Îna girtiyên azadiyê û pêdariya xortan
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 15 íæáíæ 2011
Mijar: Nûçe



Ebdulbaqî Huseynî

Eve çar mehin ku li ser şoreşa xortên sûriyê dijî rêjîma wê derbas dibin. Di her înê de pêdariya xortên çeleng li hemî bajar û gundên Sûriya xurtir û dijwartir dibe.
Di encama her inê de hejmara kuştiyan, girtiyan û koçberan bêhtir dibe, bê ku rêjîma Baa’s û serokê komarê Başar Al Essad mûk ji laşên wan bilve, her û her bi derewan ji roja yekê ji vê şoreşê (15.03.2011) û ta niha rojên xwe dirêj dikin.


Berî çend rojan rêjîma Sûriyê doza dan û standinê (dialog) ligel rikvanan (opposisjon) xwest., lê rikvanan çi li hundirê welat, çi ji derve, ev doz qebûlnekirin, ji ber çend şertên wan hebûn ku ew jî evbûn: 1. divê rêjîm leşkerên xwe ji kolanan bikşîne. 2. Divê hemî girtiyên siyasî û girtiyên xwepêşandanan ji zîndanan bêne serbestkirin. 3. Divê xwepêşandanên aştî bi azadî derkevin kolanan. Eger ev şert û merc pêkbên, wê demê, wê dialog dinavbera rikvanan û rêjîmê were holê.
Lê mixabin, rêjîma ku eve serê 40 salî welat tar û mar kiriye, û hemî tişt xistine bin hêza xwe, nikare vê rewşa nû qebûlbike.
Rêjîm dixwaze hemî tiştên ku dibe, weke ew dixwaze derbas bibe, û jibîr dike ku di van çar mehan de, zêdî 2000 kes hatine kuştin, zêdî 15 hezar kes hatine girtin û dora 12 hezar kes penaber bûne.
Çareserkirina vê kêşê (krissa) ku sûriya tê deye ber bi zehmtiyê an jî (girêkbûnê) ve diçe, ji ber ku gelê sûriyê bi hemî netewe û olên xwe ve gihane armencekê ku ev rêjîm tu serrastkirinê (reformê) nake, û tu hêvî di mana wî de nemaye, loma duruşma sereke hildide ku; ” Gel rûxandina rêjîmê dixwaze”.
Ji aliyê rêjîmê ve, ew jî bi hemî hewldanên xwe, bi tundî berxwe dide, çek û leşkerên xwe dijî xwepêşanvanan ve bikartîne.
Nerîna min di vê kêşê de eve; weku berî ana min di gelek gotaran de, ên ku bi zimanê erebî hatine nivîsandin, dawiya vê rejîmê bi du hawan wê careser bibe; Sînaryo a Lîbya berbiçave, an jî kişandina Başar AL Essed û rêjîma wî ber bi dadgeha cîhan, wê biqede.
Oslo 15.07.11








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2573