koletî li me pîrozbê
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 14 ÓÈÊãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



Lazgîn dêrûnî

Heger dê û bavê yekî kolebin !!!
Ma gelo ewê çibê?
Heger yek ji þîrê koletiyê firþik bûbê!!!
Ma gelo ewê çibê?
Heger dê û bavê yekî kumê hîzîtiyê dabin serê xwe!!!
Ma gelo ewê çi dê serê xwe?


Heger dê û bavê yekî bênamûsbin!!!
Ma gelo ewê bi namûsbê?
Heger dê û bavê yekî tifek nedabine dijminê xwe!!!
Ma gelo ewê çawa serê wî biþkênê?

Belê mirov çav li dê û bavê xwe dikê .mêranî û lehengiya bav û kalê xwe tînê bîra xwe . li dîroka wa di vegerê ,ka çi berxwedan kirine ,ka çi anîne serê dijminê xwe,ka çawa doza mafê xwe kirine.
Ji roja serxwebûna dewleta SÛRÎ ji bin destê FERENSA sala 1947 heta roja îro,kurd dibin nîrê koletî û sitemkariyê de di jîn,bê maf ,bê azadî,bê rûmet,heta kû baasê SÛRÎ hebûna kurda li sûrî mandele dikê,ji vê yekê gelek piroje anîne serê kurda .jimarek ji wan bê nasname kirin,zinara erebî çêkirin,EREB li nav wan bici kirin.lê li hemberî van pirojan ,ka bav û kalê me çi tevger û berxwedan kirine,çend  gavan pêþve çûne,da kû emjî riya wan bigrin û bi þopînin .
Raste kurdên SÛRÎ partî çêkirin lê biryara wan ya siyasî ne serbixwebû ,belê dibin bandora kurdên ÎRAQÊ de bû ,bi taybetî dibin bandora PDK bi serokatiya BERZANÎ û YNKbi serokatiya TELEBANÎ,ji vê yekê van partiyan nikarîbûn rojekê ji rojan biryarekê yanjî helwesteke serbixwe rast û dirist bidin û bistînin di derbarê wan proj û sitemkariya li ser wan,belê biryarên  wan tim li gor lêvegerên wan yê li ÎRAQÊ bûn , dema ew lêveger ji rêjîma SÛRÎ razîbûn kurdên SÛRÎ jî razîbûn ,û dema ew jê ne razîbûn kurd li SÛRÎ jî ne razîbûn,em tev dizanin kû TELEBANÎ partiya xwe li SÛRÎ çêkir dibin çavê guhbelên SÛRÎ de,û hetta nihajî ew bi xwe dibêjê hestiyê min ji XWEDÊNE lê goþtê min ji mala ESEDE , ji vê yekê îro hiþkere û bê tirs biþtgîriya rijîma SÛRÎ bi mal û canê xwe dikê,vêce çawa ew partiyê kurdên SÛRÎ yê li pey wî wê dijî vê rijîmê rabin û tevlî þoreþê bibin.
Ji aliyekî dîve ,dema PKK çêbû û derbasî SÛRÎ bû ,û têkilî bi rijîma SÛRÎ re çêkirin û kete bin bandora wêde ,û jê hate xwestin kû berê kurdê SÛRÎ bidê kurdistana bakur bi navê þoreþ û serxwebûna kurdistanê,lê  armanc jê ewbû da pirsgirêka kurdê SÛRÎ beravêtî bibê,ji vê yekê bi hezaran xortên kurdên SÛRÎ tevlî PKK bûn û þehîd bûn , malbatên wan þehîdan jî bi xwînê ve hatin girêdan û li pey man ras ne rast.lê berî vê gelek kurdê SÛRÎ bûne PÊÞMERGE jî li BAÞÛRÊ KURDISTANÊ û þehîd bûn ,malbatên wajî bi wave hatin girêdan û berê wan kete baþûrde.
Van bandoran kurdên SÛRÎ kirin du qet ,qetekî berê xwe da baþûr ew bûne BERZANÎ û qetê dî berê xwe da bakur ew bûne APOÇÎ .ev bêtirî sî saliye kurdên SÛRÎ li vê daholê dixin,li HEWLÊR û DIYARBEKRÊ þêr û pilingin ,li qamiþlo û EFRÎNÊ kîso û rovîne .cejnû bîranînê kurdê SÛRÎ tev bûne li ser bakur û baþûr li ser BERZANÎ û APO liser PDK û PKK.yekî gote hevalê xwe min li ÞAMÊ heft miþar kirin gavek ,hevalê wî lê vegerand û got:ÞAM dûre lê miþar ne dûre ,ka li vir heft miþara bike gavek heger tu rast bê.
Kudên SÛRÎ:heta kengî winê peyayê xelkêbin,heger win bixwazin vê koletiya kû me di destpêkêde got ji ser   xwe rakin ,divê win li xwe vegerin, meydana QAMIÞLO û ÞAMÊ meydana weye ne ti deverên dî.
  Lazgin60@gmail.com
14/9/2011
  







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2652