Hin Dîtinên li ser Festîvala Wêjeya Kurdî li Berlîn
Dîrok: ÇáÓÈÊ 09 ÃßÊæÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



Zeynel Abidîn Han

Di rojên 2. û 3. Cotmehê de li Berlîn festîvaleke wêjeya Kurdî hat lidarxistin. Ev xebat ji aliyê Înstîtûta Kurdî li Almanya, Weşanên HAN, AWADANÎ, BÛN, Navenda Kurd li Berlîn, Komîteya Çand û Hûner ya KNK hatibû lidarxistin.
Li gor afîşa festîvalê jî gelek karsaz û saziyên Kurdî jî piştgirî kiribûn.
Piştî festîvalê hin nivîsên erênî û neyînî li ser hatine nivîsandin. Hin kes ev bizav wek hewildaneke serkeftî nirxandin û hin kes jî rexne kirin.


Ji van nivîsan herî balkêş ya Helîm Yusifî bû: Wî, nivîsa xwe, wek  “notên nexweş” binav kiriye. Û di nivîsa wî de hin rexneyên îronîk jî hene. Her çi qas di nirxandina xwe de ketibe rewşa sûbjektîvîzmê jî, hin rexneyên xwe de jî mafdar e.
Ez wek kesek ji komîteya amadekar dixwezim bêyî kompleks û bi helwesteke objektîv vê bizavê binirxînim.
Ev proje ji aliyê xebatkarê saziya AVADANÎ û her wisa Navenda Kurd ya li Berlîn birêz Dilşad Sindî hat û berî salekê me pêkve li ser vê yekê hevdîtin kirin. Lê jiber hin sedeman sala par ev yek pêk nehat. Min û kek Dilşad Sindî jî, ji bo îsal ev proje xist ber xwe û dest bi amedeyiyan kir.
Berî çend mehan di Navenda Kurd li Berlîn civîneke berfireh hate lidarxistin. Gelek kes û nûnerên saziyan tê de amade bûn. Di dawiyê de biryara Festîvala Wêjeya Kurdî li Berlîn hat wergirtin. Jibo vê jî komîteyeke amadekar hat bijartin. Ji AVADANÎ û Navenda Kurd Dilşad Sindî, Înstîtûa Kurdî Fehmî Balayî, saziya BÛN Kek Kamîran û ji Weşanên HAN jî Zeynel Abidîn ev erka amadekirina festîvalê hildan ser xwe.



Armanc di vê festîvalê de ew bû, ku ji bo xwendevanên Kurd  pirtûkên Kurdî bihêtin pêşkêş kirin, nivîskar û xwendevanên Kurd bihêtin lihevnasîn û di dawiya dawî de xizmeteke ji bo wêjeya Kurdî bihête pêkanîn û wêjeya Kurdî bi zaravên Kirmancî, Kurmancî û Soranî li gel hev bihête danasîn. Di vê armancê de serkeftin çi qas pêk hat, hemin ev yek mijara gengeşiyê ye:  Lê di du layan de serkeftineke mûtevazî hate bidestxistin. Yek ji van, du rojan ser hevdû bêyî ku pirtûkeke zimanê biyanî hebe, yanê bi tenê bi pirtûkên Kurdî pêşangehek hat lidarxistin û belkî yekemîn car xwendevanên Kurd ji pêşangeheke Kurdî bes bi bi kirîna pirtûkên Kurdî veqetiyan. Serkeftina din jî, di nav du rojan de, bi dehan nivîskaran ve  panel û xwendin yên li ser helbest, çîrok, roman, wêjeya zarokan, wêjeya Êzdiyan û pirsgirêkên  weşangeriyê hat sazkirin û pêkanîn. Û hemî rûnîştinan jî bi rêkûpêkî hate lidarxistin.
Her çi qas navên saziyan pir bihate xûyakirin jî, belkî yekemîn car festîvalekê, bêyî alîkariya partiyeke Kurd yan jî saziyeke dewletî  hatibû lidarxistin. Jiber vê yekê jî tevlîbûneke ji layê partiyên Kurd çênebû. Seranser kesayet, nivîskar û xwendevanên Kurd beşdarî vê festîvalê bûbûn. Û dîsa cîhê şanaziyê ye ku eleqeyeke mezin ya li ser pirtûkên Kurdî hebûn û li gor derfetê jî pirtûkên Kurdî û bi taybet pirtûken li ser dîrok û roman hatin firotan.  Yekemîn car di dezgeha me de pirtûkeke dîrok (Dîroka Împeratoriya Med) nema. Me bîst heb anîbûn û yek jê nema... Her wisa pirtûkên din jî wek wê bala xwendevanan kişand.
Di dawiyê de dikarim bêjim ev festîvale bi rewşeke mûtewazî lê bi hêviyeke mezin bi dawî bû ku salên pêş de wê bihête dîtin ku xurtir û berfirehtir festîvalên nû bihêtin kirin. Min û hevalên me yên komîteya amaedekar ji vê festîvalê hêviyeke mezin bi dest xist û em dê salên pêş me de bi hêzeke mezintir li pey bizavên wisa bikevin.
Gengeşiyên li ser mijaran jî gelek xurt bûn û bi demjimêran li ser wêjeya Kurd hat gengeşîkirin.
Kêmasiyên vê bizavê jî hemin gelek bûn:
Yek ji van (yên rexne dikin qet behsa vê yekê nakin) di festîvalê de zarava Kirmancî tunebû. Ev yek kêmasiyeke mezin bû.  Di vî warî de hem kêmasiya me hebû û hem jî helwesta hin nivîskarên Kirmancî  ne baş bû. Me bi navê Înstîtûta Kirmancî li Berlîn (Dimilkî: Ez peyva Zaza bikar nahînim û wî navî red dikim)  çend kes dawet kirin, lê ew bi israr nexwestin tevlî bibin û her wisa hevalên xwe jî agahdar nekirin. Vê helwesta wan bi rastî ne rast û ne dirûst bû, lê dîsa jî ev yek kêmasiya me ji holê ranake. Gelek kesayet û nivîskarên bi nirx yên ji wêjeya Kirmancî ya me ya delal  hene û me dikaribû ew agahdar kiribana. Lê em vê kêmasiyê cidî digrin û sala pêş de em dê tevlîbûneke xurt ya ji wêjeya Kirmancî de pêk bihînin.
Kêmasyieke din jî organîzekirina aboriyê bû. Me çend sponsor peyda kirin û wan jî soza alîkariyê dan. Lê derfeta sponsorên me ne zêde bûn û jiber vê jî derfet û hêza me ya ku berfirehtirkirina festîvalê nema. Pirsgirêka aboriyê ew qas mezin bû ku, di dawiya festîvalê de me nihêrî ku em nikarin kirêya salonê û her wisa heqê xwerin û vexwerinê bidin. Lê ez wisa texmîn dikim li gel hemî kêmasiyan, atmosfer û rewşa encama festîvalê ew qas jidil û dilsozane lê hatibû ku, ji nav xwendevanan Kurdekî dilsoz di dawiyê de destê xwe rakir û got, “Xeman nexwin, çi qas we divê, ewê perê ez dikarim bidim!” û da jî. Bi vî hevalê dilsoz pirsgirêka me ya dawî ya aboriyê jî hat çaresekirin. Ev bûyera dawî  jî em qanî kirin ku me karekî baş kiriye û divê em di pêşerojê de vê yekê pêş ve bibin...
Em dê wisa jî bikin.
Ew kesê dilsoz bi carekê ve, bi axiftinekê ve 1200 € diyariya wêjeya Kurd kir. Niha berpirsiyariya me mezintir bû, Ji niha de bihête zanîn ku 2. Festîvala Wêjeya Kurd li Berlîn zengîntir, xweşiktir di nav baxçeya zaravên xweşavaz yên Kurdiya me ya delal de  xwe bixemîlîne.
Em hemî rexneyan, heta neheq be jî, qebûl dikin, ser serê me û ser herdu çavên me. Yeqîn rexne xizmet e, alîkariya herî mezin e. Her çi qas di rexneyên birêz Helîm Yusifî de hin pêdaçûn hebin jî, em dê wan jî bigrin ber çav û xebata ayînde de rê nedin wan kêmasiyan.  Bila neheqî neke, ez jî tê de, me gelek kes romanên wî kirîn. Jiber ku romanivîsiya me hîna nehatiye asta cîhanê, kompleksên nivîskarên me ji yên cîhanê qat be qat zêdetir in û ev yek jî normal e. Kalîteya romanan çi qas bilind be, kompleksa  romannivîsan jî ew qas dadikeve.
Bi dubarekirina tiştekî dixwezim vê nivîsê bi dawî bikim. Li Awrûpa, heta ji bilî başûrê Kurdistanê, li hemî parçeyên welatê me yê bihişt de, cara yekemîn e, bêyî ku pirtûkeke Tirkî, Erebî û Farsî bihête firotan, xwendevanên Kurd pêşwaziya bi sedan çêşîd pirtûkên Kurdî kirin, ew kirîn û belkî niha nîvê şevê jî wan dixwînin...
Bi sedan kêmasiya me hebe jî, ma ji vê mezintir serkeftin çi ye?
Di vê yekê de mûtewazîtiyê nakim, bes di standa me de 145 çêşîd pirtûkên Kurdî hebûn... Ji  helbestên Şêrko Bêkes heta romanên Yaşar Kemal,  Hesenê Metê, Mehmed Uzun,  ji pirtûkên Ehmed Altan, Paulo Coelho, Xelîl Cibran, Anton Çexov,  ji dîwanên Cîgerxwîn , Osman Sebrî, Qedrî Can heta Ehmedê Nalbend û her wisa bi dehan nivîskar û helbestvanên gênc yên Kurd ziyafeteke pirtûkên wêjeyî yên Kurdiya me ya xweşawaz hate dayîn...
Bila rexne hebin, lê înkar û xistin ne karê nivîskarên Kurd be, bila yên dijmin be.
Xeman nexwin, ji warê xwedî dijminbûnê de em miletekî “zengîn” in...

Zeynel Abidîn Han
Endamê Komîteya Amedekar
ya  1.Festîvala Wêjeya Kurdî li Berlîn


 





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2248