Tevgera me kilź ēavź me ye, eger..
Dīrok: ĒįĢćŚÉ 11 äęŻćČŃ 2011
Mijar: Nūēe



Qado Žêrîn

Tevgera me kilê çavê me ye, ji me û ji bo me ye. Tevgera nûnertiya me bike, berjewendiyên me bêtir ji yên xwe biparêze, emê jî bi gorî wê bin, emê destê wê ramûsin. Tevgera di ber hêvî û daxwazên me de asteng û serêžiyan bikžîne, emê wê li ser serê xwe deynin û bixin çavên xwe. Her wisa tevgera ku nikaribe rêberiya miletan bike, û di dema žorežan de ne di asta žorežan de be, bila ji milet nexwaze ku wek koleyan li paž wê be,  çimkî ew tevger dê di asta rêjîma sitemkar de be, bila ew tevger tune be.


Di berjewendiya me kurdan deye ku em tev li žorežê bibin. Çaržema Encûmena Nižtimanî žek û guman, û helwestên gelekan guhert, ez jî ji wa gelekan im. Ma ku encûmen rûxandina rêjîmê bixwaze û ciwanên hevrêzan tev lê bibin, bêžek û guman wê wextê rewatiya nûnertiya gelê kurd ê rojava distîne.
Žoreža miletê Sûriyê ya ji bo azadî û serfiraziyê ji 15ê adarê ve berdewam e, rojane žehîdan dide. Žehîdên li Himus, Hema û Derhayê dikevin di ber azadiya me kurdan de jî dikevin. Eger xelkên wan bajaran tenûran germ bikin emê li Efrîn û Qamižlo nan bipêjin.
Di sala 2003an de, pižtî rûxandina rêjîma Sedam Husên ê diktator, kurdên bažûr gihan mafê xwe, bi riya fîdraliyê dan ser riya serxwebûnê, wê wextê ew ji bo pêžerojê amade bûn, ji bo dan û standina li gel ereban amade bûn, ji bo ku xwe birêve bibin amade bûn, lê em?, em kurdên rojava, gelo em ji qonaxa pižtî rûxandina rêjîmê re amade ne?. bi gumana min em hemû ji wê wextê bitirsin, em ditirsin ku kurd ji axaftina bi erebên pižtî žorežê re yên ku dê ne bi gelekî ji erebên berî žorežê re bažtir bin, ne amade bin. Û di dûv re mafê kurdan neyê çesipandin, wê wextê bê žek û guman dê tevgera me ya siyasî bi hemû partiyên xwe ve berpirsyar be. Tirsa me ji wê tirsê ye ku žerê navxweyî derkeve.
Heçê rûxandina rêjîmê bixwaze nûnertiya min dike, bi gumana min nûnertiya tevaya gelê kurd dike, jixwe heçê hewl bide wê rêjîmê birûxîne kilê çavê min û xortan û pêžeroja me tevan e. Hêviyek mezin heye ku kurd pižtî rûxandina rêjîmê bighên mafên xwe, wek ku çilo kurdên bažûr pižtî rûxandina rêjîma Sedam gihan mafên xwe, eger ku kurd li dij hev dernekevin, û li ser daxwazên gelê kurd li hev bikin.
Eger xelkên Himus, Hema û Derha rêjîmê nerûxînin û azadiyê ji me re neynin emê ji xwe re neynin, eger ew ji me re nekin, emê ji xwe re nekin, heyžt meh ji temenê žorežê çûn hîna li kolanan bi hev dikevin.
Žek û guman di rûxandina rêjîmê de tune, pelê gelekan dê bi rûxandina rêjîmê re biweže. Giya dê ji bin keviran serê xwe rake û gelekan žermezar bike, bi taybetî ew ên ziktilêrî ku sere kurdan diçimînin.
Em dixwazin tevgera me ya siyasî di asta me wek milet de be, di asta žorež û xwîna žehîdan de be, emê jî destê wê ramûsin.
11.11.2011








Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2752