gelê kurd bi dostên xwe re 36 parlementer derxistin û rê nedan planên wan yên qirêj. Ji bo wê Erdogan, aqilmendên wî û rêhberê wî yê giryokê sextekar Fetullah Gulen mîna har û dînan êrîşî kurdan dikin, Pîrê min.

Her ku diçe êrîşên xwe zêde dikin û çekên ku di peymanên navnetewan de qedexe ye bikar tînin. D şerê dawî de dagîrkarên tirk çekên kîmyevî bikar anîn û 36 keç û kurên kurdan yên ku li dijî dagîrkaran liberxwe didan şehîd kir. Di vê hovîtiya dewleta tirk de jî, ne li hindûr û ne jî li derve weke ku pêdivîbûn dengê sazî û dewletên ku xwe berpirsên demokrasiyê û mafê mirovan dibînin derneket, Pîrê min.

Çapemeniya Rojava û ya tirk her li ser 24 leşker tirk yên ku di şerê dawî de hatine kuştin sekinîn û xwestin sedema van êrîşan tevgêra azadiyê nîşan bidin. 

Çapemeniya Rojava ya ku ji bo welatên din heroj daxuyanîyan didin û dinivîsin ji bo kurdan bêdeng û lal in. Ev deh sal in ku çapemeniya Rojava bi nûçe û nirxandinên xwe reklama dewleta tirk û hukumeta wê dikin.

Ji berdêla ku çapemenî û dewletên Rojava dengê xwe ji bo van bêdadiyên dewleta tirk û hukumeta wê bilind bikin, li gelek welatên Rojava êrîşî gelê kurd û komeleyên kurdan dikin.

Zilma ku li kurdan dibe nabînin û piştgiriya vê zilma tirkên hov dikin, Pîrê min.

Piştgiriya van dewletan ya ji bo dewleta tirk bi hevdîtina serokkomarê tirk û jineşaha Îngilîstanê careke din hate beyankirin. Pêşiyê vê jineşahê di dema we de jî, piştevaniya tirkên faşîst kiribûn û li pêşberî komkujiyên Zîlan, Pîran û Dêrsmê bêdeng mabûn.

Pîrê min, vê jineşahê û serokê cuma faşîst Kanan Evren jî, hev dîtibûn. Wê demê jî piştgiriya xwe ji bo qirkirina kurdan û çepgirên tirkiyê diyarkiribû.

Lê Xetera vê hevdîtina serokkomarê tirk û jineşaha Îngilîstanê ji ya wê demê gelekî mezintir e. Tirsa ku di plana vê hevdîtinê de şerê kurd û tirkan derkevê heye. Weke ku tu jî dizanî Pîrê min, hemû siyaseta Îngilîstanê ew e ku li herêman aloziyê çêkê û ji aloziya di nav gelan de sûdwerbigirê ye. Îngilîstan heta niha di vê siyaseta xwe de li gelek cihên cîhanê û li RojhilataNavîn serkeftiye.

Pîrê min şehîdê şehîdan…

Ji bo em careke din li peşberî vir û hîleyên wan rûreşan neyên xapandin û di bin piyên wan de neyên perçiqandin, me pêwîstî dît ku em li hemberê van leyîstok û êrîşan hişyar bin.

Me pêwîstî dît ku em ji berê pirtir, zanîn û hêza xwe bikine yek.

Me pêwîstî dît ku em li hev xwedî derkevin û li hev guhdar bikin.

Em gihiştine wê baweriyê ku em çiqasî aqilê xwe bikine yek, em ê awqasî bi hêz bersiva van êrîşên hindûr û derve bidin.

Pîrê min,

Me peyman daye we ku em vê carê li peşberî vir û hîleyên rûreşan biserkevin û ber bi serkeftinê ve herin.

Me peyman daye we ku em ê bejna xwe li ber wan rûreşan netewandînin û wî dertî ji dilên wan dernexin.



22.11.2011









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2774