Gotara Abdulaziz Zähter di Konferansa Piştgirî bo Gelê Kurdistan û Sûrî
Dîrok: ÇáÃËäíä 27 íæäíæ 2011
Mijar: Nûçe



  Li vî Cihî, Koçka SPD,  bi dil û can Xorşîd Maier spas dikim, li gorî peywendiyên xwe li gel SPD ya Alman û nexasim li gel Xanim Uta Zapf endama Partiya Sozial Demoqrat Alman û endama Meclisa Alman(Bundestag) ev Roja giranbiha bo “Komita Piştgirî bo Şoreşa Gelê Kurdistan û Sûrî” û nexasim Şoreş Sûrî di rewşeke zorde dimeşê, û ez bînekim sipasê bo Pîspor û wênekêş Şîraz Çeto, ko wê Filmeki nişan bide ser Rewşa Şoreşa Sûrî ji destpêke, 15 Avdar 2011 heya îro, xowepêşandin, kûştina hişkere ji aliyê Leskerê Sûrî û Patoxwerîn xwîxwar Mahir Assad û zebaniyên wî, koç kirina Gelê Sûri bi sinorên Urdun, Libnan û Turkyê ve,  sipasî bo endamên Komîtê ko biroj û Şev bê westan kar û barê vê buyerê kirin.


Xişewîstin hêja, nûnerê partiyan û Tevgeran, Havalno,
Berî her tiştî we silav dikim li vî cihî, Koçka SPD,  ku wê ser rewşa xirab go Gelî  Kurdistan û Sûrî têde di van sê mihan de dît, em dixwazin we ronahî bikin ser rewş û buyerên dawî  ya Şoreşê, çawa Politika Alman û Yekitiya Europa Alikariya Şoreşa Gelê Kurdistan û Sûrî bike? Li dijî stemkaran ajdeharaên Diktatorin rejima Sûrî nexasim xwinxwarîn  malbat  stemkarin dora Başar Al-Assad,  dema em li Şer û Şoreşa Liya binêrin, hişkere dibe, kijan piştgirî ne pêwiste.
Berî hertiştî, nêrînek li ser rewşa Şoreşê ku agir bo Azadiyê li her gund û Bajarin Kurdistan û Sûrî yê hildaya, Şoreşê ku ji Başûrî Sûrî yê Bajarê Deraa bi kuştina Zarokan bi destê stemkarin Asayêşên (Muxabarat) Sûrî har bû, ev 41 salin Gelê Kurdistan û Sûrî di kineke kê de dipijihe, li diji diktatorekî herî kevn li welatin Araban, nexasim bavê vî diktatorê han Başar Al-Assad, bi riya cumateke leşkerî di sala 1963 an de welat û Gel terembar kiriye, pir caran, Gelê Kurdistan û Sûri di nav xînêde, bi hebs û zindan, û biçî bûnêde hiştiye, û Gel her gav bi gelmperî li hemû û Bajarin Kurdistan û Sûri ser hilday.
Her car jî rejima xwîn xwar bi asayişî, we demên bûrî kir û Gel perîşan kir:
Rejîmê dixwest, her çawa jî be, serhildan û Şoreşan bi darê zorê bişkine û biperçiqîne, em bênin bira xwe nîmûna cenûsid û kuştina Gelemperî li Hama, sala 1982 ku bi Tank û Topan Gel bi Bajêrve têkbir, heya 30 hezar jin, kal, zarok bê jiyan kir û mirin, bi hezaran avêt zndanan heya niha windane, bo Kurdan bi tisînê kuştinek Gelemperî, di Roja 12 Avdar 2004 an de, li  leyistikxana Gokê li Qamişlo hat kirin heya sed Keç û Xortin Kurd û Kurdistan hatin Kuştin.
Ev Şoreşa ku niha li Kurdistan û sûrî dibe, ker Bajar, Gund û kolan girtiye, hemû Ol, wek Sûni, Alawî, Xiristiyan, Êzîdi her Gel û Netew, Kurd û Areb  pê rabûne, her wiha buye gelemperî, wek cihê Suniyan li başûrê Sûrî, yan jî cihên Alewiyan li nîzik Derya-Sipî, Latikîyê, yan ji Dêra-Zorê, Hums, Hama, Şam, Heleb, Cisir-Al Şaxûr, li bakurê sûrî, yan jî li Kurdistana-Sûrî, wek Qamişlo, Hisiça, Afrîn, Kobanê, Tirbê-Sipî, Dêrka-Hemko û Amudê, li Sûrî Gelên Her mezin Arab û kurdin.
Çine ser daxwazin Opozisyona Kûrdistan û Sûri?
-  Têkçuna Rejima Başar-Al-Assad û dawî anina Xwînrijandina leşer û Stemkarên wî
-  Hilbijartineke Azad û Destureke-Nû
-  Dawîanina yek Partî, Azadî bo bîr û bawerî, Rojname, Tevger, Kombûn xwepêşandin
-  Kurd bên naskirin wek Gelê duwemin yê Sûrî di Destura-nû de, mafê wî jî hebê we Araban, çi Ziman, Idare, dibistan, xwendin û zanistî
-  Mafê Gel û Olin piçuk bên parêstin
-  Ekonomî û Bazirganî li her qunaxan wekhev bê belavkirin (hey nihan xisyetiya Alawiyan û Malbata Diktator Başar Al-Assad bû)
Di vê dema dawîn de bi teybetî rewşa Bajarê Cisir-Al- Şaxor pir xirab bû, li nîzîkî sînorê Tirkiyê, li wir hê nehatiye hişkerekirin çima 120 Leşker hatin kuştin, Rejima Assad ya diktator behsa, Terorizmê dike, Opozision, dibêje, ku Leşkeran nexwest Gel bêkuştin, ji lewra hatin kuştin biriya Asayişin Sûrî, Diktatorin Sûrî heya 30 Hazar Leşker bi Top û Tank kişandiya vî warî û gel dikujê, diperçiqêne, mal û milkin wan wêrandike û talandike, zordarike mezin dibarêne, tirsek le Gelê Cir-Al- Şaxûr heye wek (cenusida Hama 1982) lê bê kirin, Gelê vî warî bigelemperî reviyane ber sînorê Tirkiye  û bihezaran riviyane Tirkiyê, saloxdidin heya Milyonek wê birevin ji ber zordariya Diktator Başar Assedê xwinxwar, dinya dizanê bi van zordariyan û şepirzekirine.
Piştî xwinrajindin û wêrankirina  Cisr Al- Şaxûr, Gel ditirse li Mueret Al- Naaman jî bêkirin, tirs hêmezintire, ji ber ku ji Sînorê Tirki dûre û nikarê zû xwe bigihêne xilasiyê.
Heya niha zêdetirin 1600 Zar, Jin, Kal û mirovin sivil hatine kuşin bi 10 hazaran hatine birîndar kirin û  bêtirî 5 hazar li Urdun, 5000 li Libnan û  li Tirkiyê 12000 koç bûne.
Ji bo Rejîma-Başar Al Assad Rewşa Kurdistan û Sûrî carekedin bêne cî, di Roja 22.06.2011(General Amnesty) Afu a Gelemperî derxist û bangî Gelê koçbûyî derveyî welat (Urdun, Libnan û Tirkiyê) kir, lê bir û baweriya Gel û Opozision bi Rejîma-Assad nemaye û dixwazin Rejîm be guhartin sûcê xûnrijan bê berpiskirin.
Çi dikarê Politika-Alman û Politika-Europa ji bo Rewşa Şoreşa Kurdistan û Sûrî bike?
- Diplomatikeke hişk bi ser Rejima-Assad de bibe.
-  Imkanin dîn serwerin dîn li vê Konferensê bercewan dikim, û Diskusionek berfireh hîvîdikim.
Sipasiek germîn ji bo  guhdarîya we dikim!!!



Komel û Tevgerin Kurd û Araban ku di Konferansê de pêşdar bûn û masage û bir û baweriyê xwe hişkerekirin:
-   Birêz Abdulhamid Jasim bi navê Komela Alman û Sûrî li ser rewşa Mirovatî deng kir.
-  Birêz Rojnamevan Jengîn Omer bi navê malpera Sûrya Nû deng kir
-   Birêz Can Bedirxan bi navê YASA-Navenda Kurdî ji bo Lêkolin û Rawêjkariya Yasayî deng kir û bir û baweriya xwe li ser rewşa nû li Kurdistan û Sûrî hişkerekir.
-  Birêz Maria Ringler, ji Komela Malbatan û Zarokan li Frankfurt am Main, got ku Gelê Sûrî  wan rojan di demek pir xirab de diçe, alikari jêre giringe nexasim di warê media Almanî de ku Alman û Europî baştır le ser rewşa Sûrî agehdarbin.
-  Birusk bi navê Tevgera Hevbeş ku ji (12 Partiyên Kurdistana-Sûri pêkhatiye) deng kir û li ser rewşa dawî li Kurdistan û Sûrî zelalkir.
-  Birêz Şîraz Çeto, ji Komita „Piştgiriya Şoreşa Kurdistan û Sûrî” filmek dukomentarî ku bixwe amade kiribû, ji destpêka Şoreşê heya roja îro, ku stemkariya rejima Sûrî li ser Gelê Kurdistan û Sûrî
-  Birêz Dr. Hussein Sado, anî ser zimên, ku kurdistan û Sûrî bibê Federal, wek welatê Almanya Federal û Swêsra.
Li dawî, Tevger, Organisation, Partî ku di Konferensêde pêşdarbûn xwestekên xwe pêşkêşî Birêz Uta Zapf enda SPD û Endama Meclisa Almanan (Bendestag) kirin, di Konferansêde giftûgo hat kirin, daxwaz hatin serrêzkirin.
Birêz Uta Zapf spasiya xwe hişkerekir , bi tebetî, ji Abdulaziz Zähter, M.Xorşîd, Silêman Mecido û hemû Endamin Komita “Piştgiriya Şoreşa Sûrî” û hişkerekır ku hê Pêwendî, civîn û Konferansin dîn jî, hê ferehtir wên bên çêkirin li demên pêşya me li ser rewşa kurdistan û Şoreşa Demoqratî bo Sûrî.

25.06.2011

Solidaritätskomittee „Demokratie für Syrien“
Kurdistan Liste (KL)
Abdulaziz Zähter
Kasinostr. 11 b
65929 Frankfurt
azizfotograf@msn.com
0172-8738167
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2560