Roniyek li ser jiyaneke windayî
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 12 ÏíÓãÈÑ 2006
Mijar: gotar


Dr.Zara Brahîm
 
Bêguman bajarê Qamiþlo îro yek ji wan bajarên taybete, netenê di cografiya kurdistanê de, lê belê ew bûye paytext di dilê her mirovekî kurdistanî de ji ber wê dilzîzî û dilovaniya xelkê wê, her û her lana leheng û qehremana ye. Gava mirov dîmenekê ji wan kolanên wê bigrê, gelek êþ û kul xwe didin der.


 Bi dehan zarok û xortên nûhatî jiyaneke hejar û perîþan ji bêçarî lê derbas dikin, û heger ev kes hatine jibîrkirin ji aliyê dewletê ve, ya ku di ber mafên wan de berpirsiyare, lê tê xwestin kû em jî wan jibîr nekin. Xortekî bîst û sê salî ye, navê wî Ronî ye, bêtirî deh salan kû wî nas dikim, dê û bavê wî herdû çûne ser dilovaniya yezdan xwe hîn gava ew di pêçekê de bû, zavayê wî( mêrê xuha wî) ew xwedîkir, çikû bavê wî di jin anîbûn tevlî hemû astengiyên jiyanê û zehmetiya xwedîkirina zarokan. Kalik û pîrka wî jî guh didanê, sedema vê rewþa nesax, Ronî bêtirî xwendina serete tewaw nekir û di bere jî destbikar kir. Pelikê þens( yanesîb) difrotin bonî alîkariya malê bike, dawî dev ji dibistanê berda û ma karkerekî ji temenê xwe meztir di jiyana xwe ya zaroktî de. Lê herûher dilê wî biser xwendinê ve bû û roj bi roj ew nostalciya xwendinê canê wî diguvaþt, lê mixabin êdî dem derbas dibû. Ronî ta ku hinekî dilê xwe xweþ bike, diber wî karê firotinê de dest bi zimanê kurdî kir û hêdî hêdî fêr dibû, gelek caran dihat cem min û pirsê ziman dikirin, û niha ew bi kurdî dixwênê û dinivîsê û her dem berîkên wî dagirtî pelikin û gotinên kurdî yên nû nivîsîne. Jibilî vê jî ew li malê, zarokên xuh û birayên xwe hînî zimanê kurdî dike û her tim gotinên wan yên þaþ rast dike, û li cihê kar, li kolanên Qamiþlo ew heval û dostê xwe naberdê û bela xwe ji wan navekê û gotinên wanî erebî þaþ rast dikê û gotina kurdî hemberî jêre tênê, tevlî kû hin ji wan qeþmeriyên xwe jî pêdikin. Lê tiþtê herî xweþ kû þahiya mirov tênê, kû êdî ew hînî zimanê ingilîzî bûye bê kû here tu dibistana ji xeynî dibistana kolanên Qamiþlo, û ji wî re bûye armanc kû hînî gelek zimana bibê, jiber wilo jî ew fêrî hin zimanên herêmê yên devkî bûbû weke filehkî-aþûrî û ermenî, sedema têkiliyên wînî kar bivan xelkan re. Bi rastî mirov gelekî serbilinde bi van xortên weke Ronî, çikû dibin barê giraniya jiyanê de, ew rih û hestê netewî û welatperweriyê bi vî rengê xurt peyda dibê. Lê hin caran ew gazina bêþensiyê dike, dê û bav nînin û nikarîbû bixwênê û eva ha jî wî bêhêvî dike. Lê hêviyeke wî kesayetî heye kû rojekê karibê here derve û bi riya zanînê xebatekê diber welatê xwe de bike, sedema vê dilþewatiya Ronî em di wê baweriyê de ne ku hin destên sipî û xêrxuazên li dervey welat wê karibin destê alîkariyê bidin vî xortê nestêlih û hêja da ku xwestekên wî bicî werin, jiber ku ew serbixwe ye, bê jin û zaroke. Ev yek nimûneye me hinekî danasîn , lê bi sedan weke Ronî hene , berxwedanê bi jiyanêre dikin û gelekan ji wan jî pir tiþtên xwezayî winda kirine, lê kesên weke Ronî þeydayê netewa xwe bi vî rengê xurt kêm peyde dibin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=236