Ercîþê
Dîrok: ÇáÓÈÊ 12 äæÝãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



 
Abbas Ismaîl

Heware li  Ercîþê  qêrîn û heware
qesir û qunaxên bajêr serûbin bûne hatine xwar
xwiþk û bira kur û bav
 jin û mêr gêj û mestin
 bang dikin ev çi gosirmet û bêtare


 guliyên keçan bin ax bûne
 felata wan bê çare mendalên bê xwedî û winda 
Li her kolanê girî û bare bare
 teyir û tilur raser cendekên qehremanan dirêsin
kund li ser kavilan dixwîne jêre xweþ ware
xwedayo sitema dijminan giran bare
ma tu jî ji mere îro ne yare
  Ercîþê  Xwîþkê
Were patnusê bûka welêt
çiya yê sibhanê werin bi hana Ercîþê
bi xure Geliyê zîla lehiyê histiran rake
Rûçik û dêmên zerî û xortan biþo
Tu herdem ji mere alîkare
Sîpano poz bilindo ev çi temare
Keriyê pezkovî bi xwere bîne
 bike qurbana Pakrewanên vî gelê hejar
Kelekvanên derya wanê herin metran îsa bînin dera wî extîmare
Bela pertûkên pêxember îsa bixwîne
Miriyên Ercîþê vejîne  
wan derxe ji bin axa sare
Ercîþê Xwîþkê
kurdên cihanê Xunava histiran ji çavê wan dibare 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2755