Şoreşa me çawe dest pêkir… (1)
Dîrok: ÇáÃÍÏ 17 íæáíæ 2011
Mijar: Nûçe



Luqman Silêman

Ev tişt min dinvîsandin beriya ku Şoreş bighê Sûrî û em tevlî bibin. Ne ji ber ku ez îro wan bi weşînim. Na ji lewma min nevê hevalê xwe  yên ku me bi hevre di xwest em vî karî bikin bi rastî datanîn jibona dîrokê. lê çaxê ku min dî pêwîstiyek heye ez beriya ku şoreş bi dawî bibe van nivîsandina bi weşînim. Ez mecbûr mam ku ez rajim navê hin ji hevalê xwe û tenê yek tîpê yan du tîpa ji navê wan deynîm. Çimkî ez naxwazim îro ew werin xuyakirin. Tevlî ku hin ji wan kesa qet nakevin bîra kesî ku ew bin yê ji çaxê Tûnisê ve di xebitîn.


 ezê tenê sê nava bêjim ewjî evin. Yek jê ezim Luqman Silêman (bavê Arî ) ji ber ku ez hatim girtin û min ji emin siyasîre got: em hersêkin yê ku hevpeymaniya Xortê Sewa çêkiriye. Û yê dî Ciwan Yûsive (bavê Vedeng) û yê sisêya Nesredîn Ehmêye (bavê Raman)  

Piştî ku şoreşê li Tûnisê dest pêkir. Min ji Ciwan Yusiv û (R)xwest ku em li hev rûnin. Em hersê li mala Ciwan rûniştin û me wisa got:

Ji ber ku beriya vê demê du tişt li bame hebûn ew jî evbûn: yek komela Berberoj ya çandî. û me gelek masê gurover û civînê rewşenbîrî ji û siyaset medarê kurd re li bajarê Qamişlo çêdikirin û ya dî li cem me koma Qamişlo ya serbixwe hebû. Û ez bawerim ku şeqamê bajarê Qamişlo û xort û keç û nexasim şagirt tev di zan in ku koma Qamişlo çi dikir û çi ne dikir. Ji ber ku me çend sala xort û keç xelat dikirin. Ez   bawerim Ji ber vê yekê min ji herdû hevalê xwe re got: va şoreşê li cîhana Erebî destpêkir û wê dor bighê me.  ez dibînim gereke em ji nihade xortê xwe bi heve girê bidin. ne tinê li Qamişlo na  gerek em ji Dêrikê dest pêbikin ta bi Şamê û her yek ji me çi dostê wî hebin li bajarê kurdî yê ku ciyê baweriyê be bibîne û hêdî hêdî wan bi hev ve girêbidin.

R. got: başe ez jî wisa dibêjim. Lê gerek em xeyaratê xwe hesim bikin divî alî de(yekî da avê çi ta bi qirikê û çi ta bi navê) û ya rast ewe lê bêgoman wê rijîm jî di vî alîde baş bi xebite û wê bi xwazê çikesê ku vîkarî beke nasbike. lê belkî îro bi serwande neçe  ji ber hîn destpêka şoreşê li Tûnisê ye û şoreş ji me dûre. Ev yek û ya dî ne dûre ku rijîm ji nihade zilamê xwe berdê nava milet û beriya ku milet destpêbike ew destpêbike da ku nasbike ka wê kî vê xebatê bike çi di rêya nêt re û çi di rêya civatare be. Ji lewma ji nihade gerek me haj ji xwe hebe

Ciwan got: ez ne bi were me li ser girêdana xorta ji nihade bi hevre û ez na xwazim em wek rêxistinekî û em ji nihade dest bi civîna bikin û em bibin. Ez dibînim tiştê ku bavê Arî dixwazê wê di rojê bêde bibe rêxistin û hîn zûye. Lê her yek ji me di rêya xwe re vî karî bike û ez dibêjim em xorta yeka yeka bibîn in wê baştirbe û çaxê ku ew roj hat emê wan xorta bi hevre girêbidin.

Em gelekî li ser vê rewşê sekinîn tenê me li ser tiştekî li hev kir. Ewjî ev bû.

Me got: emê rêya li her bajarî vekin û emê peywendiyên xwe bi xortare baş bekin lê ne pêwîste ku em ji nihade li ser şoreşê bi kesî re baxivin. Tenê peywendî îro ji mere gerekin ku em xortê herî neqandî nasbikin û em wa bi xwe ve girêdin. Û em tiştekî li ser baweriyê xweyîn dawî ji wan re ne bêjin û gerek her serê demakî em li ser vê rewşê li hev rûn in…

Piştî vê civatê ez çûme Dêrikê min xwest ez (E) bibîni m ji bo ez nêrîna wî li ser şoreşa Tûnisî  nasbikin ûka di nêrîna wî de wê şoreş bi ku de here. Ma gelo wê ev şoreş bighe cem me yan na. û ka em dikarin çibkin hege ku şoreş giha welatê me..

Çaxê ku min ew dî û min dî va ew jî wek me difikire ji lewma min rabû jêre got: ka ez û te dikarin bi hevre çibkin div ê rewşêde.. em li ser sekinîn û em bi hevre gihane vê yekê: wê  ew li Dêrika Hemko karbike lê gerek wî pir haj ji xwe hebe û çênabê ew ji kesîre bêje  min û wî ev kar daye ber xwe. Wê ji xortê xweyê Dêrikê re bibêje emê kar û bara xwe bikin û heger ku şoreşa welatê Ereba giha cem me da ku em amadebin jêre.  Û heger ku jê hate pirsî ma em tenê emê çibkin.  Wê ji wanre bêjê di wê demê de wê hebin ku alîkariya me bikin.

Ez vegeram Qamişlo min xortê me yê koma Qamişlo dîtin û min ji wanre got: ez wisa mojil dibim ka hûn çi dibêjin. Ji ber ku xortê me yê komê li cem min ciyê baweriyê bûn ne xasim yê ku min ev çîrok ji wan re gotî. Xorta xwe da ber her tiştî û ji min re gotin: çaxê tu bibêjê rabin emê rabin. Lê wê çaxê Nesredîn bavê Raman li Şamê kardikir.  Lê ez û wî em bi hevre daxivîn û ewî dizanîbû ez li Qamişlo çidikim û min dizanî ew li Şamê çidikê û her serê demakî me ji hevre digot: Tiştê ku me kirî

Di van rojan de em gelek cara ez û Ciwan û (R) û  (H) me hev didîtin û me rewş giftûgodikir û pirê cara me li mala Ciwan hev didît û em li ser ka wê şoreş piştî Tûnis bi kude here.  Ciwan got: ez dibêjim wê şoreş berê xwe bide Mexreb û wê welatê Mexrib Erebî tev hilweşin û ji nûvre dibê ku berê xwe bidê me. Dibê ku ne ji zanîna min be lê min wisa got: ez bawerim ku wê şoreş ji Tûnisê berê xwe bide Misrê û piştî ku birastî jî berê şoreşê kete Misrê. Di virde baweriya min kur tir bû ku wê şoreş berê xwe bide welatê me. Ji lewma min bihtir karê xwe xort kir û piştî çend roja cardî min ji (R) û Ciwan xwest ku em hev bibîn in.

Cardî me hevdû li mala Ciwan  dît. Ciwan ji min re got: yaxî tu me kumdike û tiştek li bate nîne. Min jêre got: na li cem min heye lê xuyadike hûn sistin û hîn hûn bawer nakin ku wê şoreş bighê me. Mane va Şoreş giha Misrê  û ez bawerim şoreş nema disekinê wê ji welatekî xwe berde welatekî ta ku li welatê Ereba tevî bi gere. Bi rastî ev baweriyê Ciwan û (R) jî bûn. Ji lewma min ji wan re got: ez dibînim ku pêwîste em dest bi karê xwe bikin û em şanê razayî çêbikin û çaxê ku dem hat em wan ji xew rakin. (R) jî bawer bû bi vê nîrîne. Lê tim (R) di xwest ku ew veşartîbe û em hişkere bi xebitin. Me li ser vê bi hev nedikir. Lê Ciwan cardî got: ez ne bawerim bi şanê razayî  ji ber wê bibe wek rêxistinekî û wê zû were hişkerekirin beriya ku em karibin tiştekî bikin.

Min ji wanre got: min li Dêrika Hemko destpêkiriye û hûn bi a min bikin emê destpêkin. Bi  rastî em gelekî li ser vê rewşê di sekinîn lê em ne dighan tiştekî.

Min ji wanre got: heger ku hûn xwe nedin ber vî karî yê min ezê bi tenaxwe bikim. Ez dizanim ewjî weka min di xwazim lê tenê em li ser rengê kar li hev nakin û dibê ku ez hinekî ji wan bi leztirbûm..

Ew bûne sê lê ewjî bawer bûn ku Şoreş wê were û gerek em jêre şiyarbin lê me li ser rengê wê şiyariyê li hev nedikir. ji lewma her serê sê çar roja em li hev di rûniştin û me qirik û gewrî li hev zi wa dikir.

Ciwan ji min re got: başe ka tu çi di xwazî. Min jê re got: ez bi zelalî dibêjm ez di xwazim karekî bikim. Ji be ez dibînim dem jime dibûrê û li benda me nasekinê. Cardî Ciwan ji min re got: tiştê tu di xwazê em bikin hîn zûye û ez di tirsim em têde şaş herim û wê çaxê em nikaribin şaşiya xwe ser rast bikin û nema baweriya xorta bi me werê. Ji ber çaxê ku niha em girûpê xorta çêbikin wê ev xort bi gotina tinê razî nebin û wê sar bibin û sar bûna xorta qet nebaşe di vêdemê de.  (R) ne xwazê ew di pêşiyêdebê lê ji min dipirsê ka çi xortê te hene û ez jêre dibêji  xort hene bê ku ez hijmarekî jêre bêjim. Madem ez hijmarê jêre nabêjim ew jî pê nebawere. Dawî me li hevkir ku em (E) ji Dêrikê bibîn in.

Û min ji (E) re got: were Qamişlo lê min roj jêre negot: rojekî (E) hate Qamişlo mala min lê Ciwan wêrojê ne li Qamişlo bû. Min ji (R) re got: were mala min va mêvanek heye û di xwazê te bibîne. (R) hat û em li ser vê şoreşa ku wê bayê wê li me bixe axivîn bi kurahî. Xuyakir ku (E) ji min bi leztire û xwest ku em di cîde destpêbikin û pirojeyekî û rijîmek navxweyî binvîsîn in û em civatekî li ser vê çêbikin heger ku ne seran serî Sûrî jî be lê gerek seran serî parêzgiha hesekê be. Lê got: beriya vê gerek em hersê herin Dêrikê ez û Ciwan( R) Û bi şertê ku pirojeyê me zelal be.

Piştî ku Ciwan ji Şamê hat û me hevdît û min jêre got: va ev di navbera me û (E) de çêbûye û (R) jî di rêya xwe re jêre gotibû.

Ciwan ji min û (R) got: hûn di zanin ku bavê Raman tiştin baş li Şamê çêkirne û wê ji mere bibin bingih di paşerojê de. Li vir min jêre got: va tujî weka min dibêje.. Ciwan ji min re got: ez berê bawerim bi tiştê ku tu dibêjê. lê tu ji min bi leztirî li ser kar..

Piştî çend roja ew rûniştina me û tiştê ku di navbera me û (E) de çêbûyîn li nav hin xort hate gotin: û (S) diçe ji (R)re dibêjê min bihîstiye hûnê karek  wisa bikin. (R) di cîde bi min re axivî got: ev çima hevaê te wisa gotin xwe tê de nagirin va ji nihade tiştê ku me li mala te gotî derxistin ka emê çawe karê mestir bikin. Min jêre got: ez bi vî zilamî bawerim û ez yeqîn nakim ku wî ew gotin derxistibe lê ezê jê bi pirsim.

Min rabû (S) dî û min jêre got: ev kî ji tere gotiye tiştek wisa çêbûya. Wî ji min re got: (F) ji Dêrikê ji min re gotiye:  

 Ez çûme Dêrikê û min ji (E) re got: çima te wisa gotiye mane me ji tere gotbû gerek ev tiştê ku em bikin gerek pir veşartîbin. Lê va te ji nihade derxist û xorta dilê xwe girtiye.(E) ji min re got: min qet min ji kesîre negotiyê lê dibe ku (F) gotiba ji be ku min û wî I vir dest bi kar kiriye û ew yek ji hevalê meye û dibê ku wî ji (S) re gotibê ji ber ku herdû gundiyê hevin..

Ez hatim Qamişlo û min civatek ji hevalê xwe xwest û em li mala (H) rûniştin û min ji wan re got: (E) tiştek ne gotiye yê gotî (F) ji (S) re gotiye û ew jî ne ji tiştekî hatiye gotin.

Cardî em hatin ser ka emê kengî dest bi kar bikin. Lê vêcarê me got: dem hat û me bajar li hev parkrin û piraniya bajê ku kurd lê hene ji bilî herêma Hesekê gihane min û Ciwan ji be ku em ji herdû hevalê xwe yên dî bihtir valebûn û nexasim Ciwan di komîta mafê mirpvan de kardike..

me got: va ye ser sal hat emê piştî ser salê dest bi karê xwe bikin û civata me bi dawî hat û em ji hev bela bûn..








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2577