Gotin û dîtin nabin wek hev.. (2-3)
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 01 ÏíÓãÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



Bihrî Bênij

Miks  ya ku di 20/03/ 1998 an de begê wê Nacî Orhan derbarê wê bi Turkî  gotîye: Bahçesaray(Miks) …

Bahçesaray bihiştek e
Riya wê di pira siratê re derbasdibê
Ji tirsa pira wê re
xelkê dev ji bihiştê berda
**


Her sal bi kêmanî pênc mehan rê girtî ye
Millet di navçeyê de bê çare dimînê
Jiyan bi zor tê idarekirin
Ro bi ro hejar dibê
**
Zivistan zehf zehmet e
Herkes bo me sebrê dixwazê
ji heftan heta heftê salî
xelk bi şatrancê dilîzê
**
Nizanim çima ev millet xemgîn e?!!
Hesab li ortê ye pir dirist e
Çi heye, bes du sed rojî
Riya wê girtî dimînê
**
Wê ji me re bêjin yên mayî li jiyan
ji bilî (Baba) pêve derew e
Hacî-Bacî filan bihvan
Ji me re çarê nayênin
**
Kerema xwe re (Baba) bere ferman bê
Bere qulbê dîwarê ku riya me girtiye
Em zaro ne Tu yî( Baba)
Zaro li hêvîya dilovaniyê ne

Herweha Nacî beg daxwaza rê kiriye di helbesteke din de dibêjê:
…..
ji herkesî re xizmetguzarî pir pir heye
bo me tune rê , av , dibistan
hêvîyeke me heye bes zivistanê rêyek
bo me werê bo me werê
**
Hisbkin em jî mirov in
Em gelekî şeperze ne
Me bi tenê ne hêlin
Zivistanê bere arîkarî bo me bê
**

Ajel baytar jêre nayê
Miksî doctor nabînê
Hukûmet divî derbarî çi dibêjê?!
ji vê bersivek bo me bila bê
**
…..
Ya ku jêre win dibêjin Mukus
Li gor demê li paş maye
Bila guhbêdan  li çandê
Mamoste bo me bera werin
**
….
Em hersal felaketdar in
Arîkariyê ji kesî nabînin
Em li gor xerîtê di Turkiyê de ne
Ji bo keşfê werin ba me
**
Rêyekê çêkin da xelk rizgarbê
Tu bixwazî çep bê yan jî rast bê
Bi soz deng ji wan re ne
Di hilbijartinan de bi xêr bên cem me

Çi ye sûcê vî miletî
Ma zehmet e çêkirina vê rêyê
Dehhezar metre gorepan bo me
Yê biguherê bere werê
**
Bi navê 15000 kesî
Ez lava mededê Dikim
Werin bi hewara xelkê ve
Yê dilê wî ser me biêşê bere werê bo me
**
Daxwaza me ji hukûmetê
Dumahî bê li vê tûmetê
Ti çara me di virde tune ye
Yê bê heye bere werê
**
Navêm Nacî ye Ez Miksî me
Ez nezanim ez gundî me
Ezê çawa kulê xwe bêjim
seba zarava min heneka li me bikin ).

Ev herdû helbest ji 9 helbestên Nacî Orhan in ku 2 ji wan (Vekaletnameya Derdan, Cabek) bi zimanê Kurdî ne 7 ê din bi zimanê Turkî ne(Van, Sevgili oğlum Numan''''''''''''''''a, Mirhasan, Gelin Bize Görün Bizi, Çocuklarıma, Bürokrasi, Bahçesaray) yê gihan destê min.di van helbestan de hestê xwe derdibirê li ser rewşa ku Miks û malbata wî têde di salên ku têde nivîsîne ji 1998-2007: Nacî beg di TRT6 de weha digot:( Gelek şiir hene min nivîsîne yê Kurmancî jî hene yê Turkî jî hene gelek min ser halê xwe nivîsîne, wek qiyaslema min keyfa Aintalî ,  û cewr û cefa ya Miksê min anîye berê.

 hêjayê gotinê ye ku Nacî Beg berî niha şaredarê Miksê bû, lê weke min jê bihist hêjî ew bi hinek kar û barê şaredariyê radibê û ser babeta şaredarîtiya wî wisa dibêjê di TRT6 de:( Ser serokatiya şaredariyê wehabû yanî ji tunehiya zelaman ez bijartim belkî wan beledî( şaredarî) tucar nedîtibûn di fikra wan de ji xeynî min tu kes nizanê şaredarîtîyê bike herhalde, û ez dibjartim hingî min dizanîbû çi dihat hemberî min,  ez minetdar im ji wî  xelkê xwe ez dibjartim heta vê dema hanêkê sala bihûrî, di wextê hilbijartinê de serok wezîr xeberek dabû ku nabê ew kesê pila yekem nêzîkî parlementera bibin şaredar ez jî nebûm şaredar biraziyê min bû şaredar, li wê dema min şaredarî çêkir.
 mehek min derbasnebûbû ne erda belediyê hebû ne tu makîneyê wê hebûn ne tu karmendê wê hebûn wexta hin belge   dihatin min çar pêncek didanî vê bêrîka xwe( aliyê rastê) û yê çûnder  ( yê min bersiva wan dayî) çar pêncek didanî vê bêrîka xwe ( aliyê çepê) , cihê min tune bû, mufetişek hat li qaymeqamiyê geriya qaymeqamî jî li pêşiya mi bû qeza sala pêşiyiê, em jî dê bûbane beledî berî salkê lê wê demê mabû kêmî salekê ji hilbijartinan re , gotin bila bimînê paş hilbijartinan, teftîşê dîtiye em jî belediye ne em jî kirin lîstê bo teftîşê û gotin em dê belediyê jî teftîşkin, ez li qaymeqamiyê rûniştibûm mufetiî gote min sibê emê belediyê jî teftîşkin, mi go çawa sibe tê teftîşkê?
Go: sibe sira we ye, min go îro teftîşe û destavêt bêrîka xwe yarastê mufetiş go: çawa îro? Min go:belediye tune, belgeyên hatî ev in ji berîka rastê derxistin û yê herin der jî ev in ji berîka çepê derxistin mi go : ewraqê me ev in ne belediya me heye ne kesekî me heye ne makîneke me heye ne cihekî me heye, neha jî ew zelam hercar telefûnê ji min re vedikê, Oxur Dundar jî ( pêşkêşker kanaleke televîzyonî ye) carekî ez xwestim di gel Fatma Girik ew şaredara Şîşlîyê bû ez jî şaredarê Miksê bûm go ezê xeberdanekê bikim îca ji wê pirsî go çiyî we heye, wê go: ev qas makîne û ev qas tiştê me hene….. go:temam îca ji min pirskir go : yê te çi hene min go: du makînê barkirinê, du makînê kolanê, yek jî kamyon hebûn, lehî hat bir çûn go :çibûn min go: makînê barkirnê du mer(bêr) bûn , yê kolanê du qazmebûn, kamyon jî erboka desta bû.       
 )
Nacî Beg gelek henek û laqirdiyan dikê û gelekî hestyar e: gava em li mala wî bûn gêlas danîn ber me, Nacî beg dît ku nivîskar Zeynulabidîn Zinar yê li cem min rûniştîbû û bi dirêjahî qala serpêhatiyên xwe ji min re dikir  gêlas xwar û ji bo cilikên ku em ser wan rûniştine qirêj nekê navikê gêlasê xist berîka xwe ev jî hestyariyeke mamoste Zeynel bû, Nacî beg hat cem wî hêdî hêdî rûnişt weke edeta xwe ser çokan û jê re got:
- Te çi kir bêrîka xwe?
- Ne tiştek e
- de ka derîne ka derîne
- tuşt tune ye
-belê derîne
Mamoste neçarbû lê mukurhat û sîsikên gêlasê ji bêrîka xwe deranîn
Nacî beg rahişte sîsikan û di pencerê re avêtin û go:aha xilas.


Nacî Orhan


Nivîskar Zenulabidîn Zinar ( Zeynel )


îş ser riya Miksê dibê
 
Îro Miks li gor berê modern e lê hîna hotel lê tune ne, lê mamosta û mala mamosteyan lê heye dibistan û mala telebeyan lê heye ,  şaredariya wê û kaymakamîya wê xizmetê dikin, riya wê jî ber bi pêkanînê ve diçê, li gor malpera qaymeqamiyê 28 Km ji 46 Kîlometran hate qîrkirin, û rê bi xetên hatûçoyê hatin sînorkirin û armeyên hatûçoyê ser hatin çikilandin
waliyê Wanê Munîr Karaloxlu, parlementera Wanê  Gulşen Orhan bihev re di meha tebaxê de çûn bo sehkirina karên di riya Miksê de dibin ew riya ku di çiyayê Kirapêt re derbas dibê, ew karên ku di nav qeşayê de dibin tevlî ku wext meha tebaxê ye gelekî giring in  dimînê 18 Km sala bê2011dê pêk werê ev rê wê heta bi tunelên berfê tê de dê bên diristkirin 12 mehê salê Miksê bi wanê ve girêde, bihayê wê jî 39 Milyon diravê Turkî ye, heta niha 28 Milyon diravên Turkî ji wan hatin xerçkirin .berî niha di riya Hîzan -Bidlîs re salê 12 mehan rê vekirî heye lê ji vê rêyê 125 km dirêjtir e

  Gulşen Orhan jî da xuyakirin ku gelekî ew Keyfxweş e bi pêkanîna vê riyê , çawa ji mêj ve bavê wê Nacî Orhan daxwaza vê rêyê dikir , derket ser televîzyonan, di civînan de , di helbestên xwe de û mîna bavê wê di got wê jî got: îro em şûna rizgarbûna qezaya me ji berfê em sala rizgarbûna wê ji axê pîrozdikin.
Nacî Orhan jî got ez nikarim bi peyvan keyfxweşiya xwe derbibirim ji ber çêkirina vê rêyê , çêkirina vê rêyê rûdanek e  pir dilxweşker e.

Du festival li Miksê hatin li darxstin bi navê Festivala çandî ya Feyqiê Teyran ,  ji ber ku ez  agahdarnebûm tenê festîvala diwemîm amadebûm .
ji ber ku koka min ji gundekî navçeya Gurpinarê ye jêre dibêjin Bilîsava
min berya çend salan helbest ser Wanê û Bilîsava hûnandine ew jî ev in:

Wana min
Hatim peşkek derya te  nav dar û spîndarên te
Xweş kir navên zerya te    lê lê Wana min lê lê mala min..lê lê xana min

Hatim bayê zozanan            kavil kelh û eywanan
Şûna dax û wêranan            lê lê Wana min lê lê mala min lê lê xana min

Hatim cih û warê xwe     bihişt û embarê xwe
Hatim gund û şarê xwe      lê lê Wana min   lê lê mala min lê lê xana min

Hatim paşla yara xwe          ber destê kubara xwe
Bo sebr û hedara xwe          lê lê Wana min lê lê mala min lê lê xana min

Hatim lat û deviyan              hatim dehl û zeviyan
Ezim yek ji neviyan             lê lê Wana min lê lê mala min lê lê xana min

16/01/2001


Kelha Wanê



Wan

Ez mişextim
Ji deviya  me     ji bestim
Ji  keviya  me   ji  hestim
Ji (Bihrî) yan radiwestim
DeryaWanê bi mebestim
Erê     dayê ez   mişextim
Jiyan talim  kore  bextim
Şûşa   dilê    te li  rex tim
 Hûrik  hûrik  ez şikestim
               ***
Ji  nav   geliyên  sîngê te
Kû vîvirand ber cengê te
Ji  hinavên    zivingê    te
Pekîm agir   ez  vegestim

Şivek im    ez   ji dara te
Ji  nav  lingên   neyara te
Mi şîn  kirbû     bihara te
Li çol û hol ez di westim
….
5/11/1988

Mişexte…(Mihacir)
Ez  koçberim  min konê xwe li gelek waran danîye 
Rewş û mercan li xwar dame lê dilê min li (banî ye)
Gund û  bajar  min  lev xistin  dil  li yekî ne  banîye
Divim   herim   lê  nizanim    felek bo min çi danîye
                               ******
Ji  nav   mêrgên  ji  zozanan   ji gelîyan ji   bustanan
Bayê cengê   ez   avêtim  bê   xwedî   li    beyabanan
Ji nav gwîzan û meyweyan ji  nav behîv û  kizwanan
Goşt û hestû  Qamişlo ne lê xwîna can min (Wanî) ye
                               ******
Xwezî ji    Sîpanê   xelat     xwezî   ji   Sîpanê    xelat
Latek bama sax yan   mirî  ezî      mabame  li  welat
Li ser min  agirê   bumban   ji min re    di  bû  kêferat
Li  bin    konê    mişextiyê     jiyan   ne    bi  hesanî ye
                               ****** 
Xuşk û  bira  bav û  dayik     belavbûne   çar  kinaran
Kula  dînê   bi   wan re   çû  pişt   sînor   li  rêza  jaran
Xwezî ez ber derya Wanê hîmek bam yan rayê daran
Nav  axa xwe sax yan  mirî  pêlan   sebram  bi  anîye

17/05/1997 


          Mişextim ji wanê
Mal min hişt mewdan min hişt..
(Wan) li ber cengê min hişt..
Can   tenê   saman   ji xak
Derd û xem radan        çalak
Pişt min da     mêrg û giya
Vîvirî      sînga             çiya
Ser mişext û              sêwîyan
Bûye    dûjeh     ew   bihişt.
Şop şilin     bi hêsiran tevlî xwînê..
Min nizanî kî li pey min,  kî dimînê..?!
Lê dizanim   tev  girî bû tev girîbû
Yê… mirî… bû…. jî… Mirî… bû..ji… minal, kal û firişt
Hestiwên xwe min civandin, herdû lingên xwe livandin
Min  birînên xwe   revandin..
Min di xwest bighim jiyanê, lê nizanim  …kî  gihişt?!
…..
18/5/1989

Îsal bi mehna festivala Feqiyê Teyran  mi pêdara da ez herim welatê kalkê xwe bibînim . lê programa festivalê wisabû ku min nikarîbû veqetim ji herim gundê bapîrê xwe, em du şevan li Wanê man, em çûn kelha Wanê , girava Extemarê, dû re ji Wanê berê me ket riya Gurpinar û Hekarî û li ber peşkên baranê dinav belek berfan re , di ber zomên koçeran re di ber Şaxê re em daketin Miksê..
  



  
   Du wêneyên sembola festivala Feqiyê Teyran



Festival li Miksê du roj bûn rojek bi çûna gundê Warezûzê ser gora Feqiyê Teyran temambû , şeva wê jî bi aheng ûstiran derbasbû , roja dî jî bi sempozyoma helbestvanê me yê kilasîk Feqiyê Teyran kû nêzî çar demjimêran dirêjkir û ser TRT6 zindî hat weşandin têde bihtir ji 20 kesî nivîskar û lêkolîner û parlementer axivîn li ser giringiya ziman û ser babetên cûr bi cûr di şiirê Feqiyê Teyran de, hate behskirin jî ku Feqiyekî sexte li holê hebû, bi çûna serê kaniya çemê Miksê, serdan pêşingeha karên destan ku li parka li navenda Miksê bû, raftinga qeyikan qediya, şeva wê jî li mala Nacî Beg bi stiran û xwendinê helbest û qesîdeyan derbasbû.

Bi vê helkevtinê min xwe dît kurekî parêzgeha Wanê bi hemû şaroçk û gundên xwe ve nemaze piştî wê mihvandariya bi rûmet ya ku li Wanê û Miksê bo me hate kirin, bi teybetî ji aliyê Gulşen Orhan û bavê wê Nacî beg yê ku roja dawî ji festivalê mihvan hemû(yên hatibûn vexwendin ji Sûriyê, Iraqê, Iran, Turkiyê û awrupayê) vexwendin koşka xwe û li wir me şîv xwar , bi germî em dan ber oxurê, berî ez herim koşka Nacî beg keça wî Gulşen xan ji min re got :( mamosta here ser ban û Miksê êvarkî ji jor ve bibîne ) û gote camêrekî ( pêre here ) min çend wêneyên Miksê  wê kêlîkê
Kêşan pey re ez daketim çend lib gêlas ji rezê wan berevkirin û min xwarin û derbasbûm hindur .
Kîjan çalakî çêdibû di festivalê de kesatîyek xwenas (mutewazî) amadedibû ew jî Qaymeqamê Miksê birêz Mehmet Yûzer e li sempozyoma Feqiyê Teyran , li serkana çemê Miksê, li bajar nav milet de, li pêşingeha karên destan, li Warezûzê, ji ser pira ku di nav bexçeyê Mikasê de ya çemê Miksê di bin re diçê wî û Gulşen Orhan hêkê xav avêtin wan kesên ser qeyika raftingê berî qeyika wan di bin pirê re derbasbibê ,  û tevlî xanima xwe û zaroka wan ya hîn şîrmij hate nav mihvanan cem mala Nacî beg, berî wê jî wî beşdarî dikir di rûniştinên ne fermî  de gava hunermendan distirandin , bi nivîskar û hunermandan re bi profêsoran re bi xwendekaran re bi mamosteyan re dibû yek heta jê dihat dixwest festival di atmosfêrekî aram de herê serî ,  


 Qaymeqamê Miksê Mehmet Yuzer


Gulşen Orhan,  Ebdurehman Kurt  li ber Serkaniya çemê Miksê…  


Gulşen Orhan li Warezûzê cem mezargeha Feqiyê Teyran     


Cem tirba Feqiyê Teyran


Deham Ebdulfetah , Suat Atan


Yekbûn li mala mamosteyan
 

Li mala telebeyan


Miks beyana21/06/2010


    Miks êvara 21/06/2010 ji ser xaniyê Nacî beg


  Navenda bajarê Miksê


                                            berdewam dike .....








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2308