Heft roj li Kurdistanê (2)
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 05 ÏíÓãÈÑ 2006
Mijar: gotar


Ezîz Xemcivîn

Niha li welatê xwe me; çi bayê hênik û xweþ axxx ev bayê te ye Kurdistanê, ji te hez dikim…
Mane xwena bilbil civîna bi evîndarê re ye . Tu dara min û evîndara min î.. ez hatim nav þaxên te hêlîna me dilê te yî, evînê ev welatê min e, ez ê we bi hev bidim naskirin; biburîne hûn yek rewan in, yek dil in, we ji hev cuda nakim….


kurdistanê tu çavê evîna min î; li ber dilê min buhayî, hember tu tiþtî tu nayê..
Jiyan û þahî û xemên min li te dijîn, tu jiyanî û helbest û hevokên min ji kaniyên te dizên, piçûk bûm tu evîna min bû, mezin bûm evîna min jî mezin bû, biner ev sîng nema têrê dike biner ev çiyayên bi dar û þikeft û nizar, bi kew û qumrî û baz li ber evîna min hûr in…
Ji frokxana Hewlêrê ewê þevê me berê xwe da Duoka rengîn, rê hevaleke hêmin û ciwan e, ji riyan hez dikim ji ber herdem bi hevdîtinê min hest dikin, rê xweþ e, þev xweþ e, stêrik li hal û demên dil dipirsin. Evîna xwe ji min re þirove dikin, em diçin û rewan li yarê digere, dil dibêje ev yara te ye, ev e ewa ko çil salî te jê hez kiriye va tu li bayê wê sobelan û melevaniyê dike…
Riya bejin zirav ma dawî nayê..? Rê vedigerîne bihna xwe fireh bike.. Buhar di çavên evîndaran de pir ciwan e, her kevir, ax çiya û newal, çem û kanî, hemû der û dever û tariya balkêþ çavên xwe li min digerînin û ez jî awira xwe ji awira wan dernaxim, hemû wêneyê yara min in..
Dema piçûkaniyê min li stranan guhdarî dikir û dibihîst; mezin bûm û xewna min jî bi min re mezin bû, gihiþtim xortaniyê û min evîna te bi xwe re þîr da bi þîrê jiyanê û hezkirina azadiyê, îro li nav dilê yara xwe me, li ser xaka pîroz im..
Turumbêla me diçe û sawîr li ber çavên min dibin filmekî sînemayê; her kes, her civat û her dan û standin ko me li ser xewna hevdîtina rojekê dikir li bîra min de dihat, min digot welato min çendîn xem û þahî û keser ji bo te kêþandine… min çendîn nivîs û nûçe li ser te xwendine, tu ji min re sawîr bû û ev roka li ser ala te, hilata wê weke sosretekê bû..
Min serê ajoker bi pirsên xwe êþand, ji ber min xwe nedigirt û pirs li ser pirsê niha ewî digot ka ev çî ye, bo çî evan pirsan ji min dike??
Ewî nizanîbû çi agir di hinavên min de dilîze.bi rastî agir e; agirê bêrîkirin û azerî û bindestiyê û ev roj kelegerma azadiyê ye…
Dema bi rê de em diçûn, rê ne gelekî xweþ bû, min ji hevalê xwe pirsî: Seyda bo çî ev rê wa kelekortî ye? got bira em çi bikin rewþ wa ye..!!
Min got gelo berpirs jî di vê rê de diçin? Got ma çawa naçin…!!
Ew bi ajotina xwe daketiye û ez jî vegeriyam sawîrên xwe..vegeriyam deþtên xwena xwe, li her darê dinerim sîber e.. li her çiyayî dinerim bi kovî û xezal e, bi xwîna þehîdan payebilind û serfiraz û rûgeþ bûye..!!
Ey çiya di wê hembêza germ de te mêrxas xwedîkirin, te pêþmergeyên qehreman ji tang û topên dijmin parastine..Ey çiya, ey hêz piþtevanê dilê bi hêz, hevalê me, wek te em parastin; gelo em ê karibin kirasê te kesk û rengîn bi dar û gul û kulîlkan xemilandî bihêlin…?

Dûmahîk heye…


 
Perestgeh nêzîk Þêxan

 
Perestgeh

 
Suka Hewlêr

 
Deþt û çiya

 
Hingûr li Kurdistanê

 
Parka azadî Silêmaniyê

 
Baxçê Xanî- Krkûk

 
Koysinceq bi þev

 
Dûkan









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=226