ser saxî ji girûpa Dêrikê ya çanda kurdî
Dîrok: ÇáÃËäíä 10 ÃßÊæÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



Rêzdaran serwer û endamên Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê.
Yekîtiya Hevrêziyên Ciwanên kurd li Sûriyê.
Malbata têkoşerê kurdê navdar Mişel Temo.
Bi dilekê kul û kovan me nûçeya terorkirina xebatkar û ronakbîrê kurdê navdar Mişel Temo bihîst.
Bi rastî evê rûdana giran û diltevzîn em ji nişkî ve hejandin û birîneka kûr di kovanê dilê me de vekir.


me serkirdê kurd yê dilgerim û têgihiştî Mişel Temo ji nêzîk ve nas dikir û me kar û bizavên rewşenbîrî bi hev re kirine,tucarî ked û karê wî yê çeleng û jêhatî di damezrandina Navenda Celadet Bedirxan ya rewşenbîrî de nayê jibîr kirin.
şûn û şopa wî di nava rêzên tevgera kurdî ya siyasî de û herweha di nav bizava rewşanbîrî de nayê wenda kirin,ji ber ew xwedî rol,hizir û bîreka cuda bû û kartêkirineka wî ya berçav û xuya di geşkirin û xurtkirina pêla nerazîbûn û xwepêşandanên gelê kurd dijî rijêma Ba`as de jî hebû.çûna mêrovekê merd û pêşeng mîna Meşel Temo di vê serdemê de ne tenê zirarê digihînê malbat û hevalên wî,lê belê ziyaneka mezine ji xebata gelê Sûriyê re bi giştî û ji ya gelê  kurd û kêşa wî ya rewa re bi taybetî.xwîna Mişel Temo ya gerim û paqij li ber çavên xebatkar, xort û ciwanên kurdan  naçê û wê li ber bêhna wê xwîna zelal û buhagiran gul û kulîlkên azadiya gelê Sûriyê bibişkivin.herweha xortên kurdan jî wê rêya xebatkar û têkoşerên xwe bernedin,ta ku gelê kurd bi mafê xwe di azadî û rizgariyê de şanebê,ji ber ew baş dizanin ku buhatirîn xelat û rêzgirtin ji xebata têkoşeran re ewe, ku ew  rêya wan şopandî nemînê vale û çira karwanê xebatê nevemirê.
Dawiyê em bi navê Guropa Dêrikê ya Çanda kurdî  serxweşiyê li tevaya gelê kurd dikin û hêvîdarin ku xwedayê mezin cihêpakrewanê me bikê buhişta dêrîn,û sebir û hedarê bi dê kes û kar ,heval û hogirên wî, û serşorî û rûreşî ji destên gemar û dijminê kurdan re.
Guropa Dêrikê ya Çanda kurdî  .
Dêrika Hemko : 8/10/2011








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2686