Heta kengî ez gorî?
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 28 ÃßÊæÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



Arjen Arî

Dema ku min dest bi vé nivîsé kir, piþtî nûçeyén erdheja ku bajar û nevçe û gundén bi ser bajar ve avahî bi avahî, xanî bi xanî mîna meþkeke di lewlebé de kil kir û gelek der û dever bi erdé ve kir nanik; péþkéþvané bernameyén av û hewayé é qenalén televîzyonan mîna ku bi hev þéwirîbin gotin, ‘ îþev dé berf bibare bi ser bajaré Þemrangerd’é* de’!
Berî kuliyén berfé, ezazîlén biné erdé li Þemrangerd’a Semîramîs’é  hatin xezebé.
Gotineke péþiyan e dibéjin, ‘piþtî sarbûna birîné birîndar bi birîna xwe dihese.


Þemrangerd’a bajaré Semîramîs’é, bajaré ku demeké serbajartî ji  Qerantiya Ermeniyan kir, îro bi qasî dilé Semîramîs’a ku Ara’yé xwe di þer de wenda kir, birîndar e û her ku diçe bi birîn û birîndarén xwe dihese.
Þemrangerd birîndar e. Birîndareke ku  li tevî navçe û gundén li dora xwe kûr kûr dinale.
Nalîna mirovén di biné xanî û avahiyén bi ser serî û bedena wan de rûxiyayî , di roja çaremîn de her ku diçe nalîn vediguhere xirrîn û bédengiya miriné.
Li gorî agahiyén televîzyonan, heta vé kélîké 500 mirovî jiyana xwe ji dest dane, û zédetirî 1600 birîndarî rakirine nexwesxaneyan.
Û ev jimar, jimara mirî û birîndaran bi dû her saeté de zédetir dibe.
Hévidarim di rojén péþ de jimara kesén ku jiyana xwe wenda kirine zédetir nebe, û birîndarén di nexweþxaneyan de jî rojeké berî roja din bi ser xwe ve werin, bibin xwediyé siheta xwe ya rojén beré, rojén beriya erdhejé.
Pisporén di mijara erdhejé de xwedî gotin, dibéjin erdhej biqasî doþbûna dinayayé ya li dora xwe û li dora rojé  tiþtekî xwezayî ye; lé ya ne xwezayî þéweyé lékirina xanî û avahiyén bi desté mirovan e.
Mirî venegerin jî; çendî kûr bin birîn derman dibin, avahî ji nû ve lédibin.
Lé erdhején din? Erdhején ku bi desté mirovan û devé çekan téne pé?
Li welaté min, welaté min é ku her saet bombe bi ser serî de dibarin; niha vé kélîké li gel erdhaja Wan’é bi her bombeya ku ji her balefiré bi ser serî de té xwaré li vî çiyayî, li vé newalé, li vî gelîyî… bi erdhejan re ne rûberû ye?
Erheja Wan’é  mirov daqurtandibin, xanî bi ser xanî de rûxandibin; erdheja þer li  tevî mirovan dar û daristanan, hélînén çivîkan û moristanan kaf û yekûn nake?
Li gel hejîn û lerizînén li dû hev én piþtî erheja mezin, bi xweragirtina qelþén di biné erdé de, piþtî xisar û zirara ku daye, erdhej dé raweste. Lé erhején ku þer tîne pé? Erhején ku sihar û évarî di dilé Geliyé Lolan de, di gurçikén Heftanîn’é de, di sînga Zap’é pék tén, dé kengî rawestin?
Xwedayén þer, di vé kelîka ku li tevî birîna Wan’é herkes ji héleké xwe de birîndar e, tevþoyén xwe yén þer derxistine, devé tevþoyan dîsa dane ber devé mivredan û ha ha tûj dikin?
Bo seré ké? Bo çengén ké?
Yén ku ji herdu çavan ne hutim bin, dé bibînin ku xwedayén þer, sed taqé miriyén erheja Wan’é  di 30 salén bi þûn de mayî de kirin gorî!
Gorî?
Goriyén þer?
Heta kengî ez gorî?
*Li gorî dîrokzaninan bajaré Wan’ é B.Z.1800 ji héla Mîrzîna Asûrî Semîramîs’é ve hatiye avakirin û vé mîrzîné navébajar  kiriye Þemrangerd

27.10.2011/A.Arî









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2731