Berkanîkên tayê
Dîrok: ÇáÓÈÊ 11 ÏíÓãÈÑ 2010
Mijar: Nûçe




Þepal Hêvo

Di cejna jidayikbûna helbestê de we diyarî xwe dikim))
Rûdêmên te li ser piþta vî bajarê jiberbûyî  peya nabin, tu yê mîna belavokên bêguneh ...
Û dengê te,ew dengê  nixumandî bi meþa dotkerne  bêjî,salan ji tenêtiyê kesax dikin,hêdî  hêdî tu  û kesrê di  destê sêwiyan de newq dibin,malkambaxo qey tu nizanî? Bê kenê Ehmedê Xursî  heyvanê mirinê ye, qey tu nizanî? ew ken bi qaçaxî xwe li sînorê dil dide..
na ne tu û ne  yên ku bên.


Tu, ew tiliya bombe kirî, dema nêzîkî zaroktiya vî bajarî dibî... û di gorçika wî ya pîne kirî de li parçeyek ji topê azadiyê digerî, Xemgînê Remo  giriyê xwe ji keçkanî dixîne,gorekê ji raman re dikole û di wir de gotinên xwe bi lêvên Têlî dixwîne.

Tu, ew niviþta raketî di nav nigên vî bajarê kunemîzî de...û dema gavekê ber bi keçkaniya helbestê didî,û þûrê xwe yê rep li hemberî wan gotinên sîpe hildidî,bînefiþk  bi pênûsa wî dikeve , ew kesê ku hîn jî dilbijê tenêtiya xwe ye.

Tu, ew siwarê xapînokî, dema tu bi riþma vî bajarê kulek digrî û berê wî didî Çemê êvarê...
Wate bêhiþ diherikin,gotinên gundewarî xwe li ser kezeba oxirê moxil dikin û hê jî ew diherike.

Tu, ew sitrana pîxwasî, merdewana xwe li ber bejna  vî bajarê rik-rikî datînî,û  bi lez tu hildikþî,qena tu banê wê êþa bilind bibînî.

Erê ...tu  ew xewna  serjêkirî  ya ku di damarê xewleyê de li çavekî  derveder digeriya,û niha di pêsîra vî bajarê  sergêj de tu  bi çarlepikên xwe yên tûj deriyê helbesta Ciwan Nebî  vedikî
û Hewildanên wî yên kuh Sinet dikî.

Tu, ew Keleþêrê korî,  dema  ev bajarê tazî ji xwînê þiyar dibe û çavên xwe yên qemûþk girtî  bi guriya þermola kil dike, tu mizgîniya þewateke din di zimanê Qadir de vêdixî û wî di ferhenga zaroktiyê de tarûmar dikî.

Tu,ew girêza boyaxkirî  bi mamikên tirsê ,dema  li ser memikên gotinê dirjî û tixubên hinekirî derbas dikî,Pejal darbesta kenê xwe yê mezrone di celdeyên hewarê de dixindirîne û xwe bi tarîbûna Biyaniyo didoþe.

Û hîn jî dibêje!: Riyên te yên zerhimî pesnê xwe bi meþa me ya nermok didin,rojên te yên beredayî xwe di bînberdana me de kok dikin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2323