Di Kurmancī de jī (Pažeroj) Durist e.
Dīrok: ĒįĪćķÓ 04 ķäĒķŃ 2007
Mijar: Ziman


Drewêž Derwêž

Mijara gotarê li ser bêjeya pažerojê ye; aya ev bêje di kurmancî de, dikare têgeha (ayinde, dema bê, musteqbel) durist diyar bike ?.
Kurdên bažûr û rojhilat tev, jibo vê têgehê bêjeya "pažeroj" bi kar tînin, lê hin din "pêžeroj" bi kar tînin. Ev rewž zimanê me gelemže dike.


Li ser vê mijarê, berî çend salan gengežiyekê despêkir, min ji çend zimanzanan re xwend, ew ciwamêr ev bûn: Deham Abdulffetah, Brûsk Agirî, Samî Berbang, Keça Kurd, Sidqiyê Hirorî, Mustefa Režîd.
Her yekî ji wan tižtê li cem bû got û deng biliya, weku lihevkirinek peyda bûbe û ev jî hêviya xwendevanan bû. Lê vê pažiyê dîsa vê mijarê serê xwe hilda; min gotarek baž ji M. Režîd re li ser malpera "avesta kurd" xwend. Ji wê gotarê, mirov guman dike ku negihižtine encamek rûnižtî û cihgirtî.
Pêžî: ez dixwazim tižtekî li gor xwe di vî warî de bibêjim. Armanca min ne rexne ye, ne jî nirxandin e. Bêguman nakokiyek di pirsê bi xwe de heye; jiber mirov bawer nake ku ev ciwamêrana bi kurdî nizanibin, yan rêzimanê kurdî (kurmancî) ji hev dernexin.... 
Mînakek ku nakokiyekê derîne û berçav bike.
Baže ku em mînakekê pêžkêž bikim, bi rengekî wisa ku nakokiyê di bêjeyên (pêž/paž) de destnîžan bike. helbet mînak pir in, yek jê dikare eva jêr be:
0-0 Li ser çemekî barajek heye, golek barajê heye; em saloxê vê bidin:
0-1 "Em bi çem re dakevin, pêžî golek e, li paž wê golê bedena barajê ye, li paž bedenê .. "
0-2 Em karin bêjin: "li ser çem barajek hatiye avakirin, gol li paž bedena barajê ye".
Ji 0-1 Carekê me got: gol li paž bedena barajê ye.
Ji 0-2 Carekê me got: bedena barajê li paž golê e.
Ev nakokiyek e; çawa dibe ku gol geh li pêž barajê be û geh li paž barajê be.
Jibo gumanên me dûr neçin, ev terzê nakokiyê di zimanên din de jî heye. Heger em herdu hevokan wergerînin Erebî, ev wergerandin dikare bi vî rengî be:
إذا سلكنا النهر، في الامام يوجد بحيرة و خلف (بعد) تلك البحيرة جسم السد –
البحيرة هي خلف جسم السد.
Di Erebî de jî heman nakokî diyar dibe.
Egera vê nakokiyê di çi de ye?. Bêguman çend awa û rêbaz hene, ku mirov egerên vê nakokiyê diyar bike, yek jê ew e; ku mirov mînakan ji ziman bîne, wan vepexêre, ta ku mirov bigihêje encamekê û egeran binase.
Mînakek jibo nîžankirina hêmanên hemberkirinê.
Mirovek ji Dêrikê dibêje: "Rimêlan li pêž Çilaxe ye û Tirbesipiyê li paž Çilaxe ye"
Jibo em ji xwe re hesan bikin, em binerin; çi hêmanên vê hemberkirinê hene ?. Heryek ji wan çi rolê dilîze ?.
1 - Çavdêr (yek ji dêrikê, bêjer-cihê bêjer giring e, ew xalek e).
2- žop (riya qamižlo-dêrik- rê, Živîle),
3- pêž/paž (têgehên van peyvên mijara me ye).
4- berpîvan (Rimêlan, Tirbesipî- tižtê em dixwazin cihê wê nas bikin).
5 - qûç (Çilaxe- pîvanok, reference).
Bi kurtî. Berpîvana li  pêž/paž  girêdayî ye bi žop, qûç, û cihê çavdêr.
Bi gotinin matimatîkî:  Berpîvan li pêž/paž = têkiliya (žop, qûç, cihê çavdêr).
Žop :1- žopê dualî ye; bêjer despêka xêzê nîžan dike. "rê, sedek erd,... "
Žop :2- tîrêj.e, liva li ser žopê yekalî ye; Despêka wê xwezayî be. " çem, dem... "
Qûç: 0 –nekeve pîvanê wek: ev cih li pêž e.
Qûç: 1 – perçek an xalek (rasteqîn an xiyalî) ji žopê be. "li pêž kîlomitra sedî, li paž gir"
Qûç: 2 – heyînek li ser žopê be. "Li pêž erebê, li paž mirov".
Çavdêr: 1- cihê çavdêr xalek e. "ji vir, ji ba min, ji amedê."
Çavdêr: 2- cihê çavdêr dikare li ser žopê bilive. "Bi rê de em çûn, me ev dît û ev dît".
1 – qûç ji žopê ye.
1-0- Pîvana li gor žopê
Pîvan li gor žopa dualî – rê,.
Heger em bixwazin berpîvanekê himber žopê bi xwe binerxînin; ango himberkirinek bê qûç.
Du rewž hene.

Heger çavdêr guman kir, ku aliyê (1) despêka žopê ye; jixwe  -  "çarkuç li pêž e".
              Heger çavdêr guman kir ku aliyê (2) despêk e, ji xwe - "çarkuç li paž e".
Žopa yek alî çi ye.
Žop ya livekê, hin bi aliyekî tenê ne, di folklor jê re dibêjin (riya çûn û nehatinê) wek dem, çem, temenê mirov... Siružta van tevan ku bi paž de venagerin. Li ser žopa yakalî despêk (pêžî) û dawî (pažî) yên wê žopê xwezayî ne û her yek ji wan diyar e, û li gor cihê çavdêr nayên guhertin.
Despêka çemê Ferat Bîngol e, despêka pirtûkê sernivîsa wê ye, despêka temenê min zayîna min e, dawiya žerê cihanî duwem sala 1945 bû. Di matematîk de, niwênerê van žopan tîrêj in.
Pîvan li gor žopa yekalî, dem , çem, xwendina pirtûkê, temenê mirov..
    B-kîban               d-reqa

"Li ser çemê Ferat, kîpan li pêž e, lê Reqa li paž e."
Hergav weku cihê çavdêr li despêka çem be
Encam: pêvana li gor žopê  berpîvana nêzî despêkê be, ew li pêž e û ya nêzî dawiyê be, ew li paž e.
1-1-0- Pîvan li gor qûçekê (xalekê) ji žopê
Sê bajar (Tirbesipiyê, Çilaxe, Rimêlan) li ser riya Qamižlo-dêrikê ne, li gor wêneya jêr rêz in
Çavdêrê li seriyekî
Mirovek ji Dêrikê dibêje: "Rimêlan li pêž Çilaxe ye û Tirbesipiyê li paž Çilaxe ye. "

Çavdêrê li seriyê din
Mirovek ji Qamižlo dibêje: "Rimêlan li paž Çilaxe ye û Tirbesipiyê li pêž Çilaxe ye. "


Çavdêrê li dervî žopê

Heger bêjer li dervî žopê be û despêka žopê ne nirxîne. Nema dibêje "pêž/paž" lê. Dibêje: "berpêvana A li çepî qûçê ye û berpîvana B li rastî qûçê ye. "
Encam
Ji mînakan em digihên van encaman.
1 – çavdêr gumana despêkê dike (cihekî dipejirîne weke despêk).
2 – çavdêr dibêje: "berpîvan li pêž (paž) qûçê ye", heger li gor despêkê, berpîvan ji qûçê nêzîktir (dûrtir) be.
Mînakek zêde
Têkiliya çem û mizgeftekê wek di wêneyê jêr de

Li gor çavdêr tê guhertin
Çavdêr li aliyê (1) ye, dibêje:   "mizgeft li pêž çem e. "
Çavdêr li aliyê (2) ye, dibêje:   "mizgeft li paž çem e. "
1-1-1- Qûç xal e, žop tîrêj e, yekalî ye
Xal ji ser žopa tîrêjê
    B-kîban      c-cerablus    d-reqa

Li ser çemê ferat, "Baraja kîban li pêž baraja Reqa ye. "
"Bexdad li pêž Besra ye û Besra li paž Bexda ye. "
Encam: Her xalekê li ser žopa tîrêjî (yekalî) berê wê li despêka žopê (tîrêjê) ye.
Çavdêr li kû be, despêk nayê guhertin û tîrêj jî wek xwe dimîne.
Ev hemtayê tîrêja matematîkî ye.
Bi kurdî "xala (c), li pêž xala (d),ye û li paž xala (b) ye."
Bi zimanê erebî û yên din jî wisa ye:
نقطة ج قبل النقطة د ، وبعد النقطة ب

Encam
Xalên (qûçên) li ser žopa tîrêjî weku riwên wan li despêka tîrêjê be.
Li pêž qûçê, berbi despêkê ve ye. Li paž qûçê ber bi dawî ve ye
Mînakek zêde "paž roj"
Roj ji tîrêja demê qûçek e; ji qûça (roj) berbi despêka demê ve, ew li pêž rojê ye, (pêžroj) e. Ji qûça (roj) ber bi dawiya demê ve, ew li paž rojê ye; (pažroj) e.

Dužem li pêž sêžemê ye û çaržem li paž sêžemê ye.
2 – Qûça bi rûber li ser žopê ye.
2 – qûça bi rûber çi ye.?
Hemû qûç li jor, me li wan temaže dikir, weku xal an qûçên bê rûber bin. Wek darek, kevirek û heta gir, çiya, ko nîžanên žopê (rê) ne, tevî hin ji wan rûberê wan yê xwezayî jî hebûn. Wek bajarê Çilaxe, mirovekî pir dûr ku em rûberê wî nanasin. Çavdêr bi çavê xalekê li wan temaže dikir û erkê nîžankirina žopê dispêre wan xalan.
2-1 - Li ser žopek dualî
Nîžankirin
Mirov, erebe, çem, ajel. Rûberên van xweristî ne.
Erebe qûç e, berpîvan sêkuç û çarkuç in
Riwekî qûçê

Çavdêr li kû be; her wê bêje: "sêkuç li pêž erebê (qûçê) ye û çar kuç li paž erebê (qûçê) ye."
Riwê dinî
Heger berê erebê 180 pileyî zîvirandî be. Tižtên li pêž (paž) dibin li paž(pêž).

Ev nirxandin, ne bi cihê çavdêr û ne bi liva qûçê (erebê) ve girêdayî ye.
Encam
Ji nimuneyan diyar e, kîjan berpîvana berê qûçê lê be, ew li pêž qûçê ye û ya pižta qûçê lê be ew li paž qûçê ye.
Têbînî: çavdêr dibêje: dijmin hatin, min xwe avêt pižt gir (darê, kevir; erebê).
Çavdêr li gir bi çavê kozik û çeperê temaže kir, berê kozikê li dijmin e û ew di paž kozikê de ye. Bandora mitirsiyê li rewižta mirov heye; dijmin (mitirsî) despêka žopê ye.
2-2-Žopa bi rûber, qûça bi rûber (tîrêjî).
Heger li ser çem barajek hebe û ev baraj golekê çêdike. Em fêrbûne ku gol û baraj bi hev re bin. Baraj bi rûber e. Kurd dibêjin: "Beden li pêž golê ye û gol li paž bedenê ye."

Gemî
Li ser çemê ferat gemiyek diçe ber bi Bîngolê ve, ji wêneyê hûn dibînin, berpîvana (b) li pêž gemiyê ye, û berpîvana (d) li paž gemiyê ye.

2-0- Liva li ser žopê
Erebe li ser riyekê diçe, an darek li ser ava çem diherike; mirovek di demê de mezin dibe. Paž ew cihê livok tê re buhurîne, pêž ew cihê livok dûvre wê tê re bibuhurin.
Bi gižtî
Pêž/paž têkiliyek e, di navbera berpîvan û qûçekê de ye, herdem bi tîrêjekê ve tê pîvan. Heger žop ne tîrêj be jî, dîsa guman dibe ku despêk û dawiya žopê heye û bi çavê tîrêjê lê tê temaže kirin.
Du rengên hemberkirinê hene:.
1 – Li gor heyîneke li ser žopê (ne ji žopê) bi rûber.- Hêla riwê heyînê, ew pêž e.
2 – Li gor žopê û xalên žopê –rûberê xalê an žopê li despêkê ye. Ango hêla despêka žopê, ew pêž e.
Puxte: rûberê liva xwezayî ya heyînên li ser tîrêjê vajî (hevdijî) rûberê liva tîrêjê bi xwe ye.
Mînak: Em ji newrozê sê mehan dûr in.
"Pižtî 3 mehan emê bigihên Newrozê" – em livok in, ber bi Newrozê ve diçin
"Pižtî 3 mehan Newroz wê bê".- Dem (xala Newrozê) livok e, ber bi me ve tê.
Dilopên ava çem, heyînên di demê de... Bi alîkî ve diçin, vajî vê newala çem, dem.. bi aliyê din ve diçe.
Encama dawî: "Berpîvan li pêž qûçê ye heger riwê qûçê li berpîvanê be, paž zîvirandina rû ye bi 180 pileyî."
Despêkê me mînakek nakokiyê anîbû. Li vir diyar dibe, ku ew nakokiyek sexte bû. Lê derbirîna durist ji berpîvanekê re li ser du tîrêjên riwên wan beramberî hev bûn. Li gor tîrêjekê berpîvan li pêž bû û li gor tîrêja din li paž bû. Ev jî nirxandinek locîk e û ev žêweyê nîžankirin û derbirînê di hemû zimanan de yek e.
Hin têbînî
1 - teyoriya Enižtayn: Pêžî em bêjin ku li gor teyoriya Enižtayn guhertinên dem, cih û giraniyê bi leza gewd ve girêdayî ne; lê guhertinên pêktên li gor lezên li ser zemînê, ewqas piçûk in ku tu terazû nînin, wan guhertinan karibin bipîvin, ji ber vê jî mirov bîra wan nabe û di hižê wî de nameye û nabe ziman û žêweyê derbirînê.
2- Tîrêj niwêneriya cih û demê dike. Ji hêla wateyê ve dem û cih ji hev cihê ne, lê ji hêla matemtîk û bîrsayî (locîkê) ve (žêweyê têkildariyê ve). Tîrêj niwêneriya herdiwan dike. Taybetmendiyên tîrêjê yek e; çi niwêneriya demê bike an cih bike. Dem tîrêj e; wek tîrêja cih ku dûriyekê tenê nîžan bike. Çep û rast yên tîrêja demê nînin.
3 - Hemû qûçên ji demê li ser wê tîrêjê rûberê wan ber bi despêka tîrêjê de ye(dem himber me tê). Sal, roj , meh, kêlîk, saet, milyon sal.
Hemû heyînên li ser tîrêja demê, ber bi dawiya tîrêja demê ve diçin.
4-Liva li ser žopê: Cihê despêka livê ev despêka žopê ye; heger liv ber bi dawiya žopê de be, ew liv bi pêž de ye. Heger liv ber bi despêka žopê de be, ew liv bi paž de ye.
Pêžketin û pêžveçûn; ew e, ku ku liva ber bi dawiya demê (žopê) de pêkhatibe. Pažketin vajî pêžketinê ye.
5- Rûyê livê: Pažverû: ew heyîna ku berê wê li despêka žopê be. Pêžverû vajî pažverû ye
6-Hevalkar û navdêr: Ev xort li pêž e. Qûç negotî ye, ji mijarê diyar dibe.
Mîrê botan got: (kurdîtiya Xanî li pêž e.). Li gor kesên dema Xanî, lê îro (kurdîtiya Xanî li pêž bû.).
Pêž, paž hevalkar in, lê pêžî û pažî navdêr in. Nîžan in, ji bo cihekî (demeke) taybet.
- Žahiyek e, em ji xort re dibêjin: "Pižtî žahiyê paž xwe paqij bike". Ango xanî paqij bike.
Lê heger me jê re got: "pažiya xwe paqij bike"; ew dikare gumana tižtekî din bike.
-erdê beyar li paž terektorê mehêle. Hevalê xwe li paž xwe nehêle.
"Rojên pêžî (yên) adarê" (yek û ... Adarê ne). "rojên pêž adarê" (rojên dawiya režemê ne).
Mirov dibêje "pêžî", jibo tižtek li ber çavê me nêzîk xuya be. Wek: "mirin li pêžiya herkesî ye".
Ji bo musteqbel pažeroj (pažroj) durist e.
"Rojên bên" û "rojên li paž îroj" herdu demekê wek dema musteqbel nîžan dikin. Musteqbel: dema ber bi dawiya demê de, ew musteqbel e.
Mînak: "ez bilez bi alî Amedê de diçûm, her bi her amed nêzîkî min dibû û bi aliyê min de dihat". Di vê rewžê de, weku ez na livim, lê amed dilive û tê.
Mînak: "roj wê bên, emê tê de serfiraz bin" - rojên tên (bên) musteqbel e.
Pažeroj peyvek hevdudanî ye. Ji peyvên (paž) û (roj) avabûye.
Roj xalek e, ji tîrêja demê ye. Yek taybetmendiya (roj) ê tenê heye; ew e, ku demek rût e. Ne giranî û ne dûriyên wê hene ji bilî dûriya demê. Wek diyar bû, rûberê vê xalê li despêkê ye; {ji (roj)ê ber bi dawiya demê ve, ew li paž wê (roj)ê ye.}
Nûbihîstî Peyva hevdudanî cihê ye ji rehên xwe.
"Musteqbelê min li paž deh salan wê diyar bibe"- sibe ne ji musteqbelê min e, lê sibe li paž îro ye !.
Em li pažerojê temaže dikin li gor peyvên wê yên bingehîn. Ne weke têgeheke nû afirandî, nûjen.
Peyva ji du rehan, wateyek nû distîn e, hinekî cihê ye, ji herdu wateyên ku peyv jê peyda bûye. Ev ji peyva musteqbel ya Erebî jî diyar e. Bi demê re, ew peyv jiyaneke xwe ya taybet dijî, wateya wê li gor wê pêž dikeve û tê guhertin.
Mînak: Peyva "serserî", wateya wê hatiye guhertin. Melevanê xwe ser serî davêje avê, an pehlewanê li ser ben ser serî dilîze; ev mirovên han "ser serî" ne, lê ne "serserî" ne.
Tevî îro, çar tiliyên (guliyên) sêgulîkê hene, hîna jî jê re dibêjin "sêgulîk" û navê naguherin "çargulîk". Wisa jî, heger keçek sê guliyên wê hebin, ne ji mafê kesekî ye, jê re bibêje: "sêgulîka min".
Pažguh, zi(k)gurd, berçav, navmalî, kevanî...ev peyvên hevdudanî em wan li gor têgeheke serbixwe dixebitînin.
Peyva pažeroj, peyvek e, di kurdî de têgehek pê ve hatiyê bestin. Ev têgeha pažerojê cihê ye ji têgeha (rojên paž îro); weku têgehên (serserî, sêgulîk,...) Cihê ne ji têgehên (ser serî, sê gulîk,... ).
Durist e, ez bêjim: "pažeroja min pižtî salekê ye"; lê ne durist e, ez bêjim " rojên min yên paž îro pižtî salekê ne".
Pažeroj di kurmancî de peyvek nûbihîstî ye, ji hêlekê ve, em peyvin biyanî dixebitînin, yan jî jiber ku em têgeha musteqbel bi peyvên wek "li pêž min, li pêž filan.. " diyar dikin, jibilî vê jî- ji sedemên nas - xwendina me ya kurdî kê me. Ev sedem tev dihêlin ku peyva "Pažeroj" ji me re nûbihîstî diyar bibe û li guhê me giran be.
Çi peyva niwêneriya têgeheke nû bike û têkeve zimanekî, nûbihîstî ji wî miletî re diyar dibe, bi demê re hogirî wê peyvê dibin. Peyvên (serserî, sêgulîk,...) Despêkê nûbihîstî bûn û bi xebitandinê mirov hogirî wan bûye.
Zimanê gel e, peyva li gor rêzikên awarte.
Wan nivîskarên navên wan li jor buhurî, diyar kirin ku peyva "pažeroj" Feqê Teyran bikar aniye, hem jî ferhengên kurdî pažeroj wateya musteqel nîžan dike, zêdetir li bažûr û rojhilatî kurdistanê dehên salan e, tê xebitandin; di heman demê de peyva pêžeroj ji bo (musteqbel) nehatiye xebitandin. Bi gotinin din pažeroj cihekî xurt girtiye.
Ziman yê gel e ; peyva cihgirtî di ziman de, heger ne li gor rêzikên rêziman jî bin; di ziman de dimîne û dibêjin: "ev peyv ne li gor rêzikên ziman e".
Pažeroj jibo musteqbel durist e, ji hêla ziman û locîkê ve durist e û di zimanê kurdî de cihgirtî ye.








Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=274