Gelo, rewşenbîrê kurd diyardeyeke dengane ye?
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 08 äæİãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



Heyder Omer

Rikberiya sûrî ji meha Nîsanê de heya îro, ji Entaliya de bigir heya Dohe, El-Qahîre, Anqere û Îstenbola yekem û duwem, kongir û civînan, ji bo yekîtiyê girêdide, hemiyan jî mebesteke sereke hebû, ku gelê Sûriyê lê mukur were, heya ku kongira dawî li Îstanbolê civata  niştimanî sûrî damezirand û ragihand, û yekser, tevî kêmasiyên xwe, li ba şoreşa Sûriyê, lihevkirinên (hevrêz) ciwanên kurd jî di nav de, hate pejirandin.


Hin rewşenbîrên Kurd ji destpêkê de tevgera kurd bi paş piştên xwe de hêştin û di vê cirîdê de bi lez çûn û hatin, lê carekê ji komîteyên amadekar nepirsîn; gelo çima nûnerên tevgera kurd di van komîteyan de tunene? Pê re jî ew kesayetiyan yekser ji hêla komîteyên amadekar ve wek nûnerên Kurd hatin pejirandin û xuyakirin.
Ez bawer nakim, ku ewan komîteyan nizanibin, ku ew kesana nikarin nûnertiya gelê Kurd li Sûriyê bikin, lê ewana naxwazin serên xwe bêşînin, û xwe bi tevgera kurdî re bixin qîl û qalan, vê lomê wan jî tevger bi paş guhên xwe de avêtin, ev jî mijarek e, heye ez careke din li ser binivisînim.
Ji roja pêşî de; ango ji dema girêdana kongira Entaliyayê de, ez weha çûm, ku nebûna nûnerên tevgera Kurd di komîteyên amadekar de, û beşdariya kesayetiyên kurd dê şûna gelê me di nav rikberiya sûrî de teng bike, û giraniya me jî sivik bike.
Hemî nivîsevan û rewşenbîrên, ku li ser kefelefta rikberiya sûrî, û perçebûna tevgera me ya polîtîkî nivisandine, hema bi gelemperî, rexeneyên tund, li tevgera me ya poplîtîkî kirine, û hin caran jî hêrişên tund ajotine ser wê, lê kesekî ji wan xwe rexne nekiriye.
Bila kesek şaş di min negihîne, ez ne tenê wan kesayetiyan tawanbar dikim, belê ji wan bêtir tevgera me (bi hemî şaxên wê ve; polîtîkî û civakî û rewşenbîrî) tawanbar dikin, ku nikarîbûn, di vê dema nazik û metirsiyane de sîwaneke, ku hemiyan di bin baskên xwe bicivîne, pêk bînin.
Em wek nivîsevan û rewşenbîr, tenê li malê xwe rûniştine, û rexneyan li derdoran diweşînên, û şêwran didin kesên din û tevgedra polîtîkî. Wek nimûne, gotarek di malpera (gemiyakurda) roja 24. 10. 2011 de bi zimanê erebî, û bin sernûseya (Pirsine gelemper û bersivine eşkere) de hatiye weşandin, bê ez xwediyê wê gotarê bi nav bikim, li dawiya gotara xwe dibêje: „Karê me, wek rewşenbîr ew e, ku em warên şaş û çewt nîşan bikin, û divê partiyên kurdî jî guhdar bin û li gor wê bilivin“. Bala xwe bidin fermana, ku ji peyva (Divê) beloq xuya dibe. Gelo ev e rola rewşenbîran?
Kê gotî, ku rola rewşenbîran ew e, ku di malên xwe rûnin û fermanan belav bikin, an  rexeneyan bi ser kesên din de bibarînin? Ka rewşenbîran; ez jî di nav de, heya îro ji bilî nivîsînên tekane, me çi kirî?
Haya min jê tuneye, ka li hundir welêt komeleyên civakî hene yan na, û eger hene jî ez nizanim çi kirine, tenê navê girêbenda nivîsevan û rojnamevanên kurd li guhên min ketiyê,lê min nebihîstiye vê girêbendê tiştek kiriyê yan na.
Lê li van welatên mişextiyê haya min ji gelekan heye. Gelek komeleyên civakî û rewşenbîrî li Elmanya hene, hema tu dikarî bibêjî ku li her du-sê bajaran yekek heye, lê pirên wan nikarin ji xwe re bîrowekê kirê bikin, û hinek jî ji ber nebûna diravan bîrowên xwe ji dest didin. Gelo tê bawerkirin, ku 70-80 endamên komeleyekê nikarin her mehekê 500 yoro wek kiriya bîrowekê bidin?
Beriya demekê, û bi bandora xwînrijîna kolanên Sûriyê, hinekan ji wan komeleyan federasyonek avakirin. Pê re jî te digot qey dê karekî bikin, û hema daxyunikê binivisînin, tê de zora xwe bidin ser tevgera me ya polîtîkî, da çareyekê li vî derdê perçebûna xwe bike, lê ew jî nekirin.
Beriya 10-11 salan em derdora 80 nivîsevanên li Elmanya dimînin, li hev civiyan û me hevgirtina nivîsevanên kurd damezirand. Tê bîra min di wê civînê de gelek gotinên mezin li ser navê hevgirtinê hatin kirin, ka bila navê wê çi be? Hevgirtina nivîsenanên Kurdên Sûriyê be, an Kurdên Binxetê be, an jî  Rojavayê Kurdistanê be? Û li dawî jî navê dawî hate pejirandin. Lê mixabin evê hevgirtinê çi kar nekir, tenê ji bo alîkariya diravî bide ser hev, ahengek şahiyê girêda, lê pereyên di wê ahengê kom bûn jî dengbêjekî Kurdên Sûriyê ku navdar e, (1500) yoro ji bo katekê (60 kêlîk/xulek) istand, û pereyên din jî lêçûna ahengê bûn, û du hejmarên kovarekê bi navê (Pêl) weşand û hew. Heya îro jî deng ji wê hevgirtinê nayê, hema tu dikarî bibêjî ew nûka tune ye.
Di pey vê bizavê re bi 4-5 mehan dîsan rewşenbîrên kurd deng li hevdu kirin, û komeleyek Li Siwêd avakirin, lê vê carê bi navê (rewşebîrên rojavayê Kurdistanê li derve); ango li hemî welatên mişextixiyê. Dîsan te digot vê carê ev komele dê şopa xwe di jiyana rewşenbîrî, wêjeyî polîtîkî û civakî ya kurdî de li der û hundirê welêt bineqşîne. Lê mixabin wê jî tenê malperek înternê damezirand, û du-sê hejmarên kovarekê bi navê (orkêş) weşand, ji pê ve nikarî gavek bida pêş hevgirtina jihevketî.
Ev her du komeleyên ku endamên wan bi seda ne, û hedmî jî rewşenbîr û nivîsevan û rojnamevan in, heya îro li hember xwînrijîna kolanên Sûriyê û kuştina kurdan bê deng mane, hema daxuyaniyek jî belav nekirine, û ne jî xwe gîhandine komele û hevgirtinên nivîsevan û rojnamevanên van welatên Ewropa, da dengê miletê me yê li kolanên Sûriyê tê kuştin bigihînin wan, em hemî jî dizanin giraniyan wan li ser raya giştî ya gelên ewropî ta çi rayê hêzdar e.
Tirajîdiya van her du komeleyan, nemaze jî ya rewşenbîrên  rojavayê Kurdistanê li derveyî welêt, dê berz û beloq were xuyakirin, eger em ji bîra nekin, ku di kongira wê ya dawî de, beriya 6-7 salan li bajarê Bad Saltz Uflen/Elmanya hatibû girêdan, di vê kongirê xaleke kambax hatibû gengeşekirin, (hin kes hene bi nerindî li ser komelê û hin endaman gotinên ne baş dikin û dinivîsînin; ka em çi bikin?), gengeşekirina vê xalê gîha asta, ku hin endaman zor û lêdan jî pêşniyar kirin, lê xweda kir ku ew pêşniyar di dengdanê de bi ser neket, eger bi ser ketiba, heye (belkî) xwîna nivîsevanên kurd bi destên nivîsevanên kurd li kolanên mişextiyê biherikiya. Tevî ku ew pêşiyar bi ser neket, lê gengeşekirina wê di kongireke rewsenbîrî de asta ponijîna rewşenbîrê kurd dide xuyakirin.
Min ev nimûne anî, ne ji ber ku dixwazim birînine kevin yên vî gewdeyê me yê şûna birînine nû lê nemaye, vekim, lê dixwazim bibêjim; ev komeleya ku  gotinekê an jî nivîsekê li ser çend endamên xwe hildide asta gengeşeya kongirekê, çima heya îro li hember dozine mezin, ku yekser li gel niho û diwaroja gelê me têkildar in, bê deng dimîne, wek kuştina kurdan, perçebûna tevgera me ya polîtîkî, bez û bazdana kesayetiyên kurd di navbera kongirên rikberiya sûrî re, bê ku haya wan ji biryarên, ku di paş deriyên girtî, odeyên tarî  û bin maseyan de têne wergitin, hebe, wek çawa nameya civata niştimanî şûrî ji bo şalyarê kar û barê derve yê Tirkiyê û daxuyaniya guropa kurdî di wê civatê de,li vê dawiyê dane xuyakirin.
Ev nimûneyan, û helwestên tekane, ku rewşenbîrên kurd li hember tevgera polîtîkî distînin, bê ku karekî berbiçav û hevbeş bikin, teqez dikin, ku em nivîsenan û rewsenbîrên kurd, em tenê diyardeyeke dengane ne û hew.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2749