Roja cîhanî ya zimanê dê
Dîrok: ÇáÃÍÏ 20 ÝÈÑÇíÑ 2011
Mijar: Nûçe



Selah Beyro

Li gel destpêka guhartinên siyasî yên dijwar ku li welatên Erebî têne rûdan û rijêmên wanî regezperist têne têkdan û ruxandin,nemaze li wê dema ku em pêþwaziya hilkefta roja cejna cîhanî ya zimanê dê dikin ya ji bal kongirê rêxstina  Al yûnsko giþtî ve li rêkeftî 17.11.1999. ê hatî li darxistin,ragehandibû ku ji sala 2000.z pêde her sal /21/sibatê Mîna cejna zimanê dê li cîhanê tê destnîþan kirin û pejrandin,ew jî ji bo besendkirina çandên heme cor ,û pir zimanî li cîhanê ,ev zimanê ku bihtir ji /7000/ netew û kêm endam li ser vê xakê pê di peyivin,û li gor agahiyên zanyarên ziman wê ev rêje ya zimanan kêm tir bibe ji encamê teknolociya serdem ,bi hatina nifþên nuh re li paþerojê.


Li vê serdemê pir guhertinên lazgîn li ser hemî astan hatine rûdan û bikaranîn bi binesaziya rêzgirtina hemecora  ziman zanî û çandeyî û hevçerxî û siyasî,li welatên dîmukrasî û hevçerx yek reng û yek çand û yek boçûn nayê pejrandin  li vî çerxî û tu paþeroj jêre nîne li dema diyar kirî de, lê mixabin rijêmên kurdistan dagirkirin mefa ji van guhertinên lazgîn ta nuha ne wergirin,û baweriya wan bi netewên heme cor nayê,û ev rijêm ji yek reng û yek çand û yek derbirînê pê ve na pejirênê, lew ra bi dihan ziman zan û helbestvan û nivîskarên kurdistanî ji bal wan ve têne girtin û bin Çav kirin.
  Banga min ji gelê kurd re ku gotina Mîr Celadet Bedir Xan li bîra xwe bînin ya li sala1941ê di hijmara/27/ê hewarêde gotibû:
  " Malxerabo ! ma we ew çend wext nîne hon ko ji bo hînbûna zimanên biyaniyan bi salan ve xebitîne îro jî dixebitin ji bona ko bikarin "fînfoneke" derewîn bi lêv bikin
Kuro .. Keçê
Eybe..þerme..fehite, an hînî zimanê xwe bibin an mebêjin em Kurd in bê ziman Kurdîtî ji we re ne tu rûmete ji me re rûreþîk giran e
Heyf û xebînet û hezar mixabin nemaze ji wan re ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û elfabeya zimanê xwe hêj nas nakin "
 
  Bê goman pir partiyên siyasî û kurdperwer di van kawdanên aloz da nifþê nuh fêrî zimanê zik makî(dê)dikin,ew jî cihê rêzgirtinê ne,pêwîste ev roj bibe helkeftek ku hemî gelê kurd bizmanê xwe yê zikmakî þêrîn bixwînê û bi xwendin bide.
Bijî roja cejna zimanê cîhanî

20/2/2011.z








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2413