Seîd Yûsiv: Ez weke hunermendekî kurd pir kêfxweşim bi hebûna TRT6ê
Dîrok: ÇáÓÈÊ 23 ÃßÊæÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî

Hunermend Seîd Yûsiv kaniya helbest û awaza ye .
Seîd Yûsiv ew hunermendê bi nav û deng û mîrê tembûrê ne hema naveke û tê gotin . Ew çiyakî mezine , hemî huner e, mûzîk e , helbest e , awaz e ,  û mirov çendî binvîse li ser vî hunermendê navdar kêm e û nikare mafê wî  bidiyê. Ji berî 40 sal amûra Biziqê anî Qamişlo û bi civaka kurdî da nasîn… Û awazên nû çêkirin û navê wî di nav kurdan û ereban de belav bû û navê wî bû mîrê Tembûrê anko Biziqê .
Bi dehan hunermend stran û helbest û lawikên wî gotine û ta neha jî dibêjin  û bi sedan helbest afirandine û bi çalekiyeke mezin pir xwe da pêş û di warê hunera erebî de jî her wisa  û awaz ji gelek hunermendên kurd re çê kirine û ji ereban re jî weke ( Semîra Tewfîq , Suad Tewfîq ) .


3 dîwanên wî yên helbestan çap bûne û navên wan dîwanan evin ( Govenda dilan , Rewşen , Sozdil ) ,û di her dîwanekî de nêzîka 150 helbest heye û hîn 5 dîwanên wî di rêzê de ne  û li nêzîkî 80 dewletê jî konsert dane û  nêzîka 10 xelatan jî wergirtiye û ta niha nêzîka 30 Kasêtî çê kirî ye û pitûkek ji bo fêrkirina Biziqê afirandiye .  

Mamoste Seîd Yûsiv, dixwazim bi pirseke kilasîk dergehê vê hevpeyvînê vebikim. Gelo, Seîd Yûsiv kî ye, kengî dest bi karê hunerê kir?

Seîd Yûsiv kurê malake hunerhez bû û bandorek mezin lê bû, û zû bi xwe hesiya ku dengekî xweş li sere . nemaze dema ku qurana pîroz dixwend. Lewre bavê wî jêre tembûrek peyda kir û Seîd Yûsiv dest bi jenîna tembûrê kir- Ev di destpêka sala 1966 an de bû-.

Bawerim we li Libnanê komek avakir. Çîroka avakirina vê komê çawa destpêkir, vê komê çi kir, kesên ku cihê xwe di nava vê komê de girtin kî bûn?

Di sala 1970 yî de ez çûm Libnanê , min gelek kurdên Libnanê nas kirin û min digot ku li wir meydana hunera kurdî valaye û ez ê karibim komekê ji keç û xortan ava bikim.
ku em karibin hinek ji folkilorê xwe nîşanî gelê Libnanê bikin ( ji bo bizanin ku kurd ne tenê karker e, Mêr e,zane ye)û  bidin naskirin ku xwedî kelepûreke windayî ye, lê pir giran buha ye. Her wisa kurdên Libnanê gelek alîkariya min kirin, bi keç, kur, pere, cih û bi kirîna amûrê mûzikê!
û me navê wê girûpê kir "Newroz" û em bi rengekî seyir û zû pêş ketin û navakî pir mezin da û belav bû û ez serokê wê girûpê bûm
û yên kû navdar bûn û di wir de cî girtibûn ev bûn;Mehmûd Ezîz Şakir, Şêrîn, M. Emîn Kîkî û Mihemed Şêxo bûn û yê ku dihat naskirin M.Ezîz Şakir bû.

Di jiyana we ya hunerî de nexweşî û astengiyên hatîn pêşiya we?

Di jiyana her kesên hunermend de astengî û nexweşî peyda dibin û tu kes bê astengî neghaye ti qonaxa! Û ez jî weke gelek hunermendan, min pir zehmetî kişand.

Mamoste, hûn bi navê mîrê biziqê tên nas kirin; ev nav çawa derket?

mirovekî hunermend hebû balekurt bû di gotinê, Mihemed Ebdulkerîm. Ji Erebê Sûriyê bû, digotin mîrê biziqê anko (Tembûrê) û piştî wî mirovî oxir kir û çû ser dilovaniya Xwedê ez mam mîrê (Tembûrê) ji ber wî camêrî gotibû, heta Seîd Yûsiv hebê biziq namire, û gelek dezgehên ereban û kurdan jî ev nav li min kirin, û li gor bîr û baweriyên min çi mûzikjenê di amûra xwe de biserketî û jîr be wê bibe mîrê amûra xwe û ez pir ji vî navî jî hez nakim!

Ez neşaş bim; seydayê cegerxwîn ji we re gotibû "Ger te li biziqê nexistibane jî, tu yê bûbane helbestvanekî bi nav û deng". Li vir, mamoste dikare bîne ziman ku heta niha çend stran nivîsîne û ji van stranan hunermendên strandîn wek nav kî ne?

Bê goman seydayê Cegerxwîn çiyaye di warê helbesta kurdî de û mamostayê min e, lê dema ew bêje ku Seîd Yûsiv ne tembûrvan bane wê bûbana feylesûfê helbesta stranê ev ji min re şanaziyek mezin e, belê li gelek ciya jî ev tişt gotî ye.

Mamoste Seîd, ez dixwazim werim ser hevaltiya te û Mihemed Şêxo.. Naskirina we û M. Şêxo çawa destpê kir? Pirske din jî vê pirsê zêde bikim ( mamoste dixwazim ev bikeve nava rûpelên dîrokê ), tu acizî di navbera te û M. Şêxo de hebû, yan tu nexweşiyeke din hebû? Li gor dîtina we M.Şêxo kesek çawa bû?

Di destpêka min de ti tembûrvan nebûn heger hebûna jî kêm bûn û ne pir bi hêz bûn, û dema civat digeriya û dibû behsa tembûrê, hinan digot ku yek li filan gundî heye ew jî baş li tembûrê dixe anko dijene, her wiha navê nemir M.Şêxo dihat gotin ta ku me hev dît û em bûne dost .                                                                                           
û tiştin din:Tu acizî di nav min û M.Şêxo de tu car çênebûye ji ber M.Şêxo ne hevrikê min bû ! Û di wê demê de
beriya bihtirî 40 salî min bi sed gavî li pêşiya wî û yê dî xistibû , û kesî nikarî bû di warê jenîna tembûrê û afirandina helbesta stranê û awazan de li pêşiya min bide ! Û dema min girûpekî folkilorî-hunerî di sala 1970 an de li Libnanê damezirand M. Şêxo bû endamê girûpê min weke tembûrvan bitenê û ne dengbêj , lê piştî ku hate Qamişlo M.Şêxo ciyekî xwe yî taybet çêkir û stranên nû gotin û stîlekî nû şopand û gel jê hez kir û heya nemir M.Şêxo sax bû em weke bira bûn.                   

Mamoste, kesên ku stranên we gotine lê gotinên wê guhartine, yan navê we negotine?

Ew kesên ku stranên min gotine gelek in .û kî stranên min bêjê cihê dilşadiyê û serfiraziyê ji min re û ez kêfxweş dibim dema ku ez strana xwe bi dengê hunermendekî dî dibihîzim .lê dema ku strana min bi dengê xwe tomar bikin û mafê min bixwin û ne bêjin ev stran ya Seîd Yûsiv e û bikin ya xwe , yan gotinên stranê û yan awaza wê biguherin, ew dibe cihê mixabiniyê û daxê û ne razîbûna min .
Û weke min got gelek kesan û hunermendên bi nav û deng stranên min gotine . weke nemûne
 Şivan Perwer : ( Ey Newroz , Hêstirê min dibarin , Kurdistan ya neman , Çava kilke / keça kurdan, Eman Cîhan )
Mihemed Şêxo :( Kê dunya hejand , Kurdistan pir şêrîn e , Çava kilke , Ez nikarim rabim ji van derda , Şikrayê )  Miradê Kinê   :  ( Çav kevan , Meş ordek , Eve eve , ez ji van gewran hez dikim , Hêstirê min dibarin , Ew jî jine , Gundîno hewar , Gulê du gul , Eman Cîhan , Ez xortim dilêm xityare )                                        
Gulbehar : ( Pêve naçim ) – Helbest : Bedirxan Sindî  û Awazên min .                                                                    
    Şêrîn :( Kurdistan yan neman , Ey Newroz , Ez sund dixwum , Tu newe ber çavê min , Ez ne bûm xatûn , Min çavê           xwe dane ber kila , Keçê rabe , Ez te nadim bi malê dinê , Ax ji kerbê bav û bira , Çawa tê herê , Pêşmerge , Jina kurdim pirr bi deng , Ezê bakim Kurdistan )
Awaz Hesen : ( Nazdara dê û bavim , Nama evînê , Ez vê xemlê li xwe nakim , Bêrîvana Mehabad , Li ba min be ,                       Ez dîl û jarim , Newroz cejna mezine , Nadim nadim , Ezê çi bikim ji malê dinê , Tu bi hisnê , Evîn bar e , Gul û Beybûn , Çava kilke , Peşmerge ne )
 
Seîd Gabarî : ( Ez nikarim rabim ji van derda , Ev heft sal , Narinciyê , Gundîno hewar , Gulê du gul , Lê Nazê , Xwezka ez bûba nehtor , Derba li min xe , Mala we , Eyhanê , Ho yeman , Şevka baranê , Oy felek )
Nasir Rezazî : (  Mala we , Şevka baranê ) --- Merziye Rezazî : ( Mala we )---- Ayas Yûsiv : ( Keziya bihûne )
Hesen Şerîf  : ( Ho yeman)---Ismail cuma : ( Ez nakim nakim ) --- Selam Yûsiv : ( Oy felek )---
Ebdul Wahid Zaxoyî : ( Bû êvar , Eve eve ) --- Rojîn : ( Çawa tê herê , Jina mala ) : Eynûr ( Keça kurda )  
Yekbûn : (Şikrayê) --- Şiyar farqînî : ( Xerîbim ez )  --- Sehîd Serhed : ( Oy felek ) --- Comerd : ( Oy felek )
 û hîn bi dehan stranbêj hene ku ez navê wan bêjim.

Mamoste Seîd . li go ku ez zanim di vê cejna remzanê de hûn tevî bernamê TRT6 bûn ( li gor ku hûn jî dizanin gelek kurd li hemberî TRT6 ê ne). Gelo di nerîna we de TRT6 televizyoneke çawa ye ? û divê kurd çawa nêzîkî TRT6 ê bibin ?

Ez weke hunermendekî kurd pir kêfxweşim bi hebûna TRT6ê , çimkî peydabûna wê tiştekî gelek giring e û balkêş e , Li ba min ew mîna awêneyeke  rewşenbîrî , civakî , hunerî , polîtîkî ye . û ez wê televizyonê dibînim pêgaveke mezin û pêşketî û bi vekirina wê mafekî gelê kurd bi cî tê û bi wê zimanê me dewlemend dibe û kî bawer dikir ku rojek ji rojan bûyereke wilo li Turkiyê çê bibe . û ez hêvîdarim û bi omêdim ku gavên berfirehtir bêne avêtin ji aliyê hikûmeta Turkiyê ve . Lê ez baş dizanim ku destgeh û rêxistin û partiyên Kurdan bi giştî gelek ji TRT6ê ne razî ne li gorî siyaset û behweriyên xwe, û dibe ku ji mafê wan be, çimkî ew bi çavekî polîtîkî lê dinerin û her partiyekî li gorî îdyolocia xwe lê dinerî û dibêjin ku gaveke kêm hatiyê avêtin û dibe ku weke wan be , çimkî ez pirr ji siyasetê fêm nakim. Ez bi tu partiyan ve ne girêdayî me ku ez siyasetê baş fêm bikim Lê ez her dibêjim û bela tu kes li min negirê û li gorî behweriya minî hunerî  TRT6 tiştekî baş e . û di nerîna min de 99 % ji wan kurdên serbixwe yên ku ne endamê tu partiya ne ji TRT6ê hez dikin.
 

Niha mamoste Seîd bi çi ve mijûle?

Ez niha weke her car bi afirandina helbest û awazên xwe mijûl im û çend konser li sûrî û Turkiyê hene û bi damizirandina paymangiheke mûzîkê ve mijûlim û wê li Qamişlo nêzîk çêbibê .
 
Gotina we ya dawî?

Gotina min î dawî ew e ku hûn pêdiviyê bêhtir bi saz û awaz û hunermendan bidin û ez pir serfirazî, û pêşketinê ji were dixwazim.


Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2263