Nimźja īnź ū terawīha ū žoreža guhertinź li Sūrī!!
Dīrok: ĒįĆĶĻ 07 ĆŪÓŲÓ 2011
Mijar: Nūēe



Dr. Zara Salih
 
Yek ji diyardeyên erênî ku bû faktorekî giring di serhildan û žoreža gelê Sûrî de ta roja îro, pižtî pênc heyvan ji pêketina wê, ew guhertina bingehîn di têgeya ( pîroziya roja înê ), ev roj bixwe taybetiye di hiž û çanda mirovên misilman de. Her û her roleke nerênî di leyist di civaka miletan de û rewža wê ya siyasî de, wilo jî rêjîmên dictator dest avêtibûn ser vê dezgeha olî bo xizmeta berjewendiyên desthilatdariyê


yê mella û rapora xudba înê dibin kontrola hêzên ewlekarî de bû, û ew wateya ayinî ku her mirovê misilman dijî zilm û zordariyê raweste, hatibû guhertin bi raporek ( siyasî ), ku millet her gav di tirsê de bijî û ticarî serî ranekê dijî desthiladaran û her û her bi serê wî ( xwedayê ) li erdê sûnd bête kirin û ji xeynî duaa û žabeža jêre newê dan û gotin.
Bi rastî jî ew mala olî bû asîmanekî žorežî, konekî hevgirtina millet di wateya wê ya derûnî de ku karîbû her kesî li dora armancê gel kom bike û berê wan bide xelasiyê û azadiyê, tevlû ku pir kes û civat ji wan ne diçûn nimêjê jî, lê vê žoreža ciwanan serkeftî bû ku ew hestên pîroz div ê roja înê de, ew kêlîka ku her mirov bêtir nêzîkî xwedayê xwe ye û xwe jibîr dike û amade ye ta bi cane xwe ku ev xweda jê razî be, ev kurte dema han ya giring xwežik hate bikaranîn di bin xizmeta žoreža azadî û rûmeta gel de.
Loma me dît çawa soza hemû ciwanan di roja înê de , ji cem Camiya destpêdikir û bi nav û deng bûn ( weke Camiya Qasimo, Camiya Al ûmerî, Camiya Xalid bi alwalîd û geleke din xeynî wan li seranserî welatê Sûrî ), û di tv û mediya de hatin naskirin, ku bûne cihê yekîtiya nižtimanî û hêzên democrat û azadîxwaz û slogan û armancên wekhev li tev bajar û gundan. Û ev yekîtiya han bêtir rêjîm xiste astengiya de, loma wan jî bi žêwek hovane bersiva xwepêžendana dida, lê ta niha bi wan re neçû serî û nikarîbûn vê yekîtiyê ji hev bixin, tevlû ku bi hezaran kužtî, birîdar û girtî û penaber hebûn.
Di vê derbarê de rêjîmê xwest berî heyva rojiyê millet bi tirsênê jib o karê celda û çalakiya rawestînin û žorež bi žûnde vegerê, û êdî roj bi roj hejmara kužtiyan zêdetir dibû jiber ku rêjîmê žerekî berfireh û eniyek ležkerî lidar xist li gelek deveran weke ( Hema, Der-eazor, Homis, dora Žamê ), lê me dît ku xwepêžendan ferehtir bûn û bûne rojane bi žev û roj, nexasim pižtî nimêja Terawîha, ku êdî tev roj bûne weke roja xudba înê û hêzên ewlekarî û ležkerî nikarin vê žorežê vemrînin.
Li deverên kurda, xwepêžendan xurtir dibin, û her rojin jibilî roja înê ku her ew der dikevin bo pižtgiriya deverên din weke Dêrê û Hemayê, û di ber wê re jî navnîžana netewî kurdî tê nasîn bi sloganên xortan ku doza kurdî ne cuda ye ji doza guhertina demokrasî di hundirê Sûrî de, û pêwîste ev derfet ji dest kurdan neçe ku mafê xwe bidest xînin û hevpar bin bi netewa ereb re bi žêwek yasayî û destûrî, û gereke ev zelalbûna doza kurdî ji her kesî ve xuya be. Jiber ta niha hêzên dijberiya erebî bi hemû rengê xwe bêtirî mafê ziman û hemwelatiyê jib o millet kurd nabînin, loma gereke doza me kurda xuya û hežkere be li pêž wan, û heger em doza otomomî li rêjîmê dikin gereke ku em daxwazên xwe hember rikberiya Sûrî, bilindtir bikin û ti carî hevpeymana bi wan re girê nedin heger pirsa me weke netewe nepejirînin.
Yekîtiya kurdan gelekî giringe div ê demê de, zû pêwîste ku kongirê kurdî here serî û nûneriya kurdî yekbe, û bere her kes kesayetiya xwe û ezîtiyê bide alîkî din ji ber ne dema wê ye, jibo ev derfet ji dest kurdan neçê, û bêpar nemênin div ê bûyera dîrokî de







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2600