ji kongira çavdêr ya partiya baes ya deselat. çi jê tê bînîn..??
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 01 İÈÑÇíÑ 2011
Mijar: Nûçe



   sernivîsa (DENG) *

Nas e ku partiya baes ya deselat di derheqa hin kareyên- kirdarîşa ye  yên girîngtirîne ji bo ku kongira xwe ya alîkî ya yazdemîn di heyvên hindik de li darxe, ya divebû ku di meha cehzeran ya berê de biba,..ji ber ku bêtirî pênc sal û nîv di ser kongira dihan re diborin li gor rijîma hundir ya wî, û derengiya wê tê – li gor goteka serpêşiyên wê- ji bo tewakariya wî ji hemî aliyan de ta serkeftin mebesta wî be bi hemî pîfaran çi siyasî û çi rêxistinî bin,.ta jî gorînên rêzanî yên bezok di derdora herêmî de, û ya jê dûrtir,..bide ber çav, ta serenavin di yên mezin jî …


ev tiştên han ji aliyê raghandina rijîmê de hatin derîn… Bi rastî tiştê ku îro çêdibe di derbara vî kongirî de, tinê bîra me berî pênc salan berî nuha de,. Di dema ku raghandina rijîmê dîsa ku wek nuha bijan û qerbaliqa raghanî dikir li ser gongira dihan ya baes, ya li darketibû di cehzerana 2005 an de, û bi rastî bi hin biryar û rasperînên girîngtirîn hate der ger ku bi cihbiba na wê rewş baştir ba, lê hatin ji bîrkirin û xemsarî bûn, û tozê bîrkirinê bi peçan li ser girtin, û ketin çi çekmecên nivîsgehan…ya tewrî bel ji wan biryaran evbûn:
Vegerek di yasa awerte da û dadeyên pêlnî de, û hêzganiya rola dadgehan, û rastkirina yasa welêt, û yasaya partiya baes ta ku li gor qonaxê bin, û derrîna zagûnekê ji partiyên rêzanî re, tevlî rastkirina zagûna hibijartina encûman gel ( perlemantê ) tevlî encûmanên kargêra cihînî, û rastkirina zagûna çapkirin û weşanê, û hilîna hijmartina awerte ya parizgeha cizîrê ( hesekê ) pêdabibû di sala 1962 an de, û soza vegerandina nijadî ji kesên jê hatine rûtkirin, û çaksaziya gişane ya aborî,..û amedekirina sedem û karbînên geşpîdanê ji derameta aborî û wezeya mirovî re,..li ser piransîpa hesbûnê di pêvejok û pêşketina kargêrî de, û sazkirina bingehek nuh di navbera nişteciyan de û welêt de li ser pirsan û zelalbûnê de, û qeleçoya, û rakirina bêkariyê, û pûteya fermanberan, û pêşbûna rewşa wî ya bûjenî, û danîna pirogramek niştimanî ji karê deselatê re, û xorkirina rêbaza nenavçeyî, tevlî şalyara û dezgehên gişane ya dêle ku kar pêşde here, û pûtebibe bêtir bi rewşa gozarî ji nişteciyan re, pêkdana pişgiriyê ya gerek ji xizanên sivîl re, li rex  pûteya bi xem û nehameta rûniştvana tev û paristina berjewandiya wan a..hw.
Ji virde yaseya nehîniya biryara û raspirînên kongirên xwe de, û bi xwendinek hûrnî û asayî ji vî partiyêre, û ji dîroka wî re piştî kudetiya xwe de di avdara 1963, têçûna deselatan di ser welêt re,.herdem digave ku bi hemî hêzên xwe mebest jê daçikandina rola xwe, û çewsandina deselat û samanê, û sipandina girmista amîrên xwe yên ewlekariyê li ser şiyana welêt,..di riya amiztina xwe tevlî dezgehên welêt yên leşkerî, aborî,..çandî,..civakî..hw..ta ev partiya bibe welat bi xwe…. Sûcariya hemi zagûn û yasayên navwelatî..ya ku sipandina cudabûnekê dirêxe dinavbera van dezgehan de, û aliyên desolate de..
Ji ber vê tiştên han de em Karin derecamiya biryarên ku bên der ji kongira yazdemîn ya baes, wê ti carî ne çêtir û baştirbin ji ya berê, û ti gohartinên naverokî wê tinebin di dozen bingehî de,..rêzanî, aborî, gozarî, ewlekarî,…çimkî tiştê ku li meydanê ew jiyana vî partiyê didomîne, yanê daxweza nişteciyan di guhartinê de bi xwe guhartina tiştê bingehiye ya vê  rijîm û partiyê ye, wate jê jî eve ku rijîm karê hiviyên derewîn û ne rast bike ta ku li ser jimbûna wî be, ta bêtir rê vebe ji karîdarên setemkariyê re, û wistandina bêtirîn ji kareyên ku birçibûn, û qedxkariyê daçkandî dikin di deheqa lawên civaka sûriyê de, û nemaze di derheqa gelê me yê kurd de, û dîroka rijîm tijîye bi mînekan tekeza gotinên me dikin, û ne maze di van demên dawiyê de… Û îro jî, û piştî kberpêşkirina astengên herêmî û velikmandina piroseya aşitiyê di navbera ereb û îsraîliyan de, û girkirina dijber û nakokiyan  di meydana lubnanê de wek encameke ji tor û têçûnên pir re, û wek serpêşiyek e ji biryara ku bê der ji dadgeha navwelatî de ya hatibû çêkirin bi kuştina serokê şalyara lubnanê ya berîtir (( refîq elherîrî )), û tevlî hilbûna gelêrî di piraniya welatên deverê de ji sudan û tonisê de ta misirê, û wek ku qonax dixweze û rewşa welêt ji hin pêwîstiyan re, û bicîkirina karîdarên pêvajoka wê ji lawên civaka sûriyê re bê maxakan û rûdarî,..dûrî jêkeriyê, û pêdabûna jiyanek paqij û hêjayî ji welatiyên sûriyê re, û hewseng be ji mirovê rojgarê re, ev pirs û dozen han hemî sedemên vacayî çêdikin û dêlin ku rijîm û partiya rijîmê ji ber van doznave pirsiyar be, û karbike ta ku çi biryar yan raspirîn bin bi cî werin..lê mixabin tiştê li meydanê û karê ku dibe bervacî wê nîşan dike, û nemaze despêkbûna sala nuh 2011 an ve..mafê mirovan bêtir tê pirçiqandin û civlandin, û girtina tewşankî ji çalakvanên tevgera rêzanî û mafene û şarewanî re bêtirdibe, û zor bêtir dibe li ser hêzên rêzanî û nemaze ya kurdî jê…Û ger ku arasta serwerên vê partiyê berve guhartin û gorînê rastbin, divebû ku rijîm serpêşin erînî yan zor pêwîst banîna meydanê ta biçuya rewşa gorînê ku hevdegiya dîtyanên gelêrî bikira, û hêzên wê yên siyasî  ve..ya mebesta wekheviyê dike di riya rastekirina rîdara welêt, û hilîna bûjenên girêdayî bi serkêşiya vî partiyê ji welêt û civakê re ( bûjena 8 ), û hemi bûjenên din ve, û çespandina rewşa ferelayanî ya netewî di welêt de, û rakirina rewşa awerte û dadeyên pêlnî, û rakirina hemi zagûn û dadgehên awerte, û derperîna azadiyên demoqratî, û berdana hemi girtiyên siyasî û xudî nirîn  ji zîndanan, û despêkirin bi qonaxek nuh de ji hevpeyvînek niştimanî re li ser hemî dozên welêt yên ku li benda hin çareyên kiryarî ne, û hilîna siyaseta şovînî di derheqa gelê kurda, û çareseriya doza wî ya netewî di çarçoya yekîtiya welêt de, û derîna zagûnên rojgar yên hewseng ji partiyan re, û ji hilbijartinê û çapkirinê re jî, û avakirina jinek rêzanî nuh di hundir welêt de li ser bingehên demoqratî ya têde deselat deslep dibe bi şêweyek aşitî..li ser riya avakirina welatekî şarewanî û nuh welatekî maf û zagûnî,..hilgire Azadî û jiyanek filaz ji welatiyan re..
Ev sitimkariya yak u paldayî li ser sînga gel û hemi mifrikên jiyana rêzanî, û aborî ji dehê salan de, îro bêlî dibe ku kûte û nikarbûne, û nikarê ku bi gilopelên guhartinê rabe,..ya ku ji binîda pirsyarê hêzên netewî û demoqrat e( partiyên rêzanî,û rêxistinên mafan, û dezgehên şarewanî ) bi gelêriya pîrpan,..çimkî ew bi xwe alava guhartinêye, û ew hilgira wan gilopelên han e, di riya giftoguheke dirist de di navbera hemi şapol û layînên rêzanî û olî û netewî de, û pêkbanîna karîderek  gelêrî bi ferehî û nemaze die v qonaxa nuh de bi hemi karîdarên guhartinê ku di hinavê xwe de hildgre, û gorîn berve deverên demoqratiyê ya pejrandina vaca hiş û hevpeyvînê berdêla vaca hêzganî û zordariyê yak u rojgara xwe çû û nema, û sûdekirin ji rewşa navwelatî û herêmî di vê arastê de,..ji rabûn û hilbûna kesên birçî û belengazan ji bo ropêşek filaz ji welat û dewarojê re rûmeta lawên biparêze, û karbînên pêşketin û pişrastînê bi cihbîne…
Ferhengoka sergotarê:
-alîkî(قطري)–amedekirin(تهيئة-تحضير)–awat,dîtyan(تطلّع)–amiztin(اندماج)–alav(أداة)–bînîn(منتظر)–bijan(يثير)–bel(بارز)-bijare(تنقيح)-berîtir(الأسبق)-berpêşkir(تصعيد)-çaksazî(إصلاح)-çewsandin(استغلال)-deramet,dehat(مورد)-daçikandin(ترسيخ)-dilniya,pişrastî(الأمان)-derecam(استنتاج)-gotek(مزاعم)-geşpîdan(التنمية)-gendelî,tîkder(الفساد)-gozerî(معيشي)-hemwarkirî, rastkirin(تعديل)-hesbûn,jîhatin(كفاءة)-handan(تحريض)-hilbûn,rabûn(النهوض)-hêjayî(لائق)-hewseng(مناسب)-hevdegî(انسجام)-jêker(تمييز)-kareyî, kirdarîş(إجراءات)-karbîn(عوامل)-nijad(الجنسية)-niyaz(عزم)-nehînî(تجاهل)-pîver(معيار)-rûmet(الكرامة)-rûdar,serbarî(امتياز)-sipandin(فرض)-şiyan(مقدّرات)-tewakan(استكمال)-tewdan(تعجيل)-tenahî,asa(تأني-هدوء)-weze(طاقة)-xemsar(إهمال)-xûkar(تلقائي)-zaleyetî(هيمنة).    

122011

* Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê


Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2385