Werin em tirsê ji hev bidizin!
Dîrok: ÇáÎãíÓ 02 ÏíÓãÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



  Mihemed Ebdê

Dihat xuyanî kirin ji mêj ve em kurd naskirî bûn di dîrokê de, bi mêrxasî, û mêraniya xwe li seranserê cîhanê.
Lê mixabin xuya ye jiyan me diguhere, û dihêle ku em dîroka xwe ji bîr bikin, tevlî vê xweþiya ku dikeve jiyanê. Ta ku em xwe bi saxî di veþêrin  hezar carî di rojê de, û em tên bin axkirin, û kes jî bi me nabihîze . Ji ber ku em xwe bê deng ,û ziman dikin, ji ber tirs di nava me û dilê me de hatiya çandin.


Ta ku dighêje warekî  ku em dixwazin navê xwe jî ji bîr bikin, û em xwe bê Çav,Guh, û Ziman jî bikin.Ta ku em xwe biparêzin dive ku em ne axivin, û ne bibînin û ne jî bibhîzin!

Gelo em kurd hîn mîna dîroka xwe ne, yan em jê hatina cudakirin……………?

Lê mixabin salan em guhertine bi timamî, ji ber ku ji mêjve berbaziya me kurdan li ser baþî, û qencî, mêrxasî, huner, filiklor, û parastina ax û ziman, û xizmeta mirovatiyê bû.

Lê niha  em kitina berbaziya ne qencî,û ne baþiyê de,û windabûna ziman,û dîroka me,û tinebûna  hastên netewiya xwe. Mebesta min ji vê nivîsê birano ewe, ku tirs ketiya nav çermê me de,kesek  îdî nema kare bipeyve, ji dora xwe em di tirsin îdî wisa bûya ku em ji xwe jî di tirsin,tirsa nava me birano ne kevne, ev tirs nûjene,berê bav û kalan gotine" dîwar bi guhin".lê kes li dîwaran ne disekinî, her kar  û qîr bi pêþve di çû, û bê sekin ewan kesê karmendên  berî me tirs þikandibûn, û ala mêraniyê dan destên me, û va em jî di nav tirsê de wê alê di çikizînin..

Werin em hev hînî dîroka ewan lehengên ku wana tirsê ne xwendibûn,û ji nav rûpelan qetandibûn.

Werin em hev hînî evîna ziman û dîroka xwe bikin.

Werin  em xwe bibînin berpirs di ber herfandina hastên netewî de, û windabûna  me ji wêje û kiltora kurdî.

Werin em bi bin berpisyar li her cihî, nifþekî nû bi afirînin bê tirs, kerwanê wêje,ziman,kiltor,huner, ne seknînin.Û tirsê ji hev bidizn û  diyarî tirsonekan bikin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2311