Bela Serê Gelê Kurd Sax be, Cewher Namiq jî Jiyana xwe jidest da
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 22 ãÇÑÓ 2011
Mijar: Nûçe



 
Serokê yekê ê Parlamentoya Herêma Kuridstanê û endamê Buroya Siyasî ê PDK-ê ê berê Cewher Namik Salim îro; piþtî 24-ê þevê li Swêdê Stockholmê li nexweþxaneyê ji ber kansera piþikê jiyana xwe jidestda.

Cewher Namiq Salim yek ji endam û pêþmergeyên kevn ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-ê) bû. Di nav partiyê de wek kadroyeka çalak zana hat naskirin û di gelek bizavan de li pêþ bû. Ew heta endametiya buroya siyasî ya PDK-ê hilkiþiya, wek sekreterê PB-ya PDK-ê kar kir.


 Sala 1992-yê ew bû parlamenter û wek serokê yekemîn parlamentoya Kurdistanê hat hilbijartin. Serokatiya wî heta sala 1999-ê berdewam kir.

Di 1999-ê de ji karên siyasî vekiþiya û vegeriya Swêdê. Ev demek e ji ber nexweþiya kanserê tedawî dibû û di demên dawiyê de li nexweþxaneyê hatibû razandin. Di hilbijartinên derbasbûyî yên Kurdistanê de nevê wî bi hevkariya li ger Gorranê derket lê wî berbijêriya xwe ya ji bo vê tevgerê nîþan neda û ew neket hilbijartinan.
Endamê PB-ya PDK-ê Cafer Îbrahîm ragihand ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û rêberiya PDK-ê di wê mihaweleyê de ne ku di zûtirîn wext de cenazeyê Cewher Namiq bê þandin Kuridstanê û bi merasimeka þayeste ya partî û dewletê ew bê veþartin.

Jêder; Netkurd







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2465