bi derbena bendewariya te de
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 01 ãÇÑÓ 2011
Mijar: Nûçe



 
Ehlam Mustexanimî *
Wergerandin ji Erebî:
Fadil Temo

Hingê tu dixeyidî
Tu kenê xwe
Bi derbenê de dadiliqînî
Ji telefonê re dihêlî tu
Zexeliya bêdengiya xwe ..
Û tu vediksêyî
Û pirsyarên min
Min dikujin


Di neamadebûna te de
Û ez di beriyên manto yê te de
Li kilîtên dilsewata xwe digerim
Ez dixwazim ku zanibim ..
Ka tu bi min de diramiye?
Ma diqewime ku
Hema bi qasî xilmasbûnekê
Xewnên te
Ra min kevin berî xewê?
Ku balgiyê te bi sev
Li ser min bigrî?
* * *
Hingê ku.. li ber debengiyên min
yên biçûk
Peyvên te
Sayikiya xwe wenda dikin
Û rûyê te
Kenê xwe ji xwe datîne
Nizanim ez ji ber
Kîjan sûcî
Lêbûrînê bixwazim
Û çawa
Di hevokne biçûk de
Çenteyên derewbêjiyê
Ez rêkûpêk bikim
Li ber peyayekî
Ji bihnkirina peyvan naweste
* * *
Li sîyarbûna dilresiya xwe re tu têyî
Bi jixwebaweriya qereçiyekî
Ho bûye dizîna hespan
Dibînim tu
Sahiya min didizî
Boçikên cixareyên xwe
Di lasê xweziyan de vedimirînî
Li pas xwe
Hemî zeviyan
Jêder: dilname 4







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2422