Filîcka*
Dîrok: ÇáÎãíÓ 28 ÃßÊæÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



Arjen Arî

Di wan demén ku simbélén min ta ta li beyara léva min a jor serî  hildan û xwîna min a sore-erxewanî kelgermtir û bi teqiltir dest bi herikîné kir di rayén laþé min de; dilînén ku rojeke j’ rojan, vé axa ku min çavén xwe li seré miç kirin li þûna xwe bihélim û beré xwe bidim welaté xewnén xwe yén kezîzer, wekî xureke xwîntewirîner li laþ û bedena min belav bû.
Min ew welat ne dîtibû, ne jî bînabû!
Lé ew welaté ku min di xewnén þevan de jî nedîtibû, hima ku seré min dihingivî balgehé û di xew ve diçûm, her þev dibû welatekî bajar bi bajar, tax bi tax, kolan bi kolan ji min ve nas…


Ya ecéb, di xew de mîna ku zimané wan bikeve ser zimané min, bi zimané wan î ku min levzek jî jé nedizanî, diaxivîm…

Hevalé min é li ser texté di ser  min re radiket, hima béje her þev, di kéliya herî kerr û kûrr a xewé de, bi sînga xwe re seré xwe yé ji paþ de mîna þûnikekî, bi ser min de ditewand, û tiliya xwe ya þahdé bi hérz di nav milé min re dikir:

--Lo loooo…bes û timam ji desté te û xewnén te..!

Ne hewaya sik î sar û spîtiya berfa ku desté vé siharé bariyabû û gulî û þaxé qajén ku desté mirovekî li qurmé wan nedihat hev di bin xwe de tewandibû, ez lerizandibûm:

Piþtî 25 salén di ser xewnén min re bihurî, li bajaré Orebro li taxa Svarta Bangata dema ku bi xuþka xwe re li keviya Çemé Reþ, çemé ku ava wî ya þélû felqeyén qeþayé dida ber xwe û diherikî re em dimeþiyan, ko min ew hevoka Bedirxané Hatxî ji yékî bi dusé gavan li piþt min bi telefoné diaxivî bihîstibû, wé kélîké di cihé xwe de sar bibûm, û béhemdé xwe vegeriyabûm wan salén ku ev welat her þev dibû welaté xewnén min; û min niha pé li axa wî dikir …


Di balefiré de, mériké ku bi jina xwe re da sersala xwe li cem qîza xwe ya li vî welatî zewicî bibihurîne, piþtî çend qurtén wiskiyé û sohbeteke j’ aþ û kaþ, di bin simbélan re biþirîbû û ev pirs ji min kiribûn:

--Cara ewil e tu té vî welatî?

-- Mixabin…

--Çima wisa dereng?

--Wekî çi?

-- Xwe xaþo maþo meke!

Mériké ku li Stenbolé bi jina xwe re li balefiré siwar bûbû, rastûré dixwest bibéje, ‘tu çima hé xort nehatî vî welatî’?

Piþtî kurtebédengiyeké, ez jî biþirîbûm û min gotibû Kurd dibéjin ‘dil pîr nabe’; û min fira di biné qedehé de mayî mîna kesereké bi ser xwe dakiribû…


Destén min én di lepikén sixtiyan de, li tevî bévila min a ku her seré bisteké bi selpaké paqij dikim, dikin ku ji min bikevin.

Lé ez ji meþé hez dikim, ji meþén dûdiréj…

Û niha ne di xewné de; di vé demsala ku li welaté min gur ji néza dadikevin nava gundan, û gurin ji ber xezeba di hinava xwe de hildiperikin seré çiyan; li vir ji tirsa kuþtiné dûr, ji xofa girtiné bépahr, di ber keviya Çemé Reþ re dimeþin…

Qîzikeke ku keziyén wé yén zérîn ji keviya destmala li seré filitî, seyé xwe yé reþ î mîna qantirekî gir, di vé sermayé de derxistiye geryané.

Li ser peyariyé, berî ku bigihe texma me seyé xwe dibe héla rasté.

Çawén wé yén binevþî  mîna felqe-yaqûtén li ser gustîlkén zér, stér stér  diçurisin. 

Bédudilî, ji xuþka xwe re dibéjim, ‘ma Seyda nehaq bû ku helbest li ser van qîzikén bejinstûn ristiye, û gotiye, ‘ Filîka filîka com tîl mî’!*

Filîka, mîna ku bizane em bahsa wé dikin, berî ku bigihe me bi du sé qevzan, bi biþirîneke maqûlane dibéje, ‘Heyyy…’ û di ber me herdu serreþan re dibûre…


*Keçiké

*Keçiké, keçiké were cem min

06.10.2010/







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2272