Zimanheziya Min Ji Doda Destpêkir (Xeleka 27an)
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 03 ãÇíæ 2011
Mijar: Nûçe



Konê Reş

   Doda gundê min e, li navbera Qamişlo û Nisêbînê ji rex rojhilat ve û Amûdê û Mêrdînê ji rex rojava ve dikeve. Gundekî sînorî ye. Li ser herdû şivên hesin e. Di sala 1917 an de dema ku Almanan xeta tirênê a (Berlîn – Bexdayê), di Nisêbînê re derbas kirin û li gundê Tilzîwan sekinî, hingê Dodayî ji mirovên xwe yên di ser xetê re qut bûn û navê wan bû Binxetî û yên di ser xetê re navê wan bû Serxetî. Bi demê re mirovên herdu rexên xetê, ji encamê danîna mayîn û têldiriyanan, dûrî hev ketin; bira ji bira, xal ji xwarzê, ap ji birazî qut bûn, tevî ku pirr nezîkî hev bûn û her roj hev didîtin..!


   Di sala 1946 an de, Sûriye ji destê Fransîzan rizgarbû û di sala 1948 an de dewleta erebî qereqolek leşkerî li gundê Doda ji kelpîçan ava kir û di sala 1954 an de jî dibistanek bo fêrkirina zimanê erebî lê hat vekirin û wiha xwendinê bi zimanê erebî destpêkir. Ta wê hingê kesî ji gundê Doda û gundên derdorê ne bi zimanê erebî û ne bi zimanê tirkî zanîbûn, tevan bi Kurdî xeber didan û jiyanek Kurmancî derbas dikirin.. Piraniya xelkên wê bi cil û bergên Kurmancî bûn û gelek ji wan bi kum û kolos bûn.

   Min çavên xwe li wî gundî, di malek Kurmancî ya orjînal de vekirin û bi irf û adetên herêma beriya Mêrdînê mezin bûm. Her sibeh li ser dengê şivan û keriyê pez, xulxula tayr û tilûrên hewşê û dengê meşka dewkilana dayika xwe şiyar dibûm..

   Nizanim ev Kurdperwerî û hezkirina ziman Kurmancî ji ku bi min re çêbû? Bav û kalên min beşdarî di ti şoreşên Kurdî de ne kiribûn.. Li gor ku tê bîra min behsa zulm û zora tirko dikirin û cudabûna xwe ji Tirk û Ereban bi zimanê Kurmancî nişan didan.. Di odeya me de bi mereq li çîrokên Memê Alan, Siyabend û Xecê, Evdalê Zeynê, Restemê Zal, Mîr Miheme, Xandimdimê Çengzêrîn, Pîra Sehirdar û çîrokên mîrekên Botan dihat guhdarî kirin.. Di dawiya salên 1950 î de, di wê biçûkaniya min de, berî ku bavê min radyoyekê bikirre, her êvar di wê odeyê de çîrok, serpêhatî û stran dihatin gotin û di nav re qala berfa giran û a sor dikirin.. Qala fermana Filla, sala Kurmancî, sala kuştina şêxan dikirin.. Sala xelayê tanîn ziman.. Behsa şerên Elîkê Betê, Şerê Haco û Cimo û şerên mala Perîxanê dikirin.. Çîroka şewata bajarê Amûdê digotin.. Qala berberiya Mehmûdkiyan û Etmankiyan dikirin û pêre binxetbûna Ehmedê Silêman, axayê Omeriya a gundê Niqare ji hev re digotin.. Ji ber ku em malbatek çîrokhez bûn, çîrok û serpêhatî bi pirbûn di odeya bavê min de dihatin gotin, her êvar ew ode tijî zilam dibû, min jî xwe li wan digirt û jixwe re li wan guhdarî dikir..


   Belê piştî ku şoreşa Barzaniyê nemir di sala 1961ê de destpêkir û bavê min radyo kirri, zextên rêjîmê li ser gundiyan ji berê dijwartir bû, rewşa wê odeyê jî hinekî hat guhertin.. Tevî wê rewşê her sibeh û her esir zilamên gund lê komdibûn û li nûçeyên şoreşa Barzanî û mêraniya pêşmergan guhdarî dikirin û ji aş û bajar ve gotinên di pesnê pêşmergeyan û Mele Mistefa Barzanî de ji hev re digotin..


   Erê, wek ku min got, di wî heyamî de kesî ji gundiyan bi zimanê erebî nedizanî ji bilî melayê gund pêve, erebiya wî jî a Quranê bû, dema ku bi cendirmeyên qereqola gund re xeber dida, neferên qereqolê bi erebiya wî dikeniyan.. Di wê biçûkaniyê de ji min werê xelkên dinyê tev bi zimanê Kurmancî xeber didin.. Ji min werê ji zimanê Kurmancî pêve di dinyê de nîne.. Ta ez agahdar bûm ku ew çend neferên qereqola gund yên ku bi zimanê erebî xeber didin, erebin, ew jî xwedî zimanekî xweser in. Jixwe ji roja ku ez agahdarî derdora xwe bûm, mezinan em şîret dikirin û ji me re digotin; Nêzîkî sînor û herdu şivên hesin nebin, wê cendirmeyên tirko ji qereqola gundê Qesra (Serçixanê) û gundê Çûva tivingan berdin we û we bikujin.. Gelek caran jî digotin wê Romî we bikujin, ev peyva dawî (Romî) kalemêran digot. Bi wateya Tirk e, anku Romî û Tirk yek in. Erê ji wê hingê ve min naskir ku tirk jî xwedî zimanekî xweser in û ne tenê zimanê Kurdî zimanê dinyayê ye..
 
   Bi serwextbûn û fêrbûna derdora xwe re, me di navtar û ser bênderên gund de bi lîstik û yeriyên Kurmancî dilist; Çavgirtînkê, Hitkê, Xar û Kab, Tûştê, Çirê, Qijimqal, Babûtan.. Kesî ji me bi zimanê erebî nizanîbû.. Dema ku di sala 1960 î de çûm dibistanê şagirtên berî min ta bi sinifê çaran hebûn.. Bi çûna dibistanê re ez ji dinyakê çûn dinyake din; me tiştek fam nedikir, mamoste jî bi Kurdî nizanîbû.. Ta ku em fêrî tîpên erebî bûn, me sed dijwarî kişandin. Belê dijwariya herî mezin ku me wateya peyvan nizanîbû.. Me dersên xwe ezber dikir, bêyî ku em maneyê zanibin.. Em fêrî nivîsandinê bûn, lê em fêrî şiroveya wê nivîsandinê nebûn, dê û bavê me jî bi erebî nizanîbûn ku ji me re bibêjin.. Bi tenê ewên ku li ber destê Melayê gund Quran xwendibûn, wan ji yên din bêtir zîrekiya xwe nişan didan.

   Dawiya sala sisya bû dema ku careke din Xelîlo bi serneket û têkçû, bavê wî Xelefko gelekî aciz bû û ji zilamên ku li ber dîwar rûniştî bûn re got: Law! Hun qerfê xwe bi têkçûna Xelîlkê min dikin, de bela xwendin bi zimanê Kurmancî ba wenê bidîta bê çawa kurê min zoriya zarokên we dibe û li pêşiya wa ye.. Law ma xar û kab bi zarokên we ve hiştine.. Lê ev zimanê erebî pê girane.. Nizanim ev ziman ji kû ji me re anîne! Bela dibistanên me jî hebana wenê hunerê Xelîlo bidîta..
 
   Pirê caran piştî çend heyvan gelek zarok ji dibistanê direviyan, qîma xwe bi şivantiya ber pez tanîn lê bi çûna dibistanê ne tanîn.. Tevî ku kalemêran ji hev re digotin ku ne bi xwendinê be em pêşnakevin û nabin mîna ereb û tirkan.. Hin caran min ji xwe re digot; çima xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurmancî nîne?

   Nizanim çima dema ku carna Nezîrê Hemo û Hisoyê Alya pevdiçûn, Nezîro bi zimanê Erebî, wek cendirmeyên qereqolê siqêf û dijûn ji Hisoyê Alya re digotin û wek yekî ku bi serketibe xwe paye dikir, tevî ku têra xwe lêdan dixwar..?!
 
   Di wî heyamî de em di nav agirê du zimanan de dihatin şewitandin; Ji bakur ve tirk û zimanê tirkî serdest bû û ji başûr ve ereb û zimanê erebî serdest bû.. Me di navbera Xelîl û Celîl de li berxwe da.. Me bi zimanê erebî xwend û di gel re jî zimanê xwe parast.. Bi rastî qenciya vê parastinê a pêşî li dê û bavê me vedigere, li civata me a gundîtiyê vedigere.. Îro bi saya wan û saya alfabeya mîr Celadet Bedirxan, em bi zimanê xwe dixwînin û dinivîsînin, tevî ku bi demê re gelek ji zargotina me toşî windabûnê bûye, gelek ji peyvên me yê resen nebedî bûne û gelek ji pêmayê me xelkê dizîye û kiriye ji milk û malê xwe..

   Erê hêjano! Zimanheziya min ji Doda, têkçûnên Xelîlo di zimanê erebî de û trajîdiya gelê min destpêkir.

Konê Reş
Qamişlo 06.04.2011







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2505