Li ser þana demê Û rondik
Dîrok: ÇáÎãíÓ 03 ãÇÑÓ 2011
Mijar: Nûçe





Erê mamosteyê min, ma dê peyv cihê xwe di êþ û bîrkirina me de têrê bikin?! Ma dê ev tevlîhevî me jî di bin sîwana azarên te bi xwe birî de vehewîne? Ma dê ev parçe çame têra hêjabûna te bike? Ma dê mirin çend caran berê xwe bide dukela hiþê me? Ma ev gotinê dê bigihin meqamê te? Eve salek, Rezo, te kulavê vê jiyana mirî li ser serê me hiþt,te barkir û kenekî hêmin û evîn û rewþtekî bilind, bermayên te bûn. Te bo kê hiþt? Kî dikare wî barî ragire!? Bila hezar rehme li gora te be û bila baqên gulan îro bibin navûnîþana vê rojê li ser giyanê te.


                                                Li ser þana demê Û rondik

                                    Bo bîranîna derbasbûna salekê li ser koçbûna seydayê Rezo.

Adarek e li ber dergehê me
Bayê payizê keþteyeke giran,
di tariyeke kovî de


çareke din awirek li paþ
hemî rojan, bîranîn,
êþ û bextê liberbaçûyî

lerze mijek
pêlek di quntarên hizra min î dûr de
bêdeng digirîm
ji strana xatirxwestinê

dar û stûnên ji xewnên çavên te
bar û xewek ji mayînên dilê me
tu hilata  balindeyên barkirî

Keþtiyeke giran . . .
berterf dibin pêjna xilmaþokan!
Diçin û tu,  li nav me valahiyek . . . .

Mij bi kiras dibe
welat ê nêzîk dûr e dûr.
zaroktiya çîrok û çîvanokên te. . . .
Zend ên te rêyan didin ber xwe
dîsan dûr, ji te dûr,
li ber pencereke tarî rawestiyayî û dilên min digrî

Sal, roj û dehijmêr diçin,
werzê ku me þûna piyên xwe lê hiþtibûn –
sipî, kolana reþ xwest.
Hevîn jî dê bihê û biçe,
Belg dê xwe biguhurînin,
ez dê bimînim xewarekî bendîman!

Bêrîkirin roja min dadigire
Gilî, xemava agirdanekê ye –
Tel i bîra xwe tînim û li ser baskên kevoka te rondikên xwe vedihûnim., daku ji melûliya xwe rizgar bibe û vegere „lîs û hêlînê“. Kevoka te hiþk xeydî ye û xaka welatê xwe berdaye..

Eve serê salekê, di dengê min navê te þînhat, tu nihatî, tu li virî, tu çirîska ji niþka ve, li nav kambaxiya min rûdidî û sirûdên xweragirtinê, ragirtina ji êþa  vê bêganetiyê ji min re dibêjî. Ne kêzka zêrîn, ne jî dîko, li bayê di nav cîgerê xwe de xwedî derdikevin. Ez dimînim di mijê de, mij û ji qelfatên vê dûriyê darbesta xwe jî li þûne te rêz dikim. Eger ez hatim, bila cihê min li def te vala be, daku em di bêdengiya çavên xerîbiyê de hêsirên xwe serxweþ bikin.
Jiyan kevanekî ji cihê xwe nayête avêtin û bêrîkirin govenda ewrekî reþ. Li ber dergehê demê me û ji dergevanî destûra derbasbûnê dixwazim. Eve salek e, min dengê nebihîstiye. Eve saleke, min ji vê taristanê salnameya qederê ristiye û eve salek e, tuxûbên ji têl û mayînan bersiva min didin.
Li destpêka vê salê nifþekî nû, ji nêrgiz, lal, kulîk û gulan dideynim ber bêhna te û bi rondikan xwe beroxir dikim. Ka bêrîkirina xwe radestî min bike.

                            Tengezarê marînî






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2427