Bangewazî ji komîta amadekar ya mihrecana helbesta kurdî li Sûriyê
Dîrok: ÇáÓÈÊ 24 ÓÈÊãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



  gelî helbestvanên hêja û bi rêz, hûn tev dizanin ku dema lidarxistina mihrecana helbesta kurdî li Sûriyê pirr nêzîk bû ye, di dema ku ev mihrecan bû ye þemala ronahiyê û parçeyek ji rewanê her helbestvanê kurd di dîroka helbesta kurdî de ji salên nodî ta nuha.
Îro ji me tevan tê xwestin - dest bi dest dil bi dil can bi can – ku dîsa, em agirê vê þemalê bi heblbestên xwe geþ bikin, û her yek ji me ji aliyê xwe, bi çoþa hindirê, bi nîgaþ û hestên xwe, em vê mihrecanê ya ku di rewþeke taybet de dê lidarkeve bixemilînin, nemaze ku ev mihrecan dê di bin diruþma - mihrecana azadiya zimanê kurdî - de  lidarkeve.


îca gelî helbestvanên hêja û delal, ji me tevan têxwestin ku em piþtgiriya vê mihrecanê bikin, û em tev kar bikin, her yek ji hêla xwe ve ku em bejna helbesta kurdî bilind bikin û ala azadiya zimanê xwe li asîmanê hebûnê hildin, ji me teva tê xwestin ku em bibin alîkar da ku ev mihrecan biserkeve, serkeftineke bi cî û war, dema em (komîta amadekar ) bi vî rengê ha bangewazî we dikin, em xwe weke we dibînin, ya dîtir barê me barê we ye jî, de ka em bi hev re vê berpirsyariyê bi dil û can hilgirin.
daxwaza me ji we yek bi yek, ku hûn tev beþdar bibin, her çiqasî ev mihrecan berfireh be, serkeftina wê jî dê gewre û ber bi çav be.
dawiyê hêviya me ewe, ku hûn helbestên xwe ji me re li ser Emaila mihrecanê biþînin, yan dest bi dest, ji ber ku dê mihrecan di wexta xwe de lidarkeve.
Email: mehrecanahelbeste@gmail.com

Bi hev re Ji bo serkeftina Mehrecana Azadiya Zimanê Kurdî
            
             Komîta Amadekar
 ya Mehrecana helbesta kurdî li Sûriyê        
        18/9/2011

 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2669