Awaza xilxalan.. Diyarî ji giyanê nemir Reþîtê Hemo re.
Dîrok: ÇáÓÈÊ 30 ÃÈÑíá 2011
Mijar: Nûçe




Ebdilmecît Þêxo

       -1-
 Gulava hinarokên bedew ,
Ji çavên xwe yên kor re, 
 min kire derman.


Ew þahiyên te mîna lehiyên serxweþ,
bi ser giriyên min de ,dilop ,dilop,
mîna barana buharê,
mîna buharê dilan,
dihatin xwarê.

Lê ez di xewnên xwe de,
mîna zarokekî veciniqîm,
dîsan bi kenînên te ,
bi awaza xilxala lingên te
dîsan ez kedî bûm,
û di hembêzeke germik de
mîna dînekî ne dîn
zarokekî ne zarok
di xew de çûm …..

         -2-
Li ser wî girî,
li bin wê darê,
li ser wê darê,
li rex wî latî,
li ber gorna pêxember Horî,
me dîsan bi hev re gorana Eyþa Îbê
                istra .

       -3-
Di bêhnvedanekê de te got ; NOÞ  !
                                                    NOÞ !
Ji bo van mûmên vêketî,
Ji bo van hestiyên lewentekirî,
Yên Reþîtê Hemo
Ji bo van çûkên ber tîþkên rojê de difirin
                   te dîsan got
                           NOÞ!
                           NOÞ !
Lê awaza xilxala lingên te,
hîn di guhên min de,
                  dilîzin  .
                      Efrîn. Avdar,2011







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2502