Ma Rûsya hîna jî kumenîst e?
Dîrok: ÇáÎãíÓ 28 íæáíæ 2011
Mijar: Nûçe



Arþevê Oskan

Berê raya giþtî ya navnetewî li kû be, berê Rûsiyayê berovajî wê ye. Ji destpêka sedsala bîstan de û dema ku nav lê dihat kirin ”Cenga Sar” me nas kir ku cîhan di navbera dû qutban de diçin û tên. Her yek hevalbendên xwe bi çekan xurt dikin û mîna dîkan berê wan didin hev. Bi vî awayî dubendî di cîhanê de çêkirin. Giha wê radeyê ku nîvê welatên cîhanê ket himêza kumenîstan û îdyolojiya Markis û Lênîn helbest bi serkêþiya Rûsiyayê.


 Bandora vê îdyolojiyê hetanî bi Europa û Amerîka û Asiyayê çû, lê piþtî demekê hat piþrastkirin ku kapîtalizm û fikrên demokrat li pêþ ket û welatên wan ava bûn û her çû gelên ku berê xwe dabûn çepîtiyê her çûn hejar û feqîr bûn û ketin bin hukmên mafiyayên dijwar. Gelên ji wan welatan bi refan berê xwe dan koçberiyê û li welatên Europa bûn penaber û karker. Piþtî dehên salan ji ”Cenga Sar” di nav herdû qutbên mezin de ” Rûsiya - Amerîka“ hate diyarkirin ku kumistî têk çû, ya ku Rûsiyayê nûnertiya wê dikir. Niha jî em dibînin ku rola Amerîka û Europayê di destwerdana pirsgirêk û nakokiyên di rojhilata navîn de, berz û bilind e. Wisa xuya dibe ku Rûsiya, Çîn dîsa dixwazin dîsa xewna xwe ya berê ku wek qutbekî mezin bûn vegerînin, lê nikarin di bin wî barî de rabin û berê xwe dane berovajî hemû rastiyên dunyayê. Ji nav gelên cîhanê gelê kurd jî rahiþtin vê îdyolojia Markisî û wek nemûneya islamê li dijî berjewendiyên netewa xwe di newalên dîrokê de werbûn. Giha wê asteyê ku xortên kurd ji ber kurdîniya xwe, ji ber navê Kurdistan þerm û fehêt bikin, helbet ew jî di bin çend navên ku di mejiyên wan hatibûn perwerdekirin û çandin ”Nijadperstîya netewî, kevneþopî, paþverûtî ... hin navên din” lê ji layekî din ve pirsgirêkên Felestîn, Kuba, Nekaregwa, Filipîn, Vietnam.... kirin yên xwe.
Dîrok bi me nade jibîrkirin, dema ku Sedam bi çekên kîmawî yên jahrê li kurdan xist û di nav sê rojan de 5000 kurdên sivîl û bêguneh li bajarokê Helebçe kuþtin, Rûsiya ji bo berjewendiyên xwe li rêjîma Bass ya Îraqê mikur nedihat û serê xwe mîna neamê dixist nav qûmê. Ji ber ku kurdên me jî kumenist bûn, dixwestin kuþtiyên xwe, xwiþk û birayên xwe paþguh bikin, da ku ji xêzik û þopa Rûsiyaya kumenist dernekevin, anku xwe mîna sofîkên dema nû didan diyarkirin. Îro jî mixabin dîroka Rûsiyayê ya di derbarê mafên mirovan de, xwe dûbare dike. Îro jî dîsa hevalbendên dîktator û çavsoran e. Ev þoreþên ku niha cîhan pê mijûl bûye ku gelên bi dehên salan nema dîktatoran dipejirînin bi raperînek bêhempa lidar xistine, mixabin ku kumenistên pîr dîsa alîgirên Qezafî, Esed û Îranê ne. Partiyên kumenist ew radighînin ku kî dijminên Amerîka û Israilê bin em hevalên wan in, bê qeyd û þert. Ev fikra kumenistiya kilasîk, li cem ramanên nûjen êdî nema tê pejirandin û têk çûye.
Em dibînin ku dîktatorek dimre kurê wî an yek ji malbatê þûna wî digere, ev yek hema hema li piraniya welatên ereb pêk hat û dixwest pêk were, lê ji hinekan re lihev nehat, wek Misr û Lîbiya û Yemenê. Em dinerin ku kumenistên li Sûriyê jî hema hema ew rêç meþand. Xalid Begdaþ mir, kurê wî Amar Begdaþ niha serok û sekreterê partiya kumenista Sûriyê ye û teriya Bassiyan e. Em niha jî dibînin ku hemû bajarên Sûriyê bi sedhezaran dixwazin hîmên dîktator hilweþînin, lê endam û alîgirên kumenistan ku êdî li ser tiliyan têne hijmartin dadikevin kolanên Qamiþlo û piþtgiyê didin rêjîmê Bass, ji ber ew dizanin piçek hêza wan mabe jî, ew jî bi hebûna basiyan e.
26.07.2011






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2590