Mele Nûriyê Hesarî
Evîna welat! Gelekî ti zorî
Ez nadim welat, bi çerxê jorî
Bavê min jêre dibêjin Yûsiv
Navek þêrîne, wek dims û hingiv
Diya min bi min, gelkî biha ye
Navê wê Xanim, kîza Mela ye
Ez li Hesarê, çêbûm ji dê re
Diya min zû çû, (Fermo) ji Xwedê re
Þehra me Mêrdîn, li Kurdistanê
Tirk li wan dikin îro fermanê
Jîna min çardeh, gîhame Sûrî
Çi hat serê min, ji destê dûrî
Li min bû peyda, evîna welat
Zimanê min bû, Xabûr û Ferat
Min melatî kir, peyda li gunda
Bûme biyanî, ji rengê Kunda
Geriyam li gunda, nebûme dilxweþ
Qirdê min kor bû, bextê min bû reþ
Hatim Qamiþlo destê min vala
Guhneda ser min, keskî ji hevala
Ji ber neçarî, ez ketim xana
Hiþê min tev çû, ji derd û jana..
Bi helkeftina koçkirina dawî a rehmetî (Mele Nûriyê Hesarî), kêfxweþ dibim ku, xwendevanên zimanê Kurdî vê helbesta wî bixwînin.. Min ev helbest ji qaba dawî a dîwana wî, ya bi navê (Þoreþa Bazrzanî) girtiye. Ev dîwan di sala 1995 an de çap bûye.