PIRTŪKA ĒĪROKŹN PŹKENOKĪ Ū ĪRONĪK
Dīrok: ĒįĖįĒĖĒĮ 15 ćĒŃÓ 2011
Mijar: Nūēe



 Lokman Polat

Pirtûka nivîskarê kurd ê binxetê (bažurê biçûk ê rojavayê Kurdistanê.) Qado Žêrîn a bi navê ”Serok û Merok” di nav wežanên ”Sema” de derketiye. Pirtûk 118 rûpel e. Berga pirtûkê hunermendê qarîkatorîst Dîno çêkiriye. Bergeke gelek balkêž e. Serokekî li pižta zilamê xwe siwar bûye û dibêje ”de bimeže hevalo bimeže, rizgarkirina welat hîn dûre…!” wežanên ”Sema” li dewleta mîrekî areb a bi navê ”Ebu Dabî – Dubey”de ye û li wir pirtûkên kurdî (kurmancî û soranî) û arebî diwežîne. Di dawiya pirtûkê de lîsteya navên pirtûkên ku wežanên Sema bi arebî û kurdî derxistiye, heye.


Di vê pirtûka çîrokên pêkenokî û îronîk de 22 kurteçîrok hene. Navên van kurteçîrokan jî gelek balkêžin û kena mirov tînin. Ji xwe ji bo ku hêla mîzahî –pêkenokî – a naveroka pirtûkê wisa xurte ku, mirov hêj di serî de bi sernavê çîrokê dikene. Ji xwe re wek mînak li van çend sernavan binêrin. Serok û merok, Serokkirîn, Spî bûne serok, Serokê ji heriyê, Partiya malbatê, Partiya Don Kîžotan, Ji xemgînî partiyek damezirand, Ax ji derdê mêrekî, Li min žežûkê, Ji te re adete ji min re xebhete, ma homo jî mêr in!
Mîzah çekekî gelek xurte û bi žêweya edebî tê ravekirin. Li welatên pažvemayî, li dewletên dîktatorî û li hemberên bûyerên antî-demokratîk bi žêweyeke pêkenokî rexne têne girtin û bi riya pêkenokê mixalefeta tête kirin. Sazûmanên antî-demokratîk û dîktator herî pir ji mîzahê –pêkenokê – ditirsin. Li tirkiyê mixalefeta herî xurt ku li dijê partiya desthilatdar tê kirin neku mixalefetiya partiya mixalefetê ye, mixalefetiya kovarên mîzahî – pêkenokî – ye ku tim serê serokwezîrê komara Tirkiyê bi wan re dikeve težxelê û wan dide mahkemê. Kovareke mîzahî a bi tirkî navê wê ”Uykusuz – bêxew” e û bi rastî jî xewa desthilatdaran dide revandin, ew ji ber mixalefetiya wê ranazin. Kovareke din a mîzahî jî navî ”Girgir” e û ew jî henekên xwe bi desthilatdaran dike.
Ji bo mizahê bi tirkî tenê peyva ”mizah” bikar tînin. Bi kurdî/kurmancî ji bo peyva mizahê, peyva ken, henek, qerfe, tinaz, qomedî û pêkenîn bikar tînin.
Çi heyf ku hêj jî li bakurê Kurdistanê kovareke mîzahî tune. Berê li Swêdê kovara mîzahî ”Mîrkût” û ” Zengil” derdiketin û li Stenbolê jî ”Tewlo” derdiket, lê niha hersê kovar jî dernakevin. Evan kovaran bi hawayekî perîyodîk newežiyan, herkê çend hejmar derketin û pažê hatin girtin. Di edebiyata kurdî a nivîskî de jî beža mîzahê – pêkenokê – qels e. Pirtûkên mîzahî jî kêmin. Nivîskarên kurd yên ku pirtûkên mîzahî nivîsîne ji deh tiliyên destan naburin.
Di vê gotarê de nemimkûne ku ez behsa naveroka bîstûdu çîrokan bikim. Ez ê bi kurtahî bal bikžînim ser naveroka hinek kurteçîrokan ku xwendevan întrese bikin û çîrokan bi tevahî bixwînin.
Nivîskarê pirtûka bi navê ”Serok û Merok” Qado Žêrîn hinek çîrokên xwe, dema li welêt bûye, li navça Qamižlo û hinekan jî li Ewropayê – li Holanda – nivîsiye.
Pirtûk bi kurteçîroka sernavê ”Çavdan” dest pê dike. Di vê kurteçîrokê de behsa nivîskara temen biçûk Dilža û hevala wê behiya dike. Di çîroka ”Mêrê bizina spî” de serboriya Kerîmo ê lêkolînvan ku dibêje ”hîn deriyê girtî di dîroka me de hene” tê ravekirin. Mesela navlêkirina mêrê bizina spî jî, ji bo ku wî li ser bizinê dîtine û lewre jî vî navî lê danîne. Di çîroka ”Serok kirîn” de behsa kongra partiyek tê kirin. Kongre sê žev û sê roj berdewam dike. Ew li ser mijara serokatiyê û hilbijartina serokê partiyê mineqeže dikin. Di encama minaqežeyan de dixwazin ku serokekî hilbijêrin ku millet hemû li dor xwe bide hev. Nûnerekî ji gogê – footbolê – mînak dide û pêžniyaz dike ku ew wek komên gogê çawa ku lîstikvanên baž dikirin an jî kirê dikin, ew jî dikarin serokekî baž ji partiya xwe re bikirin yan jî kirê kin. Kongre pêžniyaza nûner dipejirîne û pažê gelek tižt dibin, ez behsa wan nakim. Bila xwendevan pirtûkê bi tevahî bixwînin ku bizanibin pažê çi dibe? Çi diqewime? Serok kirê dikin, nakin? Ev çîroka mîzahî – pêkenokî – xelata yekemîn a kovara ”Zêvî” wergirtiye.
Di çîroka ”Ax ku perê min hebana” de vebêj diyar dike ku perê wî hebana dê wî çi bikira, tê ravekirin. Dema mirov vê çîrokê dixwîne, di hežê mirov de jî diçe ku heger pereyê mirov hebe, dê mirov çi bike? Çi bikire? Zilamê kurd ku perê wî hebe çi dike? Bi min di serî de doxînsistî dike, li pey keç û jinan digere. Ji xwe gotinek heye, dibêje ”dema yekî kurd dewlemend bibe, yan dizewice yan jî mêr dikuje.” vebêjê çîrokê dibêje heger perê min hebe, min ê jinek ji xwe re anîba ku temenê wê çardeh salî ba, xwežik ta ku tu bêjî xwežik ba.” Dema min vê çîrokê xwend ez jî ji xwe re fikirîm. Heger perê min hebe, ez gelek dewlemend bin, ez ê mêr nekujim lê jineka ciwan bînim. Ez ê li Amedê kultursentereke gelek mezin çêbikim ku têde menzelên cure yên çandî hebin, cihê temažekirina fîlm û leyistina žanoyê hebe. Ez ê matbaayeke bikirim û pê pirtûkên nivîskarên kurd çap bikim û ji firotina pirtûkan heqê keda nivîskaran bidim. Ez ê kovareke çandî, edebî, kovareke pirs û pirsgirêkên dîrokî, kovareke lêkolînî û kovareke xwerû li ser zimên biwežînim. Ez ê rojnameyeke nûjeyî û yeka magazînî xwerû bi kurdî biwežînim. Û herweha ez ê kaneleke televizyonê xwerû bi kurdî vekim û bi žêweyeke azad, bi naverokeke pirdengî û pirrengî biwežînim. Lêbelê heyfûsedmixabin ku perê min tune û ez heqê çapa pirtûkên xwe jî ji keda xwe û ji qirika zarokên xwe dibrim û didime çapxanê.
Em vegerin naveroka çîrokên din û ez bi kurtahî behsa wan jî bikim. Nivîskarê kurd Qado Žêrîn bi devê vebêj di çîroka ”Boxê birîva” de henekê xwe li civînên bêvate yên partî û rêxistinên siyasî dike. Di jiyana xwe ya siyasî de ez jî bejdarê gelek civînên bêvate yên siyasî bum û me tu emcameke baž ji wan civînan negirt. Her civîn dibû haceta rexne li hevûdu girtin, dilê hevûdu žikandin û ji hevûdu xeyidandinê.
Çîroka ”Kortik” çîrokeke mîzahî ya malbatî ye. Behsa zilamekî û jina wî ya bêerz, žerûd ango qereçî dike. Zilam ji destê jinê hatiye elemanê. ”Kortik” navê xwarineke. Jina zilam jê re herroj xwarina kortik dipijîne. Zilam bi žêewyeke henekî nasnavê jina xwe kortik datîne û pê tinazê xwe dike. Di vê çîrokê de derdê jinek û di çîroka ”Ax ji derdê mêrekî” de jî derdê lêgerîna mêrekî bi žêweyeke pêkenokî tê ravekirin. Keçika ku di mal de maye (kesekî wê nebiriye, pê re nezewiciye) li mêrekî digere ku pê re bizewice.
Çîroka bi sernavê ”Partiya don kîžotan” ji xwe nav li ser e, behsa don kîžotên žorežger û welatparêz dike. Ev partiya don kîžotên žorežger û welatperwer ji kesên dîn yên ku žorežgerin û welatparêzin pêk hatiye. Cihê pesnê ye ku kurdên dîn jî kurdperwerin, žorežgerin. Vebêj bi devê berpirsiyarekî partiyê felsefeya partiyê weha pêžkêž dike. Weha dibêje : ”Me felsefeyek ji bo xwe afirandiye, ji bo kurdîtiya xwe, li gor ahenga kesê kurd, em ne rojhilatî ne ne rojavayî ne, ne jî hevalê rebê jorî ne!!!...” felsefeya dînan ji ya biaqilan bažtir û xwežtir e.
Di çîroka ”Pirtûkfirož” de behsa pirtûkfirož Silîvo tê kirin. Naveroka çîroka ”li min sesûkê” li ser mijareke civakî ye û pir balkêž e. Fîgurê çîrokê Welîd ê žêst û žež salî, ji bo ku bizewice wêneya xwe ya xortaniyê ji keçeke ciwan re dižîne. Çîroka ku navê xwe daye pirtûkê, ango çîroka bi navê ”Serok û Merok” ravekirina mijareke siyasî û rêxistinî ye. Endamekî partiyê behsa serokê partiya xwe dike. Ev endam û endamên din yên partiyê serokê partiyê dikine wek pêxemberekî û datînine ser serê xwe. Di çîrokê de bi gelemperî rewža serokên partiyan bi žêweyeke mîzahî tê ravekirin. Serlehengê çîrokê ku navê wî Soro ye, ji serokê partiya xwe re nameyeke balkêž dinivîse û pêžkêžê wî dike. Pižtî ku bersîva serokê partiyê tê, di nameya bersîvdanê de du tižt henin. Ev herdu tižt çine ku serokê partiyê ji endamê xwe re žiyandiye?
Belê, du tižtên gelek balkêž û girîng in. Ev herdu tižt bi gelemperî halê ruhiyeta gelek kesên ku xwedêgiravî serok û sekreterên partiyanin dide nîžandan û helwesta wan a li hemberê endamên ku weke Soro rexnegirin dide diyarkirin.
Di pirtûkê de gelek peyvên arebî û žažiyên rêzimanî hene. Navê ”Kurdistan” jî bi tîpa ”k” ya biçûk hatiye nivîsîn. Divê bi ”K” ya mezin be. Tîpa - herfa - serî a navên xweser, navên welatan û dewletan hertim bi herfa – tîpa - mezin tê nivîsîn. Wek mînak; Kurdistan, Amerîka, Îran. Ji bo tîpa serê navê neteweyan hinek kes biçûk û hinek kes mezin dinivîsin. Edîtorê wežanên ”Sema”yê Xanim Zeyneb Yaž e. Kurdîya wê baž e. Ew edîtorek jîr û zana ye. Wê çawa û çima pirtûkê sererast nekiriye û žažiyan rast nekiriye?
Min behsa naveroka hinek çîrokan kir û behsa gelekan nekir. Pirtûk ji hêla mîzahî ve serketiye. Mijarên çîrokan baž û xwež in, mirov didine kenînê. Bi hêviya ku nivîskar Qado Žêrîn di hêla mîzahî de berhemdariya xwe bidomîne û berhemên nû biafirîne. Xwendevanên kurd li benda pirtûkek wî a nû ne.
Weke ku min di destpêka vê gotarê de jî got; di jiyana civakan de mîzah rolekî girîng dileyizin. Di civakên ku di bin žertên demokrasiyê de najîn û ji azadiya fikrî, ramanî bêpar in, mîzah rola herî mezin dileyize. Mîzah hem mirovan dide kenînê û hem jî mirovan dide fikrandinê. Bi žêweya mîzahî li dij sazûmanê mixalefetiyek baž tê kirin.
Mîzah li ser civakê tesîr dike, bandor datîne. Tesîra – bandora – mîzahê di dema ku xelk – gel – pirs û pirsgirêkên cwe nikare biaxife, wexta ku di bin qedexekirinê de ye, dema ku ronakbîr nikarin bi hêsanî dîtin û ramanên xwe bînin ziman, wê demê mîzah fonksîyonek girîng tînê cîh. Ew dem mîzah dibe zimanê gel û rewženbîrên mixalif. Mîzah di žikandin û ji holê rakirina gelek tabuyên di nav gel de jî rolek dileyize. Bi riya mîzahê gelek tižt ji gel re tê ravekirin. Mîzah – pêkenok tiliya xwe di her qulikî de dike. Di nav çand û wêjeya kurdî de cihê mîzahî girînge û herweha mîzah perçeyek ji têkožîna doza netewa kurd e.







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2455