Çend agahiyên pêwist ji Ehmedê Huseynî
Dîrok: ÇáÃËäíä 06 ÏíÓãÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



Ji 05-06-2010´ê ve, min di rojnameya Azadiya Welat de, dest bi nivîsandina lêkolînekê, bi sernavê ”Bejnên  kurt, zimanên dirêj û rûreşiya keysebazên kurmanciyê” kir.
Min di hemî beşên lêkolîna xwe ya ku hêjî berdewam e de, hewl daye xwe ku xalên lawaz û diyardeyên sexte û dîmenên kirêt ên cîhana nivîsandina kurmanciyê ron bikim û hin xelekên wendayî yên rasteqîniya nivîsandinê, dahênan û afirandin û behremendî û rexnegiriyê zeft bikim.
Di lêkolîna xwe de, min xwe spartiye paşxaneya xwe ya felsefî û min rêbazên zanistî yên vedîtin û lêhûrbûn û rexnegiriyê bi kar anîne.


Îca hin ji wan kesan ên ku bi alîkariya lêkolîna min, xwe naskirin û di neynika lêkolîna min de bejnên xwe yên kurt dîtin, di şûna ku sûdekê ji xwe re werbigirin û asta xwe ya derbirînê bilindtir bikin, li xwe vegerin û dadgehên takekesane ji xwe re li dar bixin û dest ji sextebaziyê, dest ji şêlûkirina ava vê kurmanciyê berdin, berevajî vê yekê, biryara ji bejnên xwe kintir stendin û dîsa bi çend hevokên amdekirî, bi çanda ser tenûran û bi hişmendiyeke sade ya ji nirxên nizim û peyvên nizim û bêbextiyên nizim û bertekiryên nizim pêk tên, li dijî min, di çayxaneyên internêta kurdên sedsala bîst û yekê de nivîsandin.
Bê guman e, kesên ku dîroka rexneyê, mercên rexneyê, stûn û hokerên rexneyê, ziman û felsefeya rexneyê, dibistan û teoriyên rexneyê nizanibin û kesên ku di rewşa vê kurmanciyê de, keysa xwe li kurmanciyê xweşkirine û bi çend hevokên ku ji rêzefilm û ji bernameyên televizyonên serdestan werdigirin, dê hetahetayê nikaribin tiştekî hêja pêşkêşî dîmena rewşenbîrî û asoyên şkestî yên têramandin û hizirîna kurmanciyê bikin.
Kesên wisa, bi tenê, dikarin derewên mezin, bêbextiyên mezin, sextebaziyên mezin û tolhildanên mezin di laş û giyanê derbirînê de bihêlin.
Dîsan pirsên xwe dûbare dikim û dîsan jî van pirsan radestî rexnegirên bejin kurt ên vê kurmanciyê dikim: gelo di kîjan çandê, wêjeyê, derbirîn û dahênanê de, di kîjan rexne û rexnegiriyê de; mirov dikare pêrgî nivîsên ew qasî bê wate, bê naverok û bê armanc û ew qasî bê behre, bibe?
Di kîjan zimanî de, rexnegirek nizane sadetirîn û hêsantirîn rêbazên rêziman, rastnivîsîn û xalbendiya  zimanê xwe binivîsîne?
Di kîjan zimanî de, nivîskarek nizane ku “RASTE” ne wisa tê nivîsandin lê “RAST E” wisa ye!!?
Rexnegirê sedsala bîst û yekê, yê ku ji xwe bawer kiriye ku bi rastî rexnegir e, ku hin derdor jî destên xwe li piyê wî dixînin û nav tê didin û henekên xwe pê dikin, da ku di şûna wan de, bi zimanê qeşmeran; derewan û bêbextiyan bike, min bi xwarina pereyan, ji PKK û Roj Tv´yê tawanbar dike û bi awayekî ku madê mirovan dixelîne, bêyî berpirsiyeke wijdanî-exlaqî, behsa vê babetê wek ku kêmasiyeke min be, dike.

Ji boyî zelalkirina vê xalê û riswakirina pênûsên bêbextiyê, dixwazin rexnegirê me yê bejin kurt û gelek kesên din ên ku bi nivîsên wisa berbad tama devên xwe xweş dikin, bizanibin ku, navnîşana pereyan û xwefirotin û qezenckirina perjewendiyên takekesane, ne li cem wan kesan in ên ku Pkk û Roj Tv ne.
Ji sala 2001ê hetanî sala 2005ê, ez li telefizyona Pkkiyan belaş dixebitîm. Yanî ez karmendekî dewleta Swêdê bûm û ji boyî pirsa çavên min, dewletê 80% hatina min a mehane dida min.
Ji sala 2006ê û vir ve, tişta ku Roj Tv dide min, têra cigareyên min nake.
Aniha bi dehan televizyonên kurdan hene, her kes dizane, ku di  hin televizyonan de, pereyên ku bernamevan ji boyî bernameyekê, bi tenê bernameyê, werdigirin, bi qasî pereyên min ên 54 bernameyan in û hin televizyonan de jî, pereyên ku bernamevan ji boyî mehekî werdigirin bi qasî pereyên min ên salekê ne!!
Di jiyana xwe de, rojekê ji rojan, ji boyî pereyan, kêmkirin û zêdekirinê, bazar û gengeşeya der barê pereyan de, ne bi kesî re ketime têkiliyan û ne jî li xwe datînim ku behsa mijareke wisa kirêt bikim.
Berevajî vê yekê, di gel ku dikarim bi tirên û balefiran jî biçim televizyonê, bi dehan caran, min ji Swêdê bi qasî 18 seetan, ji Elmanyayê û ji Ingilistanê, bi otobosan berê xwe daye Beljîkayê da ku kiriya xwe ya rê siviktir bikim û wijdanê xwe jî rehet bikim; çunkî dizanim ew pere ji ku tên û çawan berhev dibin!
Îca mirovên rûreş, parêzerên çanda kuçe û kolanan, wergirên pîstirîn nirxên sinc û exlaqan, şagirdên dilsojane yên perwerdehî û bermayên çandên serdestan û kesên ku ji hin mercên mirovatiyê bêpar in, dikarin pir bi hêsanî, ji aş û bajêr, da ku helwesta xwe biçesipînin, bêbextiyan rêz bikin û di kêlîkên rêzkirinê de jî, xwe ji bîr bikin, ku behsa helwestan, rexnegiriyê, rewşenbîrî û peyvê û pîrozmendiya pênûsê dikin.
Di dawiya vê daxuyaniyê de dixwazim tiştekî bibêjim:
Ez ji helwesta xwe, derbirîna xwe, helbesta xwe, xeyala xwe, rewşenbîrî û paşxaneya xwe piştrast im. Ez dikarim, pir bi hêsanî, rexneyê, rexnegiriyê û rexnenivîsandinê ji qeşmerî û deqên lawaz û nivîsên bê bingeh cuda bikim û ji nêz ve bişopînim, binirxînim û çêjê jî werbigirim.
Bi dehan nivîsên rexneyî yên der barê ezmûna min a helbestî de, bi kurdî û tirkî û erebî, çê yan xirab, hatine nivîsandin. Rojekê ji rojan, min li hemberî wan rexneyan, rexnegir û nivîsan, helwestên çewt û zikreşane dernebirîne, min ji her peyvekê sûdek wergirtiye. Çûnkî rêza ku ez ji pênûsa xwe re digirim, wisan, heman rêzê, ji xwendevan û pênûsên din re jî digirim. Lê dema ku bi navê rexneyê, bi navê rexnegirên ku nizanin rexne çi ye? Cîhana wêjeya kurdî tijî sextebaz û keysperest bibin, wê çaxê êdî çirandin û vehilîna mask û serçavkan pêdivî, erk û pêwistiyeke rewşenbîrî ye.

06. 12. 2010

Kesên dixwazin nivîsa şahê rexnegirên sedsala bîst û yekê bixwînin dikarin lînka jêrîn bitikînin:
http://avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=773







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2316