Rojeke xwež ya helbesta kurdī, li Elmanyayź pźkhat.
Dīrok: ĒįĆŃČŚĒĮ 02 äęŻćČŃ 2011
Mijar: Nūēe



Li komela Hêlên, li bajarê Essenê, li Elmanyayê, roja yekžemê 30.10. 2001, di seet:14:00 de, bernama „Roja helbesta kurdî li derve“ bi beždariyeke germ û têr, destpêkir.

Bername bi deqeyeke rêzgirtina ji bo žehîdên Kurdistanê û yên žoreža sûriyê, hate vekirin.

Yek ji endamên komîta amadekar Elî Cafer bi gotineke kurt xêrhatina mêvanan kir. Diyar kir ku ev cara žežane ku li derveyî welêt, di helkeftina koçkirina seydayê Cegerxwîn de, Kurên Rojava yên ku li derbideriyê dijîn di vê rojê de tên cem hev û li helbestên kurdî guhdarî dikin. Herwisa sipasiya wan kesan kir yên ku alîkariya aborî dan û bûn alîkarê serkeftina karûbarên vê rojê.


Di çarçova  vê çalakiya salane de, hinek taybetiyên  vê sale hebûn. Ji wan beždariya mezin ya jinên Kurd, hem ji hêla xwendina helbestan ve, hem ji hêla guhdarîkirinê ve. Ya din jî, kêmbûna hejmara helbestvanan û pirbûna hejmara guhdaran. Ya dîtir jî têkiliya germ ya stiranbêjên Kurd bi vê rojê re. Herwisa bûyerên žoreža Sûriyê siya avêtibûn ser piraniya helbestên ku îsal hatin xwendin.

Bernama rojê li ser du bežan hate parvekirin. Bežê yekem bi temamî helbest bûn û bežê duyem jî stiran bûn.

Helbestvanên ku derketin helbestên xwe xwendin ev bûn:

1-Keça Kurd, 2-Hêmen Kurdaxî, 3-Selwa Hesen, 4-Merwan Elî, 5-Mizgîn Hesko, 6-Jan Dost, 7-Gulîstan Haco, 8-Xalid bavê Dilo

Mîna her sal, îsal jî du helbestvanên Kurd yên ji bežên din yên Kurdistanê hatibûn vexwendin. Ji Rojhilat Hesen Îrandost û ji Bakur Newaf Mîro çend nimûne ji helbestên xwe xwendin. Di dawiya bežê yekem de helbestvan Dr.Husên Hebež hate vexwendin û mîna hersal ku nivîskarekî Kurd weku mêvanê rûmetê tê hilbijartin, biryara komîta amadekar ya îsal jî ew bû ku Dr.Husên Hebež  weku mêvanê rûmetê yê vê rojê bê binavkirin. Xelata wî  ya sembolîk jî pirtûkeka Mem û Zîn ya Ehmedê Xanî bû. Bi xwendina helbestên Dr. Husên Hebež re, bežê yekem bi dawî bû.
Pižtî bêhnvedana firavînê, bežê duyem ji bernama rojê destpêkir. Hunermend Bangîn bi axavtinekê kêfxwežiya xwe anî zimên ku îro di nav ewqas nivîskar û helbestvanan de ye û bal kižand ser dijwariyên aborî yên di pêžiya stiranbêjên Kurd de dibin asteng û nahêlin ew bi guhdarên xwe re û bi awayekî berdewam di têkiliyeke germ de bimînin. Li pey wî hunermenên ku derketin ser dike û stiranên xwe gotin ev bûn:
1-Zuhêr Cemîl, 2-Zubêr Salih, 3-Gulîstan Sobarî
Wekî din jî kesên amade hatin agahdarkirin ku gelek helbestvan nikarîbû tev li vê çalakiyê bibin, yan peyam yan jî helbestên xwe žandibûn. Bi navê hevgirtina nivîskar û rojnamevanên Kurd jî nivîskar Qado Žêrîn spasiya komîta amadekar ya vê rojê kir û pêžniyar kir ku komîteya îsal destûrê bide hevgirtina wan, da ku sala bê ew xwe bidin ber barê amadekirina vê roja ku bi navê “Roja helbesta kurdî li derve” lidardikeve. Ji bilî wê, Fatih Tîmar behsa erdheja li Wanê û Erdîžê kir û doza alîkariyê li beždarên rojê kir.
Birêveberê bernama rojê Helîm Yûsiv bû.
Beždarên “Roja helbesta kurdî li derve” ya îsal 2011, çar seetan, di nav çar dîwarên komela hêlîn de, ku bi tabloyên xwežik yên žêwekara kurd Cîhan Ibrahîm hatibûn xemilandin, li ser tirajediyên ku li welêt diqewimin û ji ber helbesta Jan Dost ya li ser dayikê û hesretên xerîbiyê, bi çavekî giriyan û bi çavê din jî, di ber helbest û stiranên kurdî re, bendewariya siberojeke xwežtir dikirin û dikeniyan. Hejmara beždarên rojê bi ser sed kesî ketibû. Balkêž bû îsal pêla germayiya  guhdarîkirin û hestyariyê  ji her sal bilindtir bû.
Hêjayî gotinê ye ku alavên çapemeniya kurdî bi ti awayî guh nadin rojên weha. Tev li vexwendina televizyon û rojnameyên kurdî, dîsa jî kesek ji wan amade nebû.
Ji rojên  xerîbiyê yên kor, sar û dirêj, “Roja helbesta kurdî li derve” ya îsal rojeke xwež û germ û kin bû.
Komîta amadekar ya “Roja helbesta kurdî li derve”
31.10.2011

 




















Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2740