Sed bi yekî ye û yek bi sedîye
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 04 íäÇíÑ 2011
Mijar: Nûçe



  şevger

Siyasetmedarên kurd Tu nemaya ku pêlava Axayan bikin perwazan de, gelo çima??
Piştî  şerê cîhanê pir dewlet hatin damzarandin û her dewletek ji xwere tûzik û sistem durstkirin  û xwe bi rêve birin, miletên Europa rojava dikarîbûn xwe ji fewdalîzma civakî û malbatî û aşîrtî rizgar bikin û pir tekuşîn kirin ku Olê dûr bikin ji rêveberîya komel û dewletê, bihtir dikarîbûn karxanan ava bikin de insanên wan bi jiyanek xweş bijîn, wan baş zanîbû ku civata dest vegirtinê li ber xudê yan ber Dêrê û keşan ew civateke mirîyan be û pir pûçe be,


xwendin û kar ji miletên rojavayê Europan re bû doz û armanca jiyanê û xwe bi rêxistnî kirin û yekîtiya xwe ava kirin , binerin ku çi bi serê miletên Afrîkan de tê û çawan hev dikujin û hev mehef dikin, di vê dema nêzîk de di salên 1990 li Afrîka bi melyonan hev kuştin û sedem jî ew bû ku qebîlet bûn, şerê aşîretan bû, şerê nezanîyê û xezanîyê bû,welatê Afrîka têr av û shînahîye û zikê Arda wê tijî Hasin û Maden û Newte, tenê sedema wêranbûna wan welatan ewe ku  bi sestema dektatoriya (Qebîlet û malbatan- aşîrtî ) tê meşandin,
Li Rojhelata navîn û teybet ev dewlet (Areb u Turk u Farisan) jî nikarîbûn miletên xwe bi sestemk nûjen bi rêve bibin, bihtir bi mêjîyê daqorpandinê raman kirin, mîna Hûtên mezin yên di deryan de ku çawa masîyên biçûk di daqorpînin, mîna  Jenawerên har yê binê berîyê ku çawa bê rehem teyrik û telûrekan di daqorpînin,  van dewletên dagerker ê kurdistana me bihtir bi siyaseta  xwe ava kirin ser qirkirin û tunebûna kurdan , dewletên Ereb tûzika rêberîya dewletên wan bihtir girêdayê ( Olê- Quraanê ye) , civata wana girêdayê berî 1400 salîye, urfû adat u kultora wana girêdayê  jiyan Muhamed pêxember û ashaba ya, tenê Ola wan pîroze û hemû Olên din betalin, Eynî bi vê sestemê li iranê û li Turkî, belkî hinekî li Turkî cûdahî hebe di sestema avakirin û rêberîya dewletê de û ew hinekî ferq dikin ji Ereb û Fursan, bera kesek şaş ji min fehemneke u bê yabo va şevger jî wekû Apoçîyan pesnê Ataturk dide, ya ku ez bi kurti bêjim Ataturk dikarîbû dewletek bêjî ava bike , xwe ji ziman Erebî u xelas bike, dikarîbû Tîpên Latîni bike şûna tîpên Quraanê de, Dikarîbû tûzikekê durist bike nêzîkî ya dewletê Europan u feyde bike ji hin tuzik u qanûnên Europa di xizmeta rêberîya dewletê de, ji xwe pihtir bi mêjîye ( Mafiya) Turkî tê meşandin, di hêla Istanbulê û Ankra Turkî bi sestem u jiyana xwe diyar dike ku mîna dewletên Europa ya, lê di hêla herêma bakurê kurdistanê de em dinerin ku welat ziwa û hişke ji her tiştî, nezanî û xezanî û tengezarî pire u bê hede, devera kurdistan wêran bûye û gund çol û vala bûne ji insanan, civat u komel bi zorê û çavsorîyê tê meşandin, ji xwe ev li hesabê dewleta turk tê, Dewlet bi xwe tu gohdanê nade herêma kurdî u ew cih naye avakirin, terzî wilo bihtir tê xirakirin, dewlet çavsorîyê peyde dike bi sestema kuştin u qirkirina kurdan, dema ku projeyên avakirinê hebin çi avakirina xanîyan u dibîstanan û nexweşxanan û rê û pir û daristan ji hingî wê jiyanek xweş peyde bibe u berê xelkê kurd bikeve fabrîqa u karxanên kar de, lê dema welat bi mêjîyê kuştin û qirkirinê were meşandin ji xwe wê şêx û xoce u axa civatê li gor xwe bi rêve bibin, yan wê gropên ji kurdan peyde bibin ku dewlet bi xwe wana dorst bike û bi çek bike, de insanê kurd tim di bin tirsa kuştin û mirinê de bijît,
Em vegerin xala girin ku mijar li sere.. gelo çima layê axa û şêxan di vê cerxa nûde me bi rêve dibin ??
  pir nimûne hene ku çawa miletên Afrîka û heya niha van dewletên xwe tar û markirin û kuştin û xwîn ji nav wana na raweste hemû bi sebeba ku jiyana xwe bi dektatoriya (Qebîle – Aşîr  - malbat û bakinan ) bi rêve dibin û nikarin xwe rizgar bikin ji wê sestema xirab ya ku di mêjkê wande zingar daya, Eynî Ereb û Fars jî ku bi dektatorîyeta ser jêkirinê û bi ayatan bi rêve dibin,
Başa em kurd madan di bin destên dagerkeran de ne, madam em berxwedan u raperînan dikin diji zordarîyê û em dibjin em kurd miletekî  cûdene ji Ereb û Turk û Farisan bi her tiştên xwe û em dibên em Arî ne û indoeuropî ne, başa çima 24 sehetan di nav raghandina kurdî pesnê malbat û axa û şêxan tê kirin, ma dinya xirabûye ku ji malbateke ku hijmara wê 1000 kes be ku 2 kes ji wan pozê wan şewitî û tevlî çlakîyekê yan tevlî siyasetekê bûn, her wisa kurê şêxekî yan kurê axayekî , bi xwe zaroyê feqîran bi melyonan nav siyasetê dene yan ji berxê qurbanîyêne û kesek behsa wana nake, lê mîxek yan bizmarek bikeve lingê kurê axê de wê bê qey kurdistan nema  .
Xatûnê xudê emrê wê dirêj bike (Sînem  cemil paşa) hatîye Diyar bekir, bi dahol u zurna siyasetmedar dikevin rêzê de wê tewaf bikin u ji xwe jinka delale bi (şerwal - pantelon û gomleke) û cil u mikyaja wê û rabûn û rûniştina wê eyn teqlîda turkan de, başa keca cemil paşa ev bihtir ji çend salan li Başûrî welat dimîne, qey wê hilma bayê azadîyê ne kirîye ku cilkêt kurdi li xwe bike, madam keça Cemil Paşa ya û hun wê cûde dikin ji xelkêt normal divê ew kurdbûn û cûdahîya wê bi xebat u tekuşînê diyar bibe,emê rometîyek mezin bidin hemû navdarên kurd , kîbe bera kîbe û bê ferq û cûdahî, çi yekî di wan deman de xebat kiribe yan serhildanek kiribe , yan mijûlî ziman û nivîsa dîrokê bûbe,bi xwe wana navê xwe çêkirîye di dîrokê de û wacibe li ser me rêzgirtina wana em tim bikin u em bi wana xwe ser bilind bikin û ew kes wê bibin beşek ji xwendina dîroka mere,
Qadî Muhamed pêşawa wê bimîne di dilê gelê kurd e, lê pirs : ev serokê pir bilind çû , u akid bi 1000an kes ji malbata Qadî hene,  gelo hun 2 kesan ji wana nav siyasetê de dibînin??  şêx Mahmûd cihê qimetekî bilinde u wê bimîne bilid, pirs: ka 2 kesan ji malbata wî ku nav siyasetê de??    şûx Said  qehremanê Palo û rêberê şoreşê dijî Turkan,ka hewqas Mirîd u malbat? bi tenê ( Melek Furat ) siyaset kir u piştî ferat kes nema,, pirs: ka kî ji malbata simko yan ji ya Cafer axa  yan ki ma  ji mabata Bedirxaniyan   yan   ...u  yan  .........??  tenya yê ku man ew malbata Barzanî ne, Barzanîyan tekuşîn u xebat u raperîn pey raperînê berdawam kirin, Doz kurdistan ji xwere kirin xebatek pîroz, barzanîyan bi malbati u aşîret û kesatî xwe kirin palê kurdayatî û azadkirina kurdistan de,  heya îro jî ev malbat bi 1000an di nav siyaset u xebata azadîyê dene u bi saya vê malbata pîroz iro herêmek rizgar kirî heye û ala kurdistanê biline u serokekî pêşmerge ( serok Mesud Barzanî ) ew bûye kesatîyek bilind di navça rojhelata navîn de u ji hêla  Europa u Amêrika ve xudan qimeteki bilinde , pir partî û gropên kurdan bi hineg ramanên çewt şerê vê malbatê kirin ku malbatek shêxin yan mellane yan..... bes ya diyar bû ku malbata Barzanî hiç xwe girênedana bi axatî u ne oldarîyê, terzî wilo ew bûna xadimê kurdayatiyê û vê malbatê bihtir ji 8000 şehîd ji aşîreta xwe kirine qurban u abdulselamê Barzanî hat bi darvekirin u 4 birayê serok Mesûd Barzanî bi destê rêjima Sedam hatin bi darvekirin u kuştin.
 Ya xirab ewe ku em di cerxek nûde dijîn û hîna bi mêjîyê mirîda u sofîyan em perwerde dibin,  dihna xwe bidine raghandina kurd û di destên partîyan de ye û ya herî xirab jî her ewe ku bi axatî ev partî tên meşandin, hinek ji van malbatçn pûç ûbê ked  xwe li van partîyan dipêçin û wan dikin bin baskên xwe de, ji mêjîyê axatîyê nikarin xwe rizgar bikin u bi vî rengî li hesabê wan jî tê, di dema ku cihan bûye mîna gundekî biçûk bi xêra gilopalîzmê( internêtê u raghandina bilez)  ya giring u peywest ewe ku raghandina kurdî (TV) bi 1000 mijaran u babetan ser navdarê cihanê yên bû sembola azadîya welatên xwe bi kurdan bidin nas kirin yê ku xwendin û ilm u şarestanî peyde kirine ji miletanre, de miletê kurd sûd bigre , başa emê çi sûdê bigirin ji TV kurdî ku 24 sehetan ji mere besa şêxekî  yan axayekî bikin yê berî 200 salî u ku roja îro ji 2 kes malbata wan nadin ser rêka wan? Yan wê stranekê bexş bikin ku pesnê axayekî dide ku 10 gundê xwe dana qelen ji jinekêre, yan filan axayê şerê filan aşîrê kirîye u wilqs mêr hatine kuştin ji bûna cihê donimek pîvaz? De ka em stranek van axayan bibhîzin ku filan axayê şer birîye ser Ereban u 20 gund ji Ereban standine u her wisa ji Fursan? Ev stran bi çar mecîdîyan yan bi 2 mirîşkan mixabin motribekî kemançê ji axayê xwere kirîye destaneke û xelkên kurd jî di wan deman de rebenbûn û ji tirsa axê digotin tew , belê ew dem derbas bû û tozê girte ser, başa ma ne gonehkarîye ku Tv kurdî wan stranên ser  pesindarîya axayan u kuştin û heyrandina jinan didin bexişandin  û dixwazin emjî li malên xwe bêjin tewww, yan jî Oda axê bikin malên me de?
Diyare di dema nihade jî kurdan nikarîbûn xwe ji mêjîyê axatîyê rezgar bikin, ew mêjî bûye sebeba parçebûna partîyan, ka ji mere diyar bikin ku partîyek ji yên rojavayê kurdistan ku  xudan ramanekî netawîye? Yan bi nav bikin ku yek partî xebat u doz dike bo azadî u rizgarbûna Erd û insanên kurd ji bin dagerkirîya dewleta Suriyê? Pirs ji xwe eve: raste Nemir (Osman Sebrî) ji binmalek navdar bû, lê dema ew hate binxetê weku  şoreşgêrekî kurd u xudan ramanekî çep tekuşînkir, wî  komkirina aşîrê yan girtina gundan ji xwere ne kir doz û aramanc, ji ber wilo Osman sebrî  yekemîn partîya kurd di 1957 damazrand, de kurd bi siyasetê xwe  bi rêve bibin u dûr bikevin ji sestema axa û şêxan, di dest pêka partîyê de pir ji axa u şêxan şerê Osman sebrî u partîyê kirin,ji ber axa di xwestin milet nezan u cahil be u di bin kolatîya wan de tim çav miç be, hijmara mezin ji axa u shêxan bi dewletêre bûn de deselatîyan wan berdawam bike, axayên kurd zîrekbûn u dewletê jî alîkarîya wan kir ku ew axa bi xwe bibin xudanên partîyan, dewletê 18 caran( Osman sebrî )kire di zindanan de u 2 caran ew sorgun kirine dervî Suriyê, dewletê rê da axayan ku siyasetê bi rêve bibin, de bihtir dewlet bikaribe kurdan kontrol bike, helbet dema layê axê serokê partiyek kurd be wê pêşî bifikire bi parastina milk u aşîret u gundê  xwe,  55 sal emrê partiyên rojavayê kurdistan u 55 salan axa serokê van partîyana, dise ev serok xudan gund u milk u deselatin u yek bost ji milkê wan ji destê wana naçe u tovê 4 doniman ji milkê xwe nadine cotyarekî xwe,mixabin bi 1000 cotyarên wana ji ber zilma wana ji gundên xwe direvin, ka wê çawa ev serok milet azad bike ku ew xudan mêjîyê axatîyê be ? belkî li hin welatên europan bi rengê malbatên hevgirtî  u xa hebin bes van malbatan semyan u milkên xwe kirine di xizmeta welatê xwede, ka bera kesek nimûneyekê binê ku axayekî kurd ( Cadeyek yan dibistanek ) di gundê xwe de ava kiribe? Bes wî dikarîbû hemû mûsimê havînî bide Askerekê mexferê de çavê gundiyên wî bişkîne, dikarî bûn mûsimê xwe hemû bide ( Hecî fetûmakê- jinê ku direqisin u xwe di..)    Em serokatîya partîyên xwe heşa xayin nakin u na bêjin ku wilqas ji 100 ku girêdayê dewletê ne, bes ev êş û ev sestem dewlet jê razîye u alîkare jî u dewlet naxwaze u qebûl nake ku partîyek kurd dorst bibe bi ramanekî  ku doza wê azadî û rizgarbûna miletê kurd be , mala feqîran xirab dibe çiqas xebat bikin nav partîyan de kesek nabêje eferim, hemû eferin u sipasî ji layê axayan re ye, heya di mirina u tahzîyan de layê feqîran hestoyan talîsin bes  layê şêx u axa yan serokê partîyan seryê beranan dixon, bawer bikirin heger serokê partîyekê kurê yekî feqîr be u ew bikeve zindanê kesî haj wî nîne u ji kîsî xwe diçe u ku were bin konê tahzîyê  serê mirîşkekê na deynin ber wî , lê dema layê axa bikeve zêndanê  hhhhh ji xwe na keve zîndanê, dema ku were bin konekê tehzîyê serê golikekî wê deynin ber wî..
Tiştek heyê navê wê dîroke, her qûnaxek ji jiyana miletan bi başbûn û ne başbûn û bi serkeftin û ne serkeftinên xwe  li qelm dide u dimîne ji dîrokê re, de nefş pey nefş sûd jê wergirê û xwe dozan û pîvan bike, de li ber şahrestanîyê biçe, wê tim di miletan de ev qatê çînîtî ( tebeqî ) hebin, wê têr û feqîr hebin, wê xêr û şer yan jî zordestî û bindestî wê hebe, wê tim rikberî nav civatê de hebe , lê em kurd divê ji bîr nekin ku em xisûsîyet û cûdahîya xwe bi parêzin di rojhelata navîn de, nabê bi kultora Turk û Faris û Eraban em xwe bi rêve bibin, raste 1400 bandora islamê li gelê kurd bûye, pir urf û adatên ji islam û Ereban me girtine û me civata xwe tar û mar kirîye ,li gor pîvana qureanê û islamê jina kurd bê qîmet dibe û şûrê mêr ser sitwê wêye , bes divê kurd xwe ji adat û kultora xerîb û biyanîyan rizgar bike, heger em kurd xisûsîyet û cudahîya xwe diyar nekin u ne parêzin emê winda bibin û bi helin, ji xwe hijmarek mezin ji kurdan helîyana, hijmarek kurd misilmantîya xwe nade bi kurdistanê, hijmarek kurd axatîya xwe nadin bi kurdistanê, hijmarek kurd biratî Turk û biratiya Erab u Farisan nadin bi kurdistanê, ji xwe tofana mezin eve!!
Di domahîyê de divê em kurd bi hemû rengê xwe hev qebûl bikin, em tim xebatê bikin u mijûl bibin ser pêşeroja xwe û em dema xwe winda nekin de gazinan de , paçikê kesk yê ocaxa şêx me rizgar nake,pesnê kopal û kom û kolozê axê me rizgar nakê, tenê bera pîvan ev bê : ka ti di roja îro de çi dike ? vêca qurban sed bi yekî ye û yek bi sedîye û!!!!
   4.1.2011







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2354