Bîranîna dostê dilsoz Rezoyê Osê
Dîrok: ÇáÃËäíä 07 ãÇÑÓ 2011
Mijar: Nûçe



Zagrosê Haco

Li gor tecrûbeya min ya dûr û dirêj bi Rezo re, ya di nav qûnaxên rengereng re dersbas dibû, jiyna Rezo her û her bi xisletên bilind xemilandî bû, yên wek welatperwerî, dilsoziya bi dostan re, rastgoyî, zimanê kurdî yê resen, zarê şêrîn, civatxweş, wêjevanê berhem bi nirx, rexnevaniya babetane û mêraniyê.
Rezo di bername û sozên xwe de, di karê xwe yê prîvat û yê civatî de dilsoz û xwedî disîplîna hişk bû. Hezkirina Rezo ji ziman û folklora kurdî re xwezayî bû û xebata wî bo parastina zimanê kurdî bêrawestan bû. Rezo ziman bingeha sereke û ya herî giring bo avakirina kesayetiya kurdî ya durist didît.


Dema Rozo di nav civatekê de dirûnişt bandora kesayetiya wî li ser her mijara dihat baskirin hebû, bîr û behweriyên wî bi taybetî li ser çand, wêje, siyaset, zanist û pirsên civakî pir balkêş û bi nirx bûn.
Hişê Rezo embara bîr û ezmûnên gelêrî bû. Di civatên Rezo de pend, çîrokên Mîrza Mihema, Pîra heftdinan û yên din, siwarbûna cencerê, kelandina savaran û raxistina savêr li nav teynan, vedana davikan li ber teyrikan, di zeraqa sibehê de keyandina meşkan, çûna ber berxikan, razana serê banan û zêrevaniya xemla ezmên, hûnandina kehnîkan, leystika dam û higulîskê, stranên paleyî û dankutanê û zanîna gundiyan li ser her herçar dêmên salê û guhertina seqayê, metelok û pednên programkirina karê cotkariyê mijarên şêrîn yên wan civatan bûn. Ez matmayî dimam çawa hê tiştikên hûrik jî di bîra wî de mane. Çawa ew embara ezmûnên gelêrî bû, herweha haya wî ji mijarên zanistiyên nûjen jî hebû û bi zimanê xwe yê resen û petî wî hesanî dida nav wan mijarên aloz.
Li vir, eger bi kurtî be jî, ez çend bîranînên xwe, çend wêneyê jiyana Rezo bi dost û hevalên Rezo re, bi we re par bikim.
Dema Rezo li Berlîna Rojava dima me ji nêzîk ve hevdû naskir. Tebaxa 1971 Kongra Komela Xwendekarên Kurd li Ewropa li Berlînê li dar ket. Komele rêxistineke kurdan ya pir giring û çalak bû li Ewropa, ji ber wê em xwendekarên kurd endamên komlê ji tevaya Ewropa dihatin beşdarî kongran dibûn.
Me di wê havînê de gelek caran hevdû didît û zû ez wî bûne dostê pir nêzîk. Dostaniya me ji wê demê ve ti caran lawaz nebû. Na, wek rojan nîşan da, her diçû dostaniya me xurtir dibû.
Piştî ko min xwendina xwe li bajarê Brno, li Çekoslovakya tewa kir, ez vegerame Tirbespiyê. Rezo jî xwendina endazyariyê li instîtûta neftê li Moskoyê tewa kiribû û vegera welêt. Ez wî me wek endazyaran li Şirketa Petrolê ya Sûrî, li Rimêlanê kar dikir, ew di karê xwe de bûbû endazyarê pispor yê tibaba petrola di bin erdê de. Reveberiyên karê me di yek avayiyê de bûn û me hesanî her car hevdû didît. Me gelek caran guftûgo li ser pirsên parastina çanda kurdî dikir û hizra projektan di serê me de hebû.
Hê dema Rezo û Dr. Sadedîn Mela li Berlina Rojava bûn, wan bi hevalên xwe re jimara yekê ya kovara Şoreşgêr bi çend pirtûk û belavok re weşandin. Rezo û Dr. Sadedîn ji Berlînê ji bo xwendinê barkirin û çûne Sovyêtistanê. Sala 1978 ez çûme Berlînê û nêzîkî salekê li wir mam. Di wê salê de me ji nû ve dest bi weşana kovara Şoreşgêr kir. Bi alîkariya dost hevalan min jimara Şoreşgêr ya dido û sisiyan amadekirin, jimara diduyan li Berlînê hate çapkirin û weşandin, lê ji ber ez jî li ser riya welêt bûm me jimara sisyan bo çapkirinê ji Dr. Sadedîn û Rezo re rêkire Moskoyê.
Ji ber ezmûna me di kovara Şoreşgêr de em ji xwe piştrast bûm ko em dikarin kovarekê li welêt jî çap bikin. Lê gelek pirs û alozî hebûn, divabû em çarê ji wan re bibînin, pirsên teknîkî û lojistîkî hebûn, lê ya herî giring û aloz pirsa ewlekariyê bû. Di wê demê rêjîma sûrî bi tundî planê Kembera erebî bi cih tanî, peyva kurdî qedexe bû, mirov ji ber pirtûk, kovar û belavokên kurdî diketin ber cizayên giran. Rêjîmê çapkirin û weşana wan li dijî serweriya dewletê û ya paritya Bees didît, wê çavsoriyên mezin li kesên bi karê wilo dirabûn, dikir.
Nêzîkî sersala 1983 ez, Rezo û Ebdilaqiyê Ûsiv em li mala min li Rimêlanê gehane hev û me basa pêkanîna projekta çapkirina kovareke kurdî kir. Ebdilaqî endazyariya elektronîkê beşê rayokomunikasyonê li Sovyêtistanê xwendibû û di partiya Hevgirtina Gel de endamekî rêvebir bû, wî pirsên rêxistinî wek çapkirin, belavkirin, birin û anîna posta kovarê bi xwe girtin. Karê rêdaktoriya kovarê ma bi min û Rezo. Me di wê civînê de li hev kir ko navê kovarê Stêr be û biryar da ko Stêr li Newroza 1983 bikeve ber destê xwendevanan. Me du wate û sîmbol di navê stêr de didîtin, ew nûkirina navê kovara Stêr ya Bedirxaniyan bû û stêra sor ya îdeolojiya sosyalîst bû.
Sala 1978 dema ez li Berlînê bûm birayê min Ehmed ji Norwêcê daktîloyeke piçûk ji min re anî, da ez pê karê xwe bikim. Dema ez vegeram welêt min ew daktîlo bi xwe re bire Tirbespiyê. Dostan li Berlînê şîret dikirin digotin li Sûrî daktîlo qedexe ne, lê ez li ya xwe siwar bûm min daktîlo û çend pirtûkên kurdî yên destê min ji wan nedibû bi xwe re birin welêt. Kovara Hawar û her şeş pirtûkên ko sala 1971 mîr Kamîran Bedirxan ji min şiyandibûn di nav wan pirtûkan de bûn.
Metirsiya ko pasvanên sînor daktîlo û pirûkan bibînin li ber çavên min bû. Ez ji Berlînê bi trembêlê çûme Yûnanistanê û ji wir li ser pişta keştiyekê çûme bajarê Tertûsa Sûriyê, da ji wir herime Tirbespiyê.  Firaxên bi min re gelek bûn, min dilê xwe xweş dikir ko dê daktîlo û pirtûk di nav wan de winda bibin. Lê gava min dît pasvanên sînor terembêlên berî min bi hûrî sehdikin ez têgehiştim ko çara veşartina wan nîne. Daktîlo piçûk bû ew û pirtûk di du kîsan de bûn, min rahişte herdû kîsan û çûme oda efserê pasvanên sînor, min silav lê kir kîs li ber danîn û got: keremke va ne firaxên min. Wî li min vegerand got na, na, ne ev in firaxên te were bagajê terebmêlê ji min re veke, da ez bibînim te çi bi xwe re aniye. Ew ji pişt masa xwe derket û da pêşiya min, min jî rahişte herdû kîsên xwe û em çûne ber terembêlê. Min deriyê bagaj jê re vekir, ew bi nav firaxên min ket û ji hev vewjartin. Min gelek pirtûkên pîşeyî yên xwendina zankoyê û gelek qewanên stranan bi xwe re anînîbûn. Wan bala efser kişand, wî protesto kir, got: ev çi ye, te pirtûkxaneyek bi xwe re aniye! Min jê re basa giringiya pirtûkan bo pîşeyê xwe kir, wî dawî destûr da ko ez derbasî Sûrî bibim.
Ta ez li welêt bûm min û Rezo me hemû jimarên kovara Stêrê bi wê daktîloyê nivîsandin. Lê di destpêkê min gelek caran daktîlo bi xwe re dibire cem Betalê Betê, da ew gotarên Stêrê binivîse. Wî li zankoyê xwendibû û nivîsandin bi daktîloyê beşek ji pîşeyê wî bû û destê wî di nivîsandina tîpên latînî de pir sivik bû. Betal Betê li bakurê Kurdistanê siyasetvan, sêzdeh sal cizayê zîndanê lê hatibûne birîn. Ew ji ber junta leşkerî ji Serxetê hatibû Binxetê û li Tirbespiyê di nav xwediyên xwe de bi cih bûbû. Piştî demekê em tê gehiştin ko em jiyana Betal li Sûrî dixine ber metirsiya girtinê û teslîmkirina junta leşkerî ya tirk  dikin. Me êdî biryar da em karûbarê Stêrê bi destê xwe bikin û me ew bire serî.
Me kovar Stêrê ne li ser kaxezên normal dinivîsand, pêşî divabû em wê bi daktîloyê li ser pelên hevrîşim binivîsin. Daktîlo cihê tîpan di pelên hevrîşim de çêdikir, cihê tîpan qul dikir. Hevalên me di karên çapkirinê de pelên hevrîşim li ser gundorê ronyoyê, makîna çapkirinê, siwardikirin, ximav di nav qulan re derbas dibû ser kaxezên kovarê û bi vî awayî Stêr dihate çapkirin.
Weke me dibihîst karê wan hevalan, bi taybetî di kelkela havînan de, gelekî zor bû, çapkirinê wextekî dirêj dikişand, dengê makîna ronyoyê bilind bû û metirsiya eşkerebûna cihê wan hebû, ximavê dest û lepên wan gemarî dikir û jê nediçû bi ser de jî kvalîta çapê ne pir baş bû. Kirîna pelên hevrîşim jî ne bê alozî bû, me ew ji pirtûkxaneya Lîwa yan Midêwayê li Qamişlo dikirî, wan her car diprsî ka ev pel ji çi re û ji kê re ne, ji bêçareyî kê ji me kirîbûna me digot em mamoste ne, li filan dibistanê kar dikin û me navê dibistanekê ji wan re digot.
Sala 1990 ez ji welêt derketim û li Swêdê bi cih bûm. Carekê sala 2006 ez li mala Rezo bûm, Rezo ew dektîlo derxist, kêlîkeke xweş me serpêhatiyên salên weşandina kovara Stêrê bi bîr anin û me çend wêneyên hev bi daktîloyê re kişandin. Rezo got: ev daktîlo ya te ye, emanet bû li cem min, keremke ya te ye bibe. Min lê vegerand: yê herî layiqî daktîloyê tu yî, dilê min gelekî xweş e ko ew li cem te ye û te ew parastiye. Di nav salan de pîştî belavûna komputeran, nivîsandin bi daktîloyê kêm bû, lê Rezo dixwest her tiştê bi weşana kovara Stêrê ve girêdayî bide hev. Wî dixwest, ronyo, makîna çapkirina Stêrê bi dest bixe. Carekê li Qamişlo ez û wî em bi hev re çûne cem çend kesê Rezo behwer dikir ko haya wan ji cihê makînê heye û ji wan dipirsî da makînê jê re peyde bikin. Tevlî ko renyo nema dihate bikaranîn, lê Rezo dixwest wê bikire û digot eger gelek pere lê hein jî ezê wê bikirim. Piştre haya min jê  nema ka gelo ew bi dest xist yan na.
Rezo, Bavê Nazê, Dr. Sadedîn û Mihemed Necarî bi hev re Hevbendiya Kawa ya Rewşenbîrên Çepî Kurd li Moskoyê damezrand. Bavê Nazê û Rezo li Sûrî jî li ser navê Hevbendiyê bizav dikirin. Rojekê sala 1983 Rezo telefon ji min re vekir û got:
- Dibêjin ko James Aldridge bûye mêhvanê Mihrecana Sînemayî li Şamê û Bavê Nazê hêvî dike, ko tu jî pê re herî bi hev re li ser navê Hevbendiya Kawa ya Rewşenbîrên Çepî Kurd pêşwaziya wî li Şamê bikin. Ma tu çi dibêjî?
Min du romanên James Aldrige bi navê Çek û Çiya (Mockery in Arms) û Diplomat bi zimanê çekî xwendibûn. James Aldrige kul û derdên kurdan naskiribûn û bi zanîneke kûr û nazik li ser pirsa kurdan nivîsandibû. Min, bi rastî di xewnan de jî goman nedikir, ko ezê carekê pêrgî vî nivîskarê mezin bêm. Ew li ber çavên min weke kesekê afsaneyî bû. Min yek nekire dido û got ko erê, ezê bi wan re herim.
Em çûne Şamê û me James Aldrige dît, lê ev serpêhatiyeke dirêj e, û min berî niha di kovara Dugirê de li ser nivîsandiye.
Piştî weşandina kovara Stêrê, li gor wê demê gelek kesan kovar dixwend û xwendevanan gelek nîşanênên pozetîv ji redaksyona kovarê re dişandin, lê li gor nivîsên ji me re dihatin, me ditît ko nivîs tijî şaşîtiyên vekîtî û rêzimanî ne û tiştê bala me dikişand ew bû ko not ji sedî ji nivîsan helbest bûn. Xuya dikir ko piraniya nivîskaran xwe ji pexşanê û ji tekstên dirêj, yên vekolana ramanan dûr dikir. Wan bêhtir kul û derdên xwe, hestên xwe bi lez, bi hevokên kurt yên dûzankirî li se kaxezê diraxist.  Min û Rezo di her derfetê de me dîtinên xwe li ser şêweyê nivîsandina kurdî ji hev re digot. Xuya dikir ko pêwistiyeke mezin bi zanebûneke kûr ya zimanê kurdî hebû û divabû zimanê kurdî bête perwerdekirin.
Li Rimêlanê bi destekiya partiya Hevgirtina Gel min 12.7.1985 dest bi kursên hinkirina rêzimana zimanê kurdî kir. Min rêzek kurs li Rimêlan, Tirbespî, Dêrik û Qamişlo dan, her kursekî nêzîkî heft heyvan dirêj dikir. Beşdarên wan kursan pir çalak û bi disîplîn bûn, bi rastî ew şagirtên nimûneyî bûn. Ta roja îro jî ez gelekî bi beşdarên wan kursan serbilind im, nemaze ko jimareke beşdaran pir bi pêş ve çû û di çand û wêjeya kurdî de pisporên çalak in û hêjî xizmeta zimanê kurdî dikin.
Rezo jî ji aliyê xwe ve perwedevanekî zimanê kurdî yê bê westan bû.
Zivistana 2006 ez çûme Qamişlo. Rojekê Salarê Rezo ji nav bajêr hate malê, ez û Rezo li mala wan li oda rûniştinê bûm. Salar derbas bû, silav li me kir û çû odeke din. Kumê li serê Salar gelekî bala min kişand, ala rengî li ser kum bi rîs hatibû çêkirin, al mezin bû û rengên kesk û sor û zer bedew bûn. Matmabûna min ji tecrûbeya salan ya qedexekirina sîmbolên gelê kurd dihat, ziman, kovar, û rojaname, pirtûk û ta navên kurdî li zarokan qedexe bûn, ji xwe hildana ala rengî dibû sedema cizayên giran. Min ji Rezo pirsî ma metirsî li ser wan nîne Salar bi vî kumî li nav bajêrê Qamişlo digere.
Rezo got: Rojekê em bi hev re çûne nav bajêr, dîse ev kum li serê Salar bû. Kalemêrek pêrgî me hat, kêlîkeke xweş li kum temaşe kir piştre got: Birazî bi xwedê kumê te gelekî xweşik e. Rezo got min lê vegeran: Apo keremke bila kum diyarî be ji te re. Kalo got: Na birazî bi xwedê ev barekî giran e taqeta min nîne wî barî hilgirim, bila ji xwediyê xwe re pîroz be.
Rezo berdewam kir: Ew xort in, êdî nema weke nifşê me qîma xwe bi her çewsandinê tênin.
Min jî dît ko xortên bi welatparêzî û mêraniyê hatine xwedîkirin êdî serê xwe li ber stemê natewênin, ev nifşê nû ye, xwediyê pêşeroja xwe ye.
Ne ji mêj ve Rezo du daxwazên xwe ji min re gotin, ez bi hêvî me ko em bi hev re karibin wan daxwazan bi cih bênin, ew jî ev bûn:
Dive ji nû ve kovara Stêrê bi awayê miceledan (berg) bête berhevkirin û çapkirin
Dive mafê mirovan neyê xwarin. Wî digot: Eger yekî, wek Melayê  Palo, tiştekî baş ji gelê xwe re kir, gerek e ew neyê windakirin.

Rezo ji nav me bar kir û serê xwe danî ser axa sar, lê kar, xebat û jiyana Rezo hêja ye ji nifşan re bibe rêbaza kar, xebat û jiyanê. Û da berhemên wî bêne parastin ez hêvî dikim ko hemû gotar, hevpeyvîn, name, berhemên di kovar û rojnameyan de, hemû berhemên çapkirî û neçapkirî  bêne danehev û çapkirin.
Sandviken 10.4.2010












Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2439