Þoreþa sûriya û tevgera kurdî di trazîda
Dîrok: ÇáÎãíÓ 20 ÃßÊæÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



  EHMED QASIM

Em bixwazn  nexwazin , kurd perçeyekî binyade ji binyada gelê sûriyayê ku ji çend nifþên netewî pêk tê. Em nikarin wekî kurd, xwe ji kêferata li sûriyê cûda bikin, û ji kar û zirara bûyeran bê parbin. Îro roj sûriya gihîþtiye çateriyake bê veger. Yanî, bi herhalî riya vegerê li pêþ kesî nemaye , ne kurd, û nejî oposisyon, û nejî desthilat. Yanî her nifþek li gor berciwendiyên xwe riya xwe vedqetînê û didê ser wê riya xwe. Di encamêda kar û zirarê hilbijartinê xuya dibê.


Ji ber vê yekêjî çend nêrînên cûda-cûda derketine holê, ew nêrînên bi vacayî hevjî, li gor ecîndayên navdewletî û navçeyî xwe beloq dikin, û li gor wanjî hêzên oposisyonê li hêlekê, û ya desthilatê û yên di bin bandora wêda li hêla din cûda cûda li vê çaterêyê xaçikekê ji xwera vedqetînin.
  A niha, çi rê li ber kurdaye, eve pirsa mezin ku xelk dipirsê, bi taybet xelkê meyî kurd li bersiva dîrokî digerê, ku çi þaþî bigrê wê nirxê wê þaþiyê dibil dayînbê. Di baweriya minda ku heta îro partiyên kurdî nikanin biryara aþkere bigrin, ji ber ku baweriya wan bi pêkanîbûna xwe nayê, û dibînin pêkhatî û pêkweriyên di rojên bêda giring û bê hûdene, dibê li tola wan neyê, ji ber vê yekê bi tirsin, û herwehajî biryara li darxistina kongirê li paþ dixistin , ku rewþ bîtir zelal bibê û bar li ser milên wan sivik bibê.
   Lê ya PYDê tiþtekî dine. Em tev zanin ku PYDê hevrêzê PKKêye û bûyerên li QENDîLê bandora xwe davêjê ser pêvajoya kar û erkên pydê li hindirê sûriyê. Bo vê rastiyê jî, tevlehevî dikevê nav sadeya bînerên kurd, û neçarin li vê tevlihevîyê bê rol bimînin, ji ber PYDê ne wek partiyên dine, ku îro roj kanê bi tenî xwe kolanan dagrê li beramberî piranî patiyên din ku nikarin þevbêrkekê bi rêxin. Ji ber vê rastiyê jê, desthilata sûriyê giringî didê PYDê û xelkên li dû  wê, di wexteke ku turkan li dijî pkkê bi germî operasyonê didomînê, li QENDîL û HEKARî. Desthilata sûriyajî çavên xwe ji çalakiyên PYDê digrê da ku navçeyên kurdî nekevin tev xwepêþanderên li navçeyên din berdewamin. Ji mafê pydê ye, ku ji vê derfetê sûdê wergirê, û rêzên xwe xurt bike di nava xelkên kurd de, di wextekê de, ku partiyên din ji zeboniya xwe nikanin li kêlek PYDê çalakiyên berçav bikin. Bi vî awayîjî mirov dibînê ku kolana kurdî careke din dikevê bin destêPYDê , û ji bo ti partî bi PYDêra nebne hevpar, yanjî PYDê xwe bi ti girêkên kurdî xwe girê nedê, xwe ji kongirê paþda dikþînê, û bi tenê lihevhatineke tektîkî bi desthilatê re didozînê bo piþtgêriya PKKê di þerê bi turkan re. û partiyên din dixê rewþeke bêçare.
       A niha xek li navan nagerê, dem demê kolanane, yên hêzên xwe li nav kolanan hebê ew dikevê rêzên pîvanan di diwaroja sûriyada. Rêjîmjî heta bi sînorekî li wê teraziyê dinêrê, di wexteke ku kolana kurdî bi sê beþan bûye: beþek bi serpereþtiya PYDêye, û beþek serbixweye, xwe bi xwe rêzkiriye bi navên hevrêzên þoreþê tevlî xelkên sûriyê xwepêþanderin, û beþê hindik li gel partiyên dinin, ewjî du-sê partîne. Ca partiyên hene tenê bi navin, xwe di siyê partiyên mezinde vedþêrin. Bawerim ku nakokiyên mezin ji bin serî wan partiyên bi çûk derdikevin . eger ne wabê, kîjan ujdana qebûl dike ku Pydê bi 8 nûneran herê kongirê û partîne hene ancax nûneran parsbikin , ewjî xwedî 8 nûneranin.
         Bawerim tevgera kurdî di ti traziyande tineye, ji ber bixwe di nav xweda bê traziye, lê nayê wê sayîyê ku kurd bi tevayî di terazîyêde nayê pîvanê, ji ber ku kurd hebûneke netewîye, û perçayekî bingehîne ji gelê sûriyayê, bawer nakim rewþê kurd bandora xwe bide ser diwaroja gelê kurd. Ji ber tiþtên di nav kurdande hene , ji wê bîtir di nav xelkên dinên sûriyadajî hene, ev nabê sedema çaresernekirina pirsa kurdî, herweha bawerim, ku nayê rayê eger pirsa kurdî çaresernebê û sûriyake demuqrat û hêmen û hevbeþ sazbibe. Yanî pirsa sûriya bi çareserkirina pirsa kurdî va girêdayî
        Lê tiþtê ku ji bale me nerê, pêwîste em zanibin ku çiqwas bandora buyer û rêveçûna pirsa kurdistana turkiya di van rojande li ser rewþa kurdî li sûriya heye. Pêwiste tevgera kurdî bercewendiya herdu perçeyan bidne ber çavan. Ev þerê Turkan nayê qebûlkirin, ne tenê nayê qebûlkirin ,belê ciyê riswakirinê, û ji her kurdekî tê xwestin li rûyî vî þerî bisekinê,û piþtgêriya mafê gelê kurd li kurdistana turkiya bike, û di wê pîvanêda mafê gelê kurd li sûriya bin- pê nebê.
         
  Nivîskar û siyasetmedarekî kurdê sûriyayê 
 20/10/2011






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2712