Mirina Mêrxasekî Kurd Dehamê Mîro (1921 – 2010)
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 03 äæÝãÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

   Þîreta min a pêþîn ji gelê Kurd re ku guhdarî zimanê xwe bin, pê bixwînin û binvîsînin.. Gerek em ji ziman û netewa xwe þerm û fedî nekin.. Zimanê me, zimanekî þêrîm û bedew e, ne kêmî zimanê cîranên me ye..
   Rehmetî, her dem ev gotin ji serdançiyên xwe re digot.. Wî ji gundê Sêgirka Mîro û Mozelanê destpêkir.. Ji sê goþeya sînorên Sûriye, Tirkiye û Îraqê di rewþa gelê xwe de diponijî û wiha bi dirêjahiya 90 salî re Kurdewarî di damarên xwînia wî de hat çandin..


 Wî jî, li gor derfetên ku di wê heyamî de hebûn, bi mêranî li ber xwe da.. Bi cegerdarî xebat di ber mafê gelê xwe de kir.. Pêwendiyên alîkariyê bi þoreþa Barzaniyê nemir re girêdan û di çend konferansên PDKÎ de beþdar bû.
   Di sala 1968 an de dewleta Sûriyê nasnameya wî jê standin.. Di sala 1970 î de, li Nawperdan, di bin gotina Barzaniyê nemir de bi serkêþiya PDKS a Sûrî, rabû. Di sala 1972 an de, di konferansê Bamirnê de bû sekretêrê PDK Sûrî. Di salan 1973 an de hat girtin û 6 sal û 8 mehan di zindanên sûriyê de raza..
   Doh danê esir, li bajarê Dêrikê koça dawî kir û îro (03/11/2010), bi beþdarbûna cemawerekî mezin ew li gundê wî Mozelanê hat veþartin.. Hêjaye gotinê ku Hecî Dehamê Mîro di sala 1921ê de li gundê Sêgirka Mîro çêbûye.. Di zaroktiyê de, ew û helbestvanê Kurd Sebrî Botanî bi hev re mezin bûne..

   Oxir be mêrxasê Kurd.. Pîroz be li te axa Mozelanê.. Ew axa ku bi xêdana bav û kalên te hatiye avdan.. Bi saya hebûna kesên wek te, berxwedana canfîdayên mîna te, em kurd man û zimanê me hat parastin.. Erê mamo! Þîreta te ji bo parastina zimanê Kurdî, ji encamên Hawar a mîr Celadet Bedirxan bû.. Ji gotinên Þîn û Þadî ya Sebrî Botanî bû.. Ji dengvedana berxwedana pêþmergên Barzanî bû.. Oxir bihiþt be mamê Kurd..

Qamiþlo, 03/11/2010






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2284