Kengê dê cihê me kurdan jî di bin tava rojê da hebe? (Xelek 3) Neviyên Lehengan û Azadîxwazan
Dîrok: ÇáÎãíÓ 18 ÃÛÓØÓ 2011
Mijar: Nûçe



Nivîskar: Dr. Ehmed Xelîl.
Çavdêriya zimanî: Mustefa Reşîd

Di çarçewa cîhanî da:
Di havîna sala 1967-an da, ez lê hay bûm, ku welatê Cezayir mamosteyên dibistanên seretayî daxwaz dike. Tevî ku min bawer nedikir ezê werim pejirandin, min dît a baştir ewe, ku ez vê keysê ji dest xwe bernedim, lewra min bi lez belgeyên xwe xistin dest komîtê û ez piştî du sê rojan çûm hevdîtinê.


Helbet min xwe ji bo pirsan di mijara kurd û Barzanî da amade kiribû, lê tiştekî pir seyr bû, ku endamên komîtê nêzîkî wê mjarê nebûn û tiştê seyrtir ew bû, ku piştî hefteyekê navê min di lîsta pejirandinê da hate xuyakirin.
Helbet ez li xwe şat mat mam û rabûm bi xwe ra bêjim: Kuro! Ma eva rastî ye lê xewne? Çawa berpirsiyaran kurdîtiya min nekirin bend û hêştin ez werim pejirandin? Bi rastî vê bûyera nişkegavî, gelek bextewarî xiste dilê min û hêşt, ku ez dilşad bibim; û ji bo çi na?! A binere! Ez xortê perîşan û bêçare, dê zû bibim xwedî mahneyeka bilind û ezê şadiyê û bextewariyê têxim dilê dê û bavê xwe. Ji bilî vê jî, ez bexterşê ku çi der nedîtine, ji bilî Kurzêl û çend gundên derdorê; û ji bilî Efrîn û Helebê; niha ezê herim bajarê Şamê bibînim, bi ser da jî ezê li balefirê siwar bibim û herim wlatê Cezayir bibînim. Ma ji vê wêdatir ez çi daxwaz dikim?
Min di wê demê da nizanibû, ku desthilata Cezayir ji bo erebkirina gelê Berber li Cezayir biryar girtiye û arîkarî ji dewletên ereban daxwaz kiriye, desthilata Be''''isa Sûriyê bi dilgermî arîkarî di vê pirojeyê da kiriye û bêhtirî 700 mamoste şandiye; çimkê erebkiria gelên ne ereb, yên di bin desthilatiya erebî da, yek ji piransîp û bîr û baweriyên bingehîne di îdeologiya Be''''is da. Ma wê ne baştir be, ku yekî mîna min ê kurd jî cihê xwe di vê pirojeyê da bigire û berjewendiyên pirojeya (erebkirinê) pêk bîne?
Ez nêzîkî dawiya meha Tebaxê sala 1967-an gihiştim Cezayirê û di nivê meha Tebxê sala 1969-an, vegeriyam Sûriyayê. Vegera min û çend hevalan ji Cezayirê ta Mersîliya (li Frensa) bi keştiyê bû. Piştî wê jî bi rêya tirênê bû. Em ji Frensa, derbasî Îtaliya, Yugoslaviya (a berê), Bulgariya, Tirkiya û em di Helebê ra derketin. Em hin caran ji rawestgehan (stasiyonan) dernediketin û em ji tirênekê diçûn tirênekê û hin caran jî piçekî di nav bajaran da digeriyan, wek Mersîliya, Vînîsiya, Belgrad, Stenbûl û Anqere. Raste, cihên ku me dîtin hindik bûn, lê li gor pergala me gundiyên bextreş û bêçare, û di wê demê da, çûndina min a Cezayirê wek çûndina asmangerên Rusan û Amerikanan ya ser heyvê bû.
Naskirina gelê Amazîx:
 Bi rastî, çûndina min a Cezayirê – li gor rewşa min a wê çaxê –  ji du hêla da gelek bi sûde bû:
- Ji hêlekê da, wê çûndinê kir, ku nêrîna min a erdnîgariyê fireh bibe; ez ji çarçewa Kurzêl, Efrîn û Sûriyê, derbasî  beja Afrîka û beja Ewropa bûm û ji çarçewa navxweyî derbasî çarçewa cîhanî bûm. Vê yekê hêşt, ku hest, hizir û ramanên min dewlemend bibin.  Erê, ku tu wlatekî û gelê wî bi çavan bibînî, pêra bidî û bistînî, baştirî ku tu deh pirtûkan li ser wî welatî bixwînî.
Ji hêleka dî da, bi wê çûndinê min ji nêzîk va gelê Cezayir naskir û piştî gihîştim wir, ez li van tiştan hay bûm:
1 - Ez lê hay bûm, ku piraniya gelê wî welatî ne erebin, piraniya wan Berberin û xwediyên welêt yên resen ewin, hinek ji wan - nemaze niştecihên bajaran - bi erebî dipeyivin, lê gundî û koçer bi zaravayên berberî dipeyivin û rola me mamosteyan em zariyên wan hînî zimanê erebî bikin.  Ji ber ku welat firehe û zaro pirin, pêwîst bû mamoste jî pir bin. Lewra çi astengî di rêya min da, li gel endamên komîta pejirandinê peyda nebûn.
2 - Ez lê hay bûm, ku di baweriya gelê Cezayir da, Erebayetî û Islametî yekin; bi carekê da ji hev naqetin, ku mirovek ereb be wate ewe, ku misilmane, û eger ku misilman be wate ewe, ku erebe, lewra jî çaxa ku min bi hevalên xwe ên Cezayirî ra digot ez Kurdim, vediciniqîn, ji nû va li min dinêrîn û bi gumanî digotin: Ma tu ne misilmanî? Gava ku min digot: Belê, ez misilmanim, digotin: vêca tu erebî. Ev bawerî diyar dike, ku pergala netewa gelê Berber - di wan deman da - gelekî têkçûbû û pergala me kurdan di vê babetê da li pêş ya wan bû, çimkê me dizanî ku em misilmanin, lê em Kurdin, ne Erebin, ne Tirkin, ne Farisin.
3 - Ez lê hay bûm, ku piraniya têkoşeran û serdarên wek Ehmed Bin Bêlla û Hewwarî Bomidyen, ku li dijî desthilata Frensa şer dikirin, ji Berberan bûn, û piraniya cihên şoreşê yên girîng li deverên wan ên çiyayî bûn, wek Çiyayên Orasê; û yên ku pirtir xwîn rijandin û malên wan wêran bûn Berber bi xwe bûn.
4 - Ez lê hay bûm, ku Berberên Cezayir du beşin:
A - Beşê yekemîn: Yên ku li dijî desthilata Frensa rabûn, Islametî û Erebayetî di baweriya wen da yek mijare bû, piraniya wan şagirt û dûvelankên melan û çanda ola îslamî bûn, û piştî ku Frensa dagîrkirina Cezayirê bi dawî kir, endamên vî beşî desthilata Cezayir bi dest xwe xistin û rabûn bi lez û bez pirojeya Erebkirina gelê Berber cih bi cih kirin. Di wê demê da ew piroje bi rêvebiriya serekkomar Hewwarî Bomedyen didomiya; ewa jî bi xwe ji berberên Çiyayên Orasê bû, lê berî ku bibe endamê şoreşê, di Zankoya Ezher a oldarî da li Misirê dixwend.
B – Beşê duwemîn: Yên ku bi duristî bi kok û çanda xwe ya berberî bawer dikirin, û didîtin ku Ereb jî wek Frensiyan dagîrkerin û, di baweriya wen da, ew kesên Berber, wek serokkomar Bomedyen, yên ku projeya Erebkirinê li welêt pêk tînin, bi rêya şaş da diherin. Endamên vî beşî nikanîbûn hestên xwe yên hêrsbûnê binpê bikin, û di mehên pêşî da min bi xwe gelek alozî ji hêla zariyên wan didît. Helbet wan nedizanî, ku ez Kurdim, tenê li min dinêrîn, ku ez Erebim û hatime wan bikim Ereb.
Lê piştî pir salan, û çaxa ku agahiyên min yên dîrokî dewlemend bûn, ez lê hay bûm, ku navê resen ê vî gelî ne (Berber)e, navê wan ê kevin û resen (Emazîx’e), wateya wê jî (kurên azadîxwazane) û navê welatê wan (Temazga) ye, bi ser da jî ez lê hay bûm, ku ev gela xwedî welatekî pir firehe, ji rojavayî Misirê da dest pê dike, û dere ta Zerya (Oqyanûs) Etlesî, û ev dewletên ku navên wan Lîbya, Tûnis, Cezayir, Mexrib û Morîtaniya ye, ji binyata xwe da welatê bav û kalên gelê Emazîx’e.
Ji bo kok û binyata gelê Emazîx, di hin jêderên dîrokî da hatiye gotin, ku pêşiyên gelê Emazîx ji rehên (Arî) ne, çi têkeliyên wan yên etnologî bi rehên Samî û gelê Erab ra nînin, û gelek dîrokzan teqez dikin, ku li dor sala (1200 b.z) beşin ji gelên Arî, yên ku niştecihyên navenda bejê Asiyayê bûn, koç kirin û ber bi Ewropa rojhilat çûn, hinek ji wan jî derbasî Ewropa rojava bûn,  hineke din jî li keştiyan siwar bûn, di Derya Sipî ra derbasî bakurî bejê Afrîkayê bûn, û li wan deveran bi cih bûn; ewana pêşiyên gelê Emazîx bûn.
Di pêra dewleta Yûnan êrişî deverên Emazîxan kir û welatê wan ê ku li kenara Derya Sipî dikeve xistin bin desthilata xwe. Navê Emazîxan kirin (Berber), bi wateya (gelê şundemayî - ne şaristanî, û piştî Yûnanan, ew dever ketin bin desthilatdariya Romanan. Wan jî navê (Berber) bi kar anî, û çaxa Erebên misilman, di sedsala (7 z) da welatê Emazîxan ji dest Roman girtin, wan jî navê (Berber) bikar anî, û navê resen (Emazîx) careke din di sedsala bîstan da derkete holê; ew jî piştî ku hest û ramana neteweyî di dil û hizra çend rewşenbîr û ramyarên Emazîxî da geş bû.
Erê, çaxê ku dagîrker û setemkar gelekî dixin nav neynok û diranên xwe, ne tenê dîrok, çand û zimanê wî wenda dikin, lê bi ser da jî navê wî  ê paqij û payebilind jî pîs û riswa dikin. Bê guman, ev pilana ku bi serê Emazîxan da hatî, bi serê Kurdan da jî hat.
Ji bilî van agahiyan, tiştê seyre, ku hin dîrokzan dibêjin: berî Pêxember Îsa bi çend sedsalan (çerxan), çend hezar ji şervanên Mîd (Med)- yên ku beşek ji pêşiyên Kurdane - ji Asiya derbasî bakurê Afrîka bûn, û li wan deveran bi cih û war bûn. Tiştê ku vê agahiyê teqez dike ewe, ku navê welatê Cezayir, berî Isa bi sê çar sedsalan, Numidiya bû, û şahe Emezixî ê ku navê wî Masinissa bû (238 – 148 b.z), şahnişîneka serbixwe li wir bi navê Şahnişîna Numidiya ava kiribû, û Romanan nikanibû wî bixin bin destê xwe.
Hevbeşiya Kurd û Emazîx:
Helbet ez nabêjim ku gelê Emazîx ji koka xwe da Kurdin, lê bi rastî, çaxa ez di nav wan da dijîyam, û pşitî min hinekî dîroka wan vekola, min gelek sincî û diyardeyên hevbeş di navbera wan û kurdan da dîtin, fermo hindek ji wan sincî û diyardeyên hevbeş:
1 – Mirûz û duristî:
Bi gelmperî, mirûzê Emazîxan hinekî tûje, wek mirûzê kurdan û ewana xwîngermin,  kela hêrsa wan zûka radibe û di ser ra dirijê, tiştê di dilê wan da li ser lêvên wane, û hinekî sertin, lê di kar û barê xwe da duristin, ne canbaz û ne xwedî lîstokin, zû tên xapandin û dikevin ber davên dagîrkeran; û bêguman ev sincî di kesayetiya Kurdan da jî hene.
2 – Mêranî û şervanî:
Emazîx,wek kurdan, bi gelemperî dilêrin, xwedî mêranî ne û şervaninî jêhatî ne, hezkirina azadiyê û serfiraziyê bi kûranî cih di kesayetiya wan da girtiye, ji bo vê jî Erebên misilman, di sedsala (7 z) da,  li dirêjiya heştê salî ceng kirin, ku kanibin raperîn û şoreşên Emazîxan vemrînin û wan têxin bin desthilatiya xwe. Her weha piraniya şervanên ku êriş birin Spaniya (Endelûs), ew dagîrkirin û xistin bin desthilata Erebên misilman, ji gelê Emazîx bûn, û serdarê wan ê navdar Tariq bin Ziyad, ew jî Emazîxî bû.
3 – Dilpakî û duristî:
 Emazîx - wek kurdan - bi gelemperî dilpak û di baweriyên xwe da duristin, û tevî ku bi zora şûr - wek kurdan - bûn misilman, lê bûn misilmanên pir durist, ta radeyekê, ku piraniya wan - wek piraniya kurdan - dibûn dîlên qafgermî û sergêjiyê. Ol bû sedem, ku ew pê werin dagîrkirin. Werin em li gelên Ereb, Faris û Tirk temaşe bikin û biponijin: Ev her sê gel di bin sîwana Islametiyê da bûn xwedî împeretorî û dîrok, ziman û çanda xwe dewlemend kirin, lê Emazîxî û Kurdan di bin wê sîwanê da dîrok,  ziman û çand, û bi ser da jî welat wenda kirin. Bê guman, rola zanyar û feqiyên ola îslamî, yên Emazîx û Kurd, di çarçewa vê wendakirinê da roleka aşkere û tirsnake.
4 Civata êlîtî:
  Bingeha civata Emazîxan, wek civata kurdan, bingeheke êlîtî ye; mixabin, ev jî yek ji sedemên ku gelê Emazîx- wek kurdan - li dijî hevdu radibin û li hember dijminan û dagîrkeran nabin yek. Ji bilî vê jî, ev hizra êlîtî, di pir helwestan da dibû çek di destên dijminan û dagîrkeran da, bi wê çekê berxwedan û şoreşên Emazîxan hildiweşandin, di pê ra welatê wan dagîr dikirin, û helbet belgeyên vê diyardeyê di cengên Emazîxan da li dijî Roman û Erebên misilman, gelek pir û aşkere ne.
5 – Hevdijîya nav û rewş:
 Bi me ra derbas bû, ku navê (Emazîx) wateya (kurên azadîxwazan) dide, û di hin jêdran da hatiye gotin, ku navê (Kurd) wateya (leheng û qehreman) dide. Gelo ma ne tiştekî seyre û dihêle mirov şat-mat bimîne, ku kurên lehengan û kurên azadîxwazan, ta îro bindest bimînin û nebin xwedî dewlet, di welatê dê û bavên xwe da bi navê (kêmayetî werin naskirin?
Pêşniyarek:
Ev hinek agahî û nerîn bûn, yên ku ez lê hay bûm, çaxa ku ez li Cezayir bûm, û piştî ku ez di çarçewa xwe-naskirina neteweyî da, û di mijarên dîrokê da pêşda çûm. Li dawî, ez nikanîm xwe ji pirsekê bidim alî; ew pirsa jî eve:
Gelo ji bo çi ta niha rêberên Emazîxan û Kurdan, yên rewşenbîr û ramyar, ji bo hevgirtineka bi rêk û pêk, kar nakin? Bêguman hevgirtineka weha wê di dîrokê herdu gelan da gelekî bi sûde be, û wê pir tiştan di nexşeya rojhilata navîn da biguhêre, û wê pir şaşiyan jî sererast bike, ne tenê weha, lê bi ser a jî  hevgirtinka durist di navberê herdu gelan da, wê pirojeyên dagîrkeriyê hilweşînin,  û wê cihekî payebilind ji herdu gelan ra di dîrokê da pêk bîne.
Xwazî ku ev pêşniyara cihê lêmiqatebûna wan be!
18 – 8 - 2011








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2615