Mamoste Konê Reþ, kanî navê apê Elîyê Bozo?
Dîrok: ÇáÃÍÏ 14 äæÝãÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



Ehmed bavê Alan

Pêþî ji xwe gelek sipas ji bo  mamoste Konê Reþ, li ser vê lêkolîna dîrokî, ya ku dîroka lehengekî kurd ku navê wî  Elîkê Betê bû.
Dîsa sipas jêre ku ew pirr westiya ye, ku ev lêkolîn amade kiriye. Ji ber ku gelek mero zehmetiyê dibîne dema ku  çîrokên wisa ji devê êxtiyrne digre, yan ku mero tomar dike. Ew bi xwe her zehmete, û gelek wext jêre divê.


Û mamoste Kon texsîr nekriye divê  derbarê de.Lê gazina min jê ku ewî navê  wî kesê ku ev çîrok jêre gotiya nanîye li ser rûpela xwe.

 
Elîyê Bozo

 û bi hezarên caran jî ji hine dî re jî gotiye. Û min jî gelek ji wan çîrokên wî li rex  xwe nivîsîne, û gelek caran piþtî nivîsê min lê dûbare dikirn ka min rast nivîsiya yan na?
Vêca em vegerin li ser  apê Elîyê Bozo, ew bi xwe ji êþîra Hronan bû, û li Qamiþlo li taxa Cirnika Piçûk dirûniþt. Û di 22/10/2007 an de çû li ser dilovaniya xwedê. Rehmetiyê Elîyê Bozo bi xwe deriyak bê binî bû ji dîroka kurdî, û di dîroka êl û êþîr û serokê wan û navê  navdarên wan mêrik pispor bû, û gelek nivîskar û rewþenbîr  dihatin rex wî, ta ku ji deriya wî vexwin.
Û yek ji wan kesan mamoste konê Reþ bû,  ku bihtirî sê caran hatiye li rex Apê Elîyê Bozo, û her carekî nîv danî ji rojê dima li rex wî, û min bi xwe Konê Reþ li rex apê Elî dîye, û min silav jî lê kir,  hingî min gelek nivîsên wî dixwendin, ji ber ku em cîranê apê Elî bûn bihtir ji 30`h salî ve.
û carekî piþtî ku mamoste Kon cû, ez çûm li rex apê Elî û min jê pirsî ti vî kesî nasdike? navê wî Konê Reþe pir bi nav û denge, apê Elî li min vegerand û got: "min koka wî jêre got û dîroka êþîra wî Hacî Silêmaniya min tev jêre got, û pir dilþad bû". Û konê reþ jêre gotibû:" Min wisa çîroka êþîra xwe nedzanî".
Û min ji apê Elî pirsî ji bilî çîroka Hacî silêmaniyan çi yê dî ji te xwest? got: " Welah tiþtek nema û min jêre negot nexasim çîroka êþîra Hevêrkan, û Elîkê Betê û Haco axa, ev çîrok tev min jêre gotin".
Vêca ku mamoste konê reþ navê Eliyê Bozo daniya qey wê çi jê hatibe! Û apê Elî gote min ewî soz damin ku di Enternêt de navê min bêjê. Tevlî ku mamoste kon  gotiya: "Ev çîrok bi gelek rengan hatiye gotin". Lê ez bawerim û gelekî jî ku ev çîrok ne kêm û ne zêde apê Elîyê Bozo digot. Û sipas.
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2292