Durûtî û helwestin neyînî
Dîrok: ÇáÃÍÏ 04 ÓÈÊãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



Melevan Resûl
 
Gerdûn bi saya serê bîrûboçûnên cihê bi pêþ ketiye û gihaþtiye vê qûnaxa serdemî , rê li pêþiya hemû tiþtî dibe ku were girtin yan astengî jêre çêbibin , lê tucarî nabe ku rê li pêþiya raman û bîreweriyên azad were  girtin , pêtiviye her mirovek cih di nava civak , derbirînên kesane , û guherînên bi bandor di jiyana mirovan de bi çalak be , ji lew civak bi giþtî dibe xwedanê avedankirinê û yan rûxandinê , berpirsiyriya her endamekî di dewrana hêza veguherînê de heye , dawî mebest wê avakirin û damezrandina ramnanên berhemdêrli dij ralîteya kêsbazî û revokên durû  saz bibe û li pêþ keve .


Çima min ev babet ji xwere kire mijara gotinê ?
Bi rastî hêvî û omîdên gelerî û netewî hem di asta kesayetî de û hem jî di hizrên komikî de , temam bi bawerîn e ku kesayeta ronakbîr û rêçenasên barhilgirê kêþeya netewî di navkirina sertûka civaka kurdî de ye , ew jî rewþenbîr û xwedan hestên netewî ne , omîdên geþbîniyê bi rola wan heye ku bibin melevanên qeyika li ber pêlên har ketî , bighînin bejaya aramî û hêminahiyê .  
Lê ya seyr ewe dema ew mirovên xwe di bin siha navê rewþenbîriyê de diveþêrin û zimanek li gorî xwe peyda kirine ku dûrî hêvî û armanca ye , nemaze reþnivîsên di bin sêwana ramanê azad de reþepîtan bi erzanî dirijînin , hîç giyanê berpirsiyariyê li nik wan peyda nabe , min berê got ku mirov dive di civaka xwede çalak be , gelo ma çalakî di derbirînên girêdayî sûde û berjewendên kesane de ne yan çalakbûn di xwesûtana ji bo encamkirina doza netewî de ?.
Tevî rêzgirtina min ji nivîskarên xwedan helwest re heye , mebesta min ti carî ne ewin , lê em hemî li xêzikên dijberiya bivaza netewî li ber çavên beloq dibînin ka çima durûtî û giyanê kêsbaziyê heta vê radeya bivek têgihiþtiye û berî li xemsariyê ye û heta radeya dijminahiya çirîska ronahiyê ye ya ku niha heme heme wê dipijiqe , li xweþiya tu kesî naçe dema sernivîsek bi awayî dijminane bi xameya nivîskarekî were nivîsandin , helbete azadiya raman mafek gerdûnî ye û bi yasayan hatiye misogerkirin , lê gelo pêla fiþtiqandin û binavêtîkirinê ma rewaye ? ji berê de gotinek me heye dibêje : ( nan bi xwê û xwê bi ma-ene ) ya dawî pêwiste em ji hev bipirsin : gelo ma giyanê kurdewariyê di reþkirinê de ye yan di rastgoya gotara kurdî de ye .
Hêviya min ewe ku her mirovek dema dest bavêje xameya xwe , pêþî kumê xwe ji xwere bike qazî û destê xwe li ser ojdana xwe dane ( heger ojdan hebe ) ji nû bila çavê xwe bigre û devê xwe berde , ez bextê wî dipejirînim heme çi ferman bike bê dudilî ez jî tevlî wî dibim .
3/9/2001








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2636