Xalis Msewer
Ji bo koçkirina serokê partiya (yekîtî) bavê Þiyar mamoste û siyasetmedarê çeleng û fîdakar û hêja, bi hêsir û hesret, û ahîn, û nalîn, sersaxyê ji malbat û hval û hogir, û ji tevahya miletî kurd re dixwazim.
Qet me tucaran nizanîbû ku giyanê Bavê Þiyar di rojeke kurdî yên bê ewle de li hêvya qederê rawistiyaye, pençê vê mirina bêbext ew zû û bilez ji nav me revand, di wê dema ku hîn em bi hewceyê mana wî bûn, vî xweþmêrî bi hêlemêl koça xwe ji nav me barkir û çû, lê ev çûna ha ji lebat û xebata kurda re xisarek mezin û bêhemtabû .
Ismaîl Omer Bavê Þiyar mirovekî çelenk, zîrek, Bênefs, û bê hawe þareza û aqilmed bû, û dihate hezkirin û diket dilê herkesî de.
du rengê kesayetiya Bavê Þiyar wî belî û paqij hebûn, yek jê ew kesayetiya wî ya siyasî bû, ango di warê siyasetê de siyasiyeke zêrekbû, û di ya civakî de jî bi heval û dost û nedostên xwe re jî, mirovekî peyvxweþ û milayim û bê zirarbû, weha vî mirovî karîbû hezkirina xwe di dilê herkesî de biçîne.
Raste bavê Þiyar bi laþê xwe ji nav me barkir, lê bêgûman wê fikir ,daxwaz, û ramanên wî, di nav miletê wî de berdewam be ta ev milet li dinê hebe. daxwazên wî jî xewþ têne xuyakirin ku, hem yekîtî bû û hem jî mafê miletî wî yên siyasî û rewþenbîrî û netewî bû. ji ber ku vî xewþmîrî dilê xwe dabû miletî xwe, û ev dil di ber vî miletî de hatibû westandin, ta bi hesret û kovan hate rawestandin û sekinî, dêmeke ku em hezkirina Ismaîl Omer di dilê xwede biparîzin, ne hewceye ko îro em li ser bigrîn yan li xwexin, ya rast ewe ku em fikir û ramanên wî biparêzin û li daxwazên wî bi xwedî derkevin û liser rêça wî bimeþin, û wan daxwazên giring pêkbînin.
Bavê Þiyar bi delalî
Bi rihetî
Û Bi selamet
Di gora xwe de razê
dilê tenî tenik,
Bi ritim û sîmfoniya netewî
dijenî
dilê tenî îro westayî
ku dibêjin:
sekinî
lê vaye ev dilê sekinî
Di dilê nûhatên kurd de
Dijenî
Þopa navê te li ser
Van dilên sozdar
Bi ava zêr
Hatiye neqiþandin
Razê bê xem û kul
Razê
Wê rojekê
ewrê tarê
Li ser ezmanê me
Kurdan
Rabe.
………………………………………………………