Xezwa we pîroz be!
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 21 íćäíć 2011
Mijar: Nűçe



Arjen Arî

Beriya hilbijartinan jî, kurdan ji devekî fermî daxuyandin, ku mebesta wan ji çareseriyé, béyî ku ‘bihingivin’ sersedén welatén ku Kurd û Kurdistan di nava xwe de kirine ker ker; ‘pirsgiréké’ bi riyén aţtiyane û rébazén demoratîk, di nava sînorén welatén ku Kurd di navé de dijîn, çareser bikin.
Ev daxuyandin, bi qasî ku li bakûr ji héla berdevké Kongereya Civata Demekratîk ve hate eţkere kirin; ya ku divé jé were derxistin ( helbet ţîroveya min e)  ev e: Li tevî Kurdén ku li héla Tirkan dijîn; Kurdén Îrané jî  yén Ýraqé jî  ‘qedera perçebûné’ eré û pesend dikin, û pé re rûdinin ku li tevî Tirkiyeyé ji welatén ‘sînordaţ’ ‘sînoran’ nexwazin!


Nexwestina ‘sînoran’, ma ne té wateya ‘ me welatekî serbixwe navé?!

Kî nexwaze jî, di dilé her kurdekî/é de ‘eţqa’ welatekî heye!

Lé vé ‘eţqé’ gelek ‘maţûq’ xistin biné axa sar, û hima béje kesek pé ţa nebû!

Ji ber ku ‘péţanebûn’ zédetir nebin; ji héleké ve pédivî pé heye ku ‘xewndarén xewna gewre’ xewna xwe bibînin; lé divé rastiya çareseriya siyasî jî ji héla rastiya civakî, abûrî û rékxistinî ve bibînin, binirxînin.

Jixwe; heke em li daxwaz û çareseriya siyasî a derbaré ‘çareseriyé’ de li bername û réziknameyén tevgerén siyasî  én Kurdistanî meyzénin; em é bibînin ku ji bilî tevgerén siyasî én Bakûrî, bizavén kurd én sereke én li Îran û Ýraqé, ti rojan doza welatekî serbixwe nekirine.

Sedema sereke ya vé ‘nexwestiné’; li Îrané heyîna Kurdistaneke di nava sînorén Îrané de be,  li Ýraqé jî di gel qir û qelan û erebkirin û koçberkirina Kurdan; zalimekî wekî Sedam, ne heyîna Kurdan da mandelé, ne jî qedexe danî ser peyva Kurdistan!

Zalimekî wekî Sedam  di biwaré pirsa Kurd û navé Kurdistané de ji biréz Erdogan wérektir tevdigeriya û ji bilî tégeha ‘ exwan el Ekrad’*, ji héremé Kurdan re digot ‘mintiqe el Kurdistan’*!

‘Exwantiya’ me û Tirkan ji ya me Sedam pirr î pirr kevntir û dîrokîtir be jî; li Bakûr, yanî li Tirkiyeyé ji bilî çend reţenbîr û nivîskarén Tirk, heta van demén néz jî  zatekî siyasî peyva ‘Kurdistan’ nelévand,  nexist ferhenga siyasî.

Ferheng, ji ber péţdeçûna ziman û çékirina peyvén nû, her sal nebe jî, her ji du sé salan careké téne nû kirin û peyvén nû  li wan téne zédekirin û téne çapkirin.

Di serdema nû de héviya min ew e, ku - bi qasî ku çend cenab ne kurd in û ne ji Kurdistanî ne- tégeha Parlementerén Kurd veguhere tégeha Parlamenterén Kurdîstané, ez ji can û dil payeya parlamenteriyé li  hemû ciwanmér û ciwanikén ku hatin hilbijartin, û li gelé kurd, gelé ku ew bi dengé hilbijartin, pîroz dikim…

Xezwa we pîroz be!

16/06/2011/Arjen Arî







Cihę ev nűçe ję hatiye: Welatę me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vę nűçeyę navnîţan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2551