Demhat Dêrikî
1. Di nava pêlên deriya ponijandin
û awaza bayê mirinê de ku
ji dengê guve guva wê darbest ji dayîk dibin,
tenê tu yî ronîvedana dilê min!
2. De bila peyvên wan li ber dîwarkên sêwî
, pêþengehên tofana diyarî
reþdestana Bekoyan bikin…û
di navbera didanên xwe sêdaran amade bikin…
madem tenê tu yî navnîþana pirtûkên dilê min
û sernivîsên rojaneya hestên min,
min çi ji xelkê ye?!..
3. Bi Tewret, Zebûr, Încîl û Quranê xwe dipêçin
, di ayatên evînkuj de,
di þevên reþbagerî de goran dikolin
û bi dengê xwepêþandanên(li vî welatî evîn qedexeye!)
, li goristanan digihînin qatên heftan…
de bila bibêjin lêêê…madem tenê tu yî qublegeha vî dilî,
de bila bibêjin lêêê esmerê!