Xwest ku wê di deriya rastiyê; rastiya þemitandina wê di nav destên qirêj de, xewkirina wê bi kesên biyan re werke, lê hewldana wî - ji ber devê wî li ber nedigeriya - li ber lingan çû.
- Stêra min ê... Hêjaya min ê :
Tu bû… û ta çavê min bikutkutin li vê jînê, tê bimînî evîna min ya bêhempa. Ew çavên te wê bimînin du kaniyên ji hêviyan... Bîranînên te wê di dilê min de bimînin gulîstanek ji wêneyan ta ku di þevê zivistanê de min bilorînin, û bê þevpest xew bikim... Lê dilê min yê mîna beytikekî serjêkirî di nav destên te de diperpite, û te berê wî daye dojehê; baskên wî þîn hatine, vêca desmala spî li ba bike û rêdana wî ji girtîgeha dil bide, ta ku bi ezmanê azadiyê bikeve.
- Dojeha çi….!!!? Û serjêkirna çi…!? Dilê min hêlînek germ e, bi evîna min nexiþandî ye.
- Lê ew ne cihê min e. Tu xanî nikarin me bi hev re bicivînin, û di tu xewnan de em nema hev dibînin.
- Ka peyvên di hingiv de dakirî, ku te di þevên havînê de di guhê min de dikir pistepist …Simfoniya helbestên ku min ji te re distra û serê te li ser herdû girên Keçaniya min bû!. Ma tu nizanî ku dilê min ji evîna te di ser re çû ye?
- Dil ji evîneke pûç di ser re nare, û ew simfoniya gelemþe, te li ser gelek sîngan lorandiye.
- Ma dema ku te þûrê evîna xwe li min kiþand, te mîna parçemokê , gerdûn berevajî didît...??
- Lê belê Ez mîna yê ku riwê xwe bi neynikê ve bileziqîne, yekcar kor bûm.
Di deriyayeke ji girî werbû û got:
- Tu merovekî dudilî yî, bênêrîn û raman e.
- Ez ê bênêrîn û raman bim, ger ez vê tenaziyê û pêkenînkê berdewam bikim… Tenaziya ku çivîkên dilê min li dor dara te bifirin ,û nikaribin xwe li ser þaxên te deynin; an dilopek av ji sulavê porê te vexwin… Tenaziya ku dergehên hêviyê min li ser piþtê bin û sawîrê te riya wan þaþ bike…Tenaziya ku ez ji te hez bikim û nikaribim te bikim kebanî, malê bi te bixemlînim.
Vêca bihêle ku ez vê evînê ji ser laþê xwe rêþ bikim…!