Sal salan dispêrin hev *
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 02 íäÇíÑ 2007
Mijar: gotar


 M.Emîn

Sal di çin û tên û salan dispêrin hev, salên Kevin xwe ji rêwengiyê re kar dikin, hêviyên bingirtî dihilkewêþin, didêrin û li berbadikin, cil û berkên rengîn, kar û barên xwe di nava buxçika bûkaniyê de di pêçin û li piþta xwe dikin, omîd, daxwaz, kul û derdan pêre serbardikin .


Salên Kevin di ber hev re di bin siha bîranînên bergirtî de li hev mehirdikin û di bîra kûra hêviyan de bi hostayî wan disûn û di rex hev de rêzdikin, rêzên dîwarê hêviyan hêdî-hêdî di nejirînin û bi demê re zincîra bejin û bala wî bilind dikin .

Sal di bihorin û salin nû singa xwe ji jiyaneka nûtir re vedikin, bergeh û rûpelin sipî li pêþiya xwe radixin, Tûrê omîdan ji milê xwe tavêjin û li beyarekê stewir valedikin, omîdên zîldayî ji nav koma wan vedwejêrin û bi cansivikî wan didin alî, wan berhevdikin û di jîngeheka saxlem û aram de, li ber awir û çavdêriya evîndarên jiyanê ji nû ve di gulzara vîn û viyanê de bi nermî di çînin .

Sal sala himbêz dikin, di salên nû de kaniyên daxwaz û xwestekan derdibin, ava zelal di cok û rûbarên hiþ û sewdanan re di herikin, cokên gerav û av lê palayî, golên rawestayî û av lê pengayî ji nû ve nû û zelal dibin, li berav û kevanên çem û kaniyan gul û kulîlkên ciwan vedibin û bêhneka xweþ li hewîrdorî xwe di barînin, jîn û jiyanê bi xwe re xweþdikin, hêviyên evîndarên jiyanê bi jiyaneka azad û serbest di xemilînin.

Sal derbasdibin û salin nûtir cihê wan digirin, lê bayê hêviyan na rawestê, jenên dilê dildaran na tebitin, geþbûna çirîskên omîdan na çilmisê, na kitirê ta ku destên bendkirî rizgar nebin û dergehê rikehan li piþtê newin vekirin .

em bi hêvîne ku sala nû, sala (2007) ê singa xwe ya sipî ji hilgir û berevanên bayê hênik û bêhna xweþ re vekin, ku bi Karin bi nerim û nazî dora hêviyên zîl û katedayî bi xepêrin û wan di bin sêhwana xwe de ji tîrêjên kelagerma havînê bi parêzin, ta ku ne çilmisin, roj bi roj mezinbin, her û her bi mînin avis û dilgerim,tov û berê nûhatî zêde bikin û pêþeroja salên dahatî ronî û geþtir bikin .


* ev gotar di belavoka (partî - hijmar (3)) de hatiye weþandin







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=266