Ezbenî! Em Li Hêviya Heyamekî Nû Ne
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 23 ãÇÑÓ 2011
Mijar: Nûçe




Konê Reþ

Ezbenî! Min bîr ne dibir çima;
Beriya Mêrdînê, deþta Sinceqê,
Deþta Sirûcê û çiyayê Kurmênc
Di hewþa mala min de radizên?!
Qamiþlo, Amûdê, Dêrikê, Efrînê û Kobanî..
Her êvar li min dibin mêvan?!
Erê, min bîr ne dibir çima;
Darên Beriwa ji ser çiyayên min direvin û
Darên Çinarê, ewên kevnar, didin pey wan..?!


* * *


Ezbenî! Em bi hêviya heyamekî nû ne;
Heyamekî, ku em porê serê wî
Bi çîrok û çîvanokên kevin û nû
Þeh bikin û bihûnin..
Kirasê wî ji kul û derdan daweþînin..
Erê pêwistiya me bi heyamekê nû heye
Heyamekî ku ji tirsê ne tirse û
Bi cegerdarî karibe;
Di ser agirê gurr re çemke û bibeze pêþ..
Erê, em bihêvîne ku careke din
Kaniyên çemê Xabûr der bibin û vebin
Av di best, cog û newalan de biherike..


* * *

Ezbenî! Em bi hêviya bahozekê ne ku
Zimanê me bihejîne û
Bend û lelan biþkîne..
Bi hêviya ronahiyekê ne ku
Em canê xwe bispêrinê û rehet paldin..
Bi hêviya çiyayekî ne ku
Pêve hilkiþin, dinya û alemê bibînin û
Kul, eþ û birînên xwe nebînin..


* * *

Ezbenî! Ne hêsane ez dergehê gotinê bigirim û
Bilivim pêþ..
Ne tu radiweste ezbenî û
Ne rê bi dawî dibe..?


* * *

Erê ezbenî!
Çendî spîbûn bi tirse?!
Bi tirse ku;
Em sayebûna wê bi tariyê
Bilewitînin..


* * *

Ezbenî! Dîroka me þilfîtazî li pêþ me dimeþe
Bi dawîbûnan dagirtiye.
Kêm rûpel di tûrikê wê de parastîne
Kêm pênûsan li ser lat û zinarên wê
Nivîsîne..
Dîroka me bi keser derbas dibe,
Bi girî rojên me di buhirîn e..
Zimanê me; toþî talanê dibe,
Ji devê me didizin.. Û
Wiha bê dergevan,
Bê dost û yar em mabûn..
Bi tene çiya, çiya dost bû
Heval û hogir bû û dost maye..


* * *

Ezbenî! Hawara Xelefê Þûvî
Ji mîr Bedirxanê Botanî re
Zindî ye: (Ez Xelef im, Xelef im
Ez Xelefê Þûvî me
Xwediyê þûrê sedef im
Hawar e Mîr hawar e Mîr
Yezdan Þêr begê Botan e..!)
Nerazîbûna Xelefê Þûvî
Bi mîrîtiya Yezdan Þêr
Wefadarî û mêranî ye..
Pêdiviya me
Bi kesên wek wî û hawara wî hêjî heye..


* * *

Erê ezbenî, bela heyv were!
Bela dem were û çerx û dewran
Bifitilin..
Bela heyv were û bi me re meyê
Vexwe,
Xwe dûr neke û çiva nede xwe
Çendî ewir tarî be nikare heyvê veþêre..


* * *

Were baranê were!
Tofan bi derengî ket
Kûpê çiyayê Cûdî hêjî spî xuya dike
Gundê Heþtêyan, bajarê Þernex û Cizîrê
Lavijên Botanî dixwazin..
Stranên me sarbûne..
Awazên me ziwa bûne..
Êdî nema Mihemed Arif Cizîrî
Strana Eyþana Elî dibêje û ne
Gerabêtê Xaço Strana Lawikê Metînî
Dinuhirîne..
Bibare baranê bibare
Þuristê vejîne,
Keskahiyê bi ser me de bibarîne..
Bela careke din kevoka aþîtiyê
Þaxekî darzeytûnê bi nikilkê xwe
Di asmanê welatê me de bigerîne,
Destpêka dîrokek nû
Di Rojhilata Navîn de biçîne û
Heyamekî nû bi ser me de biþîne
Erê heyamekî nû..

Konê Reþ
 
Qamiþlo







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2466