Nameya Newrozê
Dîrok: ÇáÓÈÊ 19 ãÇÑÓ 2011
Mijar: Nûçe



    Her sal bi hatina roja 21-ê heyva Avdarê re, gelê Kurd serûber, cejna xwe ya netewî, Newrozê bi bîr tîne, biçûk û mezin, jin û mêr, zarok û navsal bi dil û can dixwazin pê þa bibin. Vêca li gor merc û hoyên ji hev cuda, taybetmendiya her welatek û herêmekê, þêwe û duriþmên cur be cur û pir reng têne hildan û bikaranîn. Lê, naverok yek e, hestên dilgermiyê û hiþyarbûna netewî ye, dengvedana doza Azadî, Aþtî û Wekheviyê ye, doza mirovhezî, þahî û xweþiyê ye.


   Li vê dawiyê, li ser daxwaza hinde endamên komela neteweyên yekbûyî, rêxistina Yoniskoyê-UNSCO- erê kiribû û biryara xwe dabû ku, Newroz weke cejneke cîhanî bête pejirandin û nasîn, lê mixabin, bê ku gelê Kurd bi nav bibe.
    Li Sûriyê, li dirêjahiya bêtirî 50 salî, xebatkarên Kurd ên demokrat, bi roniya çavan , bi cerg û hinavan,  Newroza gelê xwe parastine û her dê biparêzin, ji ber ku ev Neroza me, ne tenê cejneke salane ye û hew,lê belê, þana rûmetê, hebûn, vejîn û jîndariya gelê Kurd e, lewre jî, cejna Kurdan ya herî biha û Pîroz e.
   Di dema îro de, ji bilî pêxistina agiran li serê çiyan, li seranserî herêmên Kurd li Sûriyê, Kurdax, Kobanî û Cezîrê, digel bajarên navdar mîna Heleb, Þam, Hesekê, Reqê û Latakiyê jî, Newroz þên dibe, û bi deh hezaran hemwelatî, çi Kurd, Ereb, Siryan, Kildo-Asor, Çerkez, Ermen û Turkmen, File û Misilman têne ba hev û bi lihevkirineke biratî Nerozê pîroz dikin , rê li ber xwedî hiþên teng, hiþk û nijadperest, çavsoriya þovenîstan teng dibe, nemaze gava ala niþtîmanî tête bilindkirin. Loma jî, rêzgirtin û parastina ev reng kombûn û govendên Newrozê, erk û ustibarê hemî hêz û kesa ye, Newroz jî hemiyan hembêz dike.
   Li dawî, hêjayî gotinê ye ku, ji Newroza par ta Newroza îsal 2011, sê xebatkarên newrozperest, ên di nav gel û tevgera Kurd de navdar , me wenda kirin, ew jî, serokê parta me mamoste Îsmaîl Umer, yek ji danerên yekemîn partiya siyasî bona Kurdên Sûriyê, mamoste Reþîd Hemo û Mam Ebdil-Xenî Biloriyan ê ku di ber gelê xwe yê Kurd de bêtirî 25 salan di girtîgeh û zîndanên Îranê de borandibû, emê bejna xwe li ber xebat û bîranîna wan û hemî camêr, xebatkar û pakrewanên tevgera azadîxwaz a Kurd bitewînin û þehîdê Newroza Þamê li sala 1986 -an Mehmed Emîn Silêman Adê bi bîra xwe bînin.
Bijî xebata gelê Kurd bona Aþtî, Azadî û Wekheviyê.
Bijî Newroz û sersala we hemiyan pîroz .

18 .03 .2011

Komîta rêvebir ya
Parta Yekîtî ya Demokrat A Kurd li Sûriyê.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2460