Helbestvan
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 15 ÝÈÑÇíÑ 2011
Mijar: Nûçe




Yasîn Hisên

Ji birçîbûnê re
-1-
ji bona te
min çiqas dest ramûsandin
Lê....
ne mîna lêvê te bûn...


-2-
Ger tu jinek baya
Min dê te himbêz bikira..
Da dîsa bême kuþtin…
-3-
Hevalekî ji min re got:
- wê sibeh ji îro xweþtir be.
Ez jî dijminê sibehê me…
Û hevalê þevê me
Þev jî sitara birçiya ye…
-4-
Dema  termê wî li xeîbiyê dîtin
Dibin palgeha wî de rûpeleke sipî û pênûseke þikestî
Dinaliyan...

Pênûs
Erê...xwîn bi xwînê tê þûþtin...

Rûpel
Þevê li ser sînga min paldaye
Ez jî bi sipîbûna xwe
Xwe paye dikim
Dema helbestvan bê limêj
Ez perçiqandim....

Peyamber
Destekî reþ ji newala rastê pêrgî wî hat
Dicefilî…
Gava keriyekî gura  ew binerd dikirin
Ji wê rojê de...
nivîsên Melayê Cizîrî di xew de didîtin...







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2406