Ho Zemînê..
Dîrok: ÇáÓÈÊ 29 ÃßÊæÈÑ 2011
Mijar: Nûçe




Mehmûd Badilî

(ji Wanê re.. ji giyanên di erdhejînê de çûn û yên man )

Ji sêwiyên xwe re bêje
çi di dilê te de digerî..?
min te di germa mista xwe de vediþart
dema ku  pûk û pêlên qeþayê
lêvên xwe di xwîna min de
tûj dikirin


av bi av
min te di navbera ewr û bayê de hildigirt
tu li hawîr xwe
ez li hawîr te
me xwe di hev de digerand
ji heriya rewanê xwe
min dîwar ji mana te re
bilind kirin
û pirça hebûna xwe
min ji destê te re dikizirand
de ji sêwiyên xwe re bêje
îro çi di dilê te de digerî..?
wisa tu bi rûyekî req
bi siya min de diteqî
wisa  di hinavê evîna min de dipiþkî
wisa tu qeþaviya dîwarên xwe
bi ser kezeba min de hildiweþînî
de baþ li hawîr min û xwe bigerî
û bê saw ji bin lingê min biþemitî
bê saw li hêsirê min binerî
bilerizî
biderizî
û bi  xweliya xwe  kulîlkên çavê min
kil bikî
dibe ku valahiya te ji êþa min dadiwerive
dibe ku carekê
alî li agirê min mikur bên
û axa sor li koka xwe vegerî
de binere zemînê binere
li paþ û pêþ binere
ew ava di zikê te de
ji arezûya mine
de li jor û jêr binere
ew bayê li bexçê sînga te dixe
ji henasên mine
de gelekî xwe nehejîne
xwe bi aliyên zorê re nehînijîne
berê berdîwarim
û xemgîniya min kûre
de birînên min yên bax dane bihêle
û destê min berde
min û Wanê di sîravka me de bihêle û here
divê ku dîwarek ji sêwîtiya min re peyda bibe
taku wêneyên zarok û dayikên Wanê
û nexþeya  êþa xwe
li ser binexþînim.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2734