Žoreža Sūriyź ū helwestźn pepūk
Dīrok: ĒįĆĶĻ 07 ĆŪÓŲÓ 2011
Mijar: Nūēe



Ebdulbaqî Huseynî

Wekû her înên çûyî, roja (29.07.2011) bi navê îna ”Bêdengiya we me dikuje” hate nasîn, ewe jî ji ber gelek sedeman ev nav hate helbijartin. Wekû diyare eve pênç mehin ku li ser žoreža xortên sûriyê çi kurd çi ereb li dijî rêjîma Ba’as û serokê wê Bažar AlEssad derbasdibe, û encama her înê gelek kužtî û birîndarin, eve ji bilî kesên ku têne girtin. Îna ”Bêdengiya we me dikuje” bangek bû ji hemî kesên sûrî ên ku ta neha dudilin û tevlî žorežê nebûne, herwiha bangek  ji dewletên ereban û cîhanê re jî bû, ku ta wê demê tu helwesteke xurt li dijî rêjîma sûrîyê nedane, ev rêjîma ku gelê xwe rojane qir dike, ji ber ku doza azadiyê û dîmoqrasiyê dikin.


Pižtî xwepêžandana gelê sûrî di wê înê de,li hemî herêmên welat, tevlî žarên kurdî, ji Qamižlo, Serêkaniyê, Amûdê û ta bi Kobaniyê tevlî vê bûyerê bibûn, di encama wê de, rêjîma sûrî bi dehan kužt, û bi sedan brîndarkirin û gelek hatin girtin. Hin kiriyanên ležkerî ên taybet li du žarên erebî çêbibûn ku ew jî evbûn; Dêrazorê û Abû Kemal.
Helwesta konseya navnetewî a didûlî..
Dewletên cîhanê pižtî van kužtinên bêhude ji layê rêjîma sûrîyê dijî hemwelatiyên xwe, bêçare me, ku divêt weke erkekî sincî û li gor qanûnên cîhanî ên ku mafê mirovan diparêze, helwesteke bi tund gereke. Pižtî du rojan ji dan û standinê, di navbera 15 dewletên konseya navnetewî, ji bilî dewleta Libnanê ku xwe da alî, van dewletan “beyaneke serokatî“ ji vê konseyê belavkirin, naveroka wê helwesteke lawaz li dijî rêjîma Bažar AlEssad hatibû standin; ku dibêje: “Divê hemî êžkencan li dijî hemwelatiyên xwe rawestîne”. Ev biryara lawaz, rêjama sûrî mejbûr nake ku pêkbîne, bi wateya ku ev biryar hebûn û nebûna wê weke hev e. An jî wekû ereb dibêjin; biryarek weke ” diwêta li ser kaxezê ye”.
Îna ”Xwedê bi me re ye”, dema ku hêvî tarûmar dibin..
Dema gelê sûriyê bi tevayî dît ku civaka cîhanî xwe li ber banga wan nelivand, rabûn îna (05.08.2011) navê “Xwedê bi me re ye” binav kirin. Di encama wê de jî rêjîma Ba’as bi hemî top û tanqê xwe žarê Hamayê dorpêç kir, ji ber ev žar di rûwiê rêjîmê de, žarê herî pêdar bû. Rêjîm jî tolhildana herî mezin bi serê vî žarî de anî, elêktirîk lê qutkir, û bi top û tanqa ew gulle- barankir. Wekû hate diyarkirin ku hejmara kužtiyan di vî žarî de a herî mezinbû.  Lê mirov dikare bêje ku Bažar AlEssad tu guhdanê nade tu biryarên cîhanî, û wekû dixwaze wiha li dijî rikvanên xwe hemî alavên žer bikartîne.        
Helwesta konseya dewletên hevbenda Xelîcî a pepûk
Ereb û hemî mirovên musilman dibînin ku di meha rojîyê de, ev meha pîroz li cem musilmanan, çawa rêjîma sûrîyê hemwelatiyê xwe dikuje, û tu guhdanê li hemî bangên xêrxwazin nake. Konseya dewletên hevbenda Xelîcî nexwest bêdeng bimîne, rabû helwesteke pepûk da û got; divê žer li sûriyê bête rawestandin, û rêjîm li dozên hemwelatiyê xwe  xwedî derkeve. Ereban jibîr kirbûn, ku eve pênç mehin gelê sûriya xwînê dirjîne, da ku vê rêjîm birûxîne û Bažar AlEssad ji seroktiyê bavêje. Ev konseye hatiye û vê helwesta fedyûk dide, ta ku rikvanekî sûrî li ser mediya erebî got: “ Xewna we xêr be erebno”.
Helwesta Rusiya, ji dostaniyê ta xemgîniyê
Ji dema ku žoreža xortên sûriyê destpêkir ta bi vê pêla dawî, welatê rûsiya û berpirsên wê bi alî rêjîma sûriyê û serokê wê Bažar AlEssad ve radiwestiyan, lê pižtî vê hejmara mezin ji kužtiyan, Rûsiya dît ku rêjïma sûriyê tu sûde jê nemaye ku pêre heval bimîne, digel ku berjewendiyên Rusiya li Sûriya gelekin, rabû serokê Rûsiya di civîneke çapemenî helwesta xwe ežkerekir û got; “Eger Bažar AlEssad kužtinê ranewestîne û bi rikvanên xwe danûstandinê bo rêformê neke, wê pêžeroja wî gelekî xemgîn be”. Eve jî sîgnaleke ji welatek dost ji serokê sûrîyê re tê dan, da ku Bažar AlEssad destên xweyî bi xwîn ji ser gelê sûrî rake.
Helwesta Turkiya, pižtî bêdengiyeke dirêj..
Xuyaye her ku sîgnalek ji welatên rojava (Emrîka an Europa) ji Turkiya re diçe, ev dewlet gavekê bi alî bûyerên sûrî ve davêje.. Erdoxan pižtî dehfdanê ji alî welatê rojava ve, û pižtî ku hejmareke mezin ji kužtiyan di meha remezanê de li sûriyê çêbû, evî mirovî hinek tevzînok ketne lažê wî û xwest helwestekê bide diyarkirin; dema got: “Ezê berpirsekî xwe bižînim Sûriyê bo ku kužtina sivîlan bê rawestandin û emê çend zirtan i rêjîmê bikin bo dîtina çareserkirinekê.
Helwesta Rojava (Emrîka, Fransa û Elmaniya), Bažarko bi ku de?
Ji bo ku ev dewletên mezin rêza xwe winda nekin, ku yekî wek Bažar AlEssad, pêžiya raya gižtî, wan dixe ber fediyê, xwestin helwestekê bistînin û bêjin; Bažarko bi ku de? Em li virin û em dikarin te qels û lawaz bikin. Ligel vê gavê jî van dewletan ta niha jî helwesteke li gor bejna žoreža xortên sûriyê û ev xwîna buha ku heroj tê rijandin nestandine, dibe ku berjewendiyên van dewletan, bi Bežarko û çêtên wî re, ji xwîna hemî gelê sûriya, mezintire.
Helwesta Ban kî Mon, zirtên zilamoka!
Doh, Ban Kî Mon serokê Netewên Yekbûyî, zirtek li Bažar da, dema jê re got; “Divê ana hemî êžkence û kužtin bêne rawestandin”. Lê vî rebenî ji bîr kiribû ku mirovekî çete wek Bažar li telefonên wî venagerîne, wê çawa li gotinên wîyî ji dûr ve vegerîne.
Oslo 07.08.2011







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2598